Dengê te, wê her dem di guhên me de be ji boyî nemir, Adil Elyezîdî
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Azer Osî

Her çiqasî ku mirin, ziwa, tal, û nexweþ be, lê di dawiyê de, merov wê pesend dike, lê mirina pir bi êþ ya ku tû yekî dinasî, ew nasîn jî yan ji dûr ve ye, yan di riya telefizyonan re ye, yan di riya nivîsan re ye. Nemir Adil nasîna min jê re di riya Radyo re bû, û bi taybetî demekê bi navê Eniya Rêzgariya gelê Kurdistan ya li derveyî Welat û di riya radyoyên Erebî re hevpeyvîn pê re çêdibûn...wan çaxan ew deng ji min re pir seyr dihat, dengekî xweþ, þêrîn, bedew..dilê min pir bi wî dengî re rihet dibû, hestên min bilind dibûn, û min hêrs digirtin..wekî din jî dema ku birêz Ebdullah Ocelan ji hêla hêzên nav netewî ve hate girtin û ew radestî dewleta faþist ya tirkan kirin hevpeyvînek telefizyona Elcezîre pire kir, ew û yekî tirk anîn hemberî hev...


di wê demê de çavên hemû kurdan li wî pirogramî bû, çavên her kesan li Adil bû...Adil wekî merovekî ku dilê her kurdekî dixwaze diyar bû, merovekî mêr, zana, dilsoz, welatparêz, rewþenbîr...Adil bi wê kesayetiya xwe, bi moralekî mezin, bi hestên kurdewariyê tirkên faþist û hemû dijminên kurdan, di wî pirogramî de dadgeh kirin. Çiqasî ku merov, li ser nemir Adil binivîsîne, yan bibêje wê mafê wî neyê dayîn, ji ber bi rastî gelê kurd li çar perçeyên kurdistanê hewcedarî kesayetiyên wisa ne, Adil zû ji nava me bar kir û ew jî, bi welatekî azad, bi xakeke serfiraz þa nebû...lê bêguman ew tiþtên ku li ser di ramiya, li ser der sînor bû, hin ji wana pêk hatin, wan tiþtan jî dilê nemir xweþ û þa dikir.
Dema ku min Enternêt vekir, min wêneyê Adil dît, ez matmayî mam, nema min dizanî çi bikim, wekî ku dilê min ji min firiya û baz da, hêsitir ji çavên min bariyan, min dîsa jî, ne dixwest ku ez bawer bikim, ji ber timî min ji xwe re digot:, ezê carekê ji caran nemir bibînim û ezê hezkirina xwe jê re, ji dengê wî re, ji dengvedana wî re, ji mêraniya wî re, ji welatparêziya wî re, ji kurdewariya wî re, ji rewþenbîriya wî re, bînim ziman. Ez her dem di wê gumanê de bûn, pirê caran Adil di xewna min de, di xeyalê min debû, lê qedera bêbext nehiþt ku ew yek pêk bê, û ew ji nava me koçî cîhana din kir...û ji boyî ku hinekî ez hestên xwe derînim, yan bêhnekê bigrim, min telîfonî çend dost û hevalên xwe kir, wan jî ew xemgîniya xwe diyar kirin û min û wana ew xemgînî li hev par vekir..me, ew kêlîka ku Adil têde, hestên tev kurdan der birî anî ziman.
Cîhana ku, ji her kesî re qedere, ji her kesî re male, vê carê jî, ji Adil re dergehên xwe vekir,  lê mala kurd hedî hêdî dihate ser hev û Adil ew serdanheva dawî nedît.
Bi rastî Adil wekî semboleke kurdî bû, merov pê serbilind bû, dilê kurdên bi êþ wekî textorekî derman dikir.
Di aliyê pisîkolojî de, gelê kurd hewcedarî yên mîna Adilin, ji ber ew  kes zelal dihat diyar kirin û hestên wî yên kurdewariyê bûn, û tiþtên erzan li ser xwe qebûl nedikir,
kurd, gerek dike yên mîna Adil ji xwe re,wekî sembol bibînin, û  li þûna çûyîna wî dengekekî kurdewarî, mîna dengê wî derînin, ku ew deng bibe dengê kurdewariyê
Ji nemir re, ez buhiþteke narîn dixwazim
Elmanya
14.09.2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1803