Nexþeya Rê An çi di vî tûrikî de heye?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Cankurd

Demeke li Türkiyê gengeþiyeke fireh û req heye, ka bo çi dewleta Turkan wa “Nexþeya Rê”, ku hêja A. Öcalan di zindana xwe de bo çareserkirina kêþeya kurdî li bakurê Kurdistanê amade kiriye, nade dest peyrew û rêhevalêd wî yên li çiyayê Qendîlê, li baþûrê Kurdistanê, an partiya wî, ya ku gelek nûnerên wê di parlamenta Ankare de hene, ewên bi coþ û hewes çaverêya wê “Nexþeya Rê” dikin, da li ser binyada wê, bi deselatê re bidin û bistînin…Lê ewana bi xwe, deselatdarên Turk, û em belengazên Kurd jî, tev dizanin çi di vî tûrikî de heye…


Di vê nexþeyê de gota “dewleteke kurdî” naye kirin, belku tersî vê yekê dewleteke wilo wekî hovjiyaneke kevneparêz ditê xuyakirin. Ez wilo dibêjim, ji ber ku ew ro ji zû ve di wêjevaniya ramiyarî ya PKK de çûye ava, ew daxwaz hîn ji berî girtin û revandina hêja A. Öcalan ve bûye berfa sala berê…
Di vê  nexþeyê de, li gor guman û texmînên siyasetnasan, ramana dewleteke neteweyî di Kurdistanê de têye pûçkirin, û ezguman dikim, ku federaliyeke wekî ya baþûrê Kurdistanê jî mîna gaveke di rêya çewt de ditê nirxandin…
Wekî dî jî, em giþ dixwînin, bi Turkî, bi Kurdî, bi Erebî, an jî bi zimanên biyanî, hêja A. Öcalan ji zindana xwe de û gelê Kurd çi dinivîse, çi dixwaze û çi fermanan dide bo rêheval û peyrewên xwe, û bi ser de jî, ew çi azaran “nesîhetan” dide deselatdarên turk…Ji wan pevekên navdar jî, hinek hene wilo ne:”Divê Kurdistan bibe niþtê hemî xelkê wê ji gel û hindikiyên dî”…Ev tê çi wateyê?
Qey Kurdistan di destê Kurdan de ye, ku ta niha wan hindikiyên dî ji para wan di malstandin û deselatdariyê de ji wan revandine? …Hinek bawer dikin, yek ji wan jî ez im, ku mebesta hêja  A. Öcalan, ewe ku nabe deselatdarî di Kurdistanê de têkeve destê gelê Kurd tenê, an dev ji kurdbûna Kurdistanê berdin…
Em tev dixwînin ku hêja A. Öcalan li ser gelek mijaran di gelek gotaran „peyivînan“ de radiweste, lê gelek caran raya xwe di wan mijaran de diguhêre. Carekê hêriþ ser serokatiyên baþûrê Kurdistanê dike û carekê daxwaza berhevhatinê di navbera wan û PKK de dike…Carekê dibêje ku tiþtekî wî dij bi Îsraîl nîne û carekê wê wekî neyarê serekîn û pêþîn bo gelê Kurd bi ser tîjkên ruman ve dike…Hêja  A. Öcalan carekê seriyê çoyê xwe (Gerîlla) di rûyê deselata Erdoðan de dihejîne û carekê qumriyên aþtiyê bi ser asîmanê Ankare de difirîne…
Tenha di du mijaran de raya wî camêrî naye guhartin, ew jî gava li ser qencî, hêjayî, diristî, bîrfirehî û kurdhezkirina ATATURK dipeyive, û gava ew bangewaziyê li gelê Kurd dike, ku bila ew yekbûna zevîn û dewleta Türkiye bike …Lê baþ ditê bîra me, ku di destpêka derketina PKK de hêja A. Öcalan ev Ataye wek mestirîn hovbaz û xûnrêj(1) û Kurdkuj dihanî zimên, û baþ ditê bîra me, ku li ba PKK ewên ku “Serxwebûn” nedixwastin wekî ker û seg û kesin bê rûmet dihatin jimartin…
Kurd dibêjin: Dunyaye, zû têye guhartin…û teqlomeqlo dibe…
Ji van helwêstên cihê-cihê, hemahema em dizanin wê çi di vî tûrikî de bo gelê hebe, wê rê li ber daxwaza Kurdistaneke serbixwe an federe bêye girtin…û eve daxwaza hemî Turkan, ji her babeteke ramiyarî û ramanî…
De ji bo çiye, ev hêlehêl û kiþemiþ? Bo çî dewlet nahêle ev “Nexþeya Rê”, ku bê guman li gor daxwaza tunekirina armanca kurdistanî hatiye ristin û vehûnan, bigihe peyrewên hêja A. Öcalan di PKK de?
Ez dibînim ev daveke pir lawaz û fêlbaze ji gelê Kurd re, ku ji zû ve hatiye vegirtin, da ev gel têwerbe û careke dî nikanibe daxwaza “Kurdistaneke Serbixwe” bike…Nexþeya Rê ewqas têye bilindkirin, bihakirin, û maaazinkirin, ku Kurd di bazarê de, bi dewleta Ata re, tiþtekî bêtir ji daxwazên ku di vê nexþeyê de hatîne, nexwaze…
Divê gelê Kurd neyê xapandin, û dive li ser wê yekê raweste, ku armanca wî ne tenê hinde mafên çandeyî û daketina gerîllayên çiyan e û valakirina zindanan e…
Ev naye wê wateyê, ku em li dij çareseriya aþtiyane bin….Na…na..Hîç pêdiviya me bi wê gengeþeyê nîne, ka aþtî ji cengê baþtire an ne?
Lê wekî Kurd dibêjin: “Bira bira ye, bazar li dera ha ye”
-------------------------------------------------
(1)    Di piraniya helbestên kurdî yên kevnare de peyva (xûn) bi kart ê, ne (xwîn)…[Cankurd]

15 September 2009

 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1804