Pelda
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Kamran Simo Hedilî

min welatek
du rûbarên pîroz
pênc dih salên temen


û
parzemînek
winda kirin
lê newêrim
te
winda kim
dayîka Pelda
Fatika min
cihê diçûmê
dilê te
bi xwe re
û tu
di dilê xwe de dibirî
îro
ziman
di nasnamê de lala
asîman
erd
ba
û
derya
biyanî ne
her cih sûrgûn e
ez
di bê aramiya bendîwariyê de
dayîka te
di bê tawaniya jana dûriyê de
û
tu
di bin tirsa kêrê de
koçbar in
te
di vê xupana koçberiyê de
Pelda keça min

03.09.2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1795