Hevpeyvîn digel siyasetmedar Îbrahîm GUÇLU li ser nexşeya Ocelan ya çareserîyê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 06 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Hevpeyvîn Şevger

 “PLÂN Û PROJEYA OCALANÎ 40 SAL E DİYAR E. OCALANÎ NAXWAZE KU NETEWEYA KURD DESTHİLATDAR Û SERWER BE…”

1. Çima pakêta çareseriya Ocelan ne hişkere ye ?

Bersîv: Pakêta çareseriya Ocalanî bi taybetî piştî salên 1999-an ku ji Kenyayê hate Tirkiyeyê gelek eşkere ye. Lewra ez di wê nerînê de me – ku min gelek caran jî nivîsandibû- derketina Ocalanî ji Suriyeyê û ji Îtalyayê; hatina wî ji Kenyayê encama plâneke hevbeş ya Ocalanî û desthilatdariya Komara Tirkiyeyê bû.


Ocalanî, piştî salên 1970-yî dema ku Komara Tirkiyeyê dît ku bi kuştin, bi hepiskirin, bi asîmîslasyonê, nikare neteweya kurd ji holê rake û pêşiya tevgera Bakurê Kurdistanê bigre, biryar da ku li hemberî Tevger û Rêxistinên Bakurê Kurdistanê rêxistina xwe ava bike û Tevgera Bakurê Kurdistanê ji hundir de teslîm bigre. Ev yeka jî bi destê Ocalanî û PKKê kir. Ji bona vê yekê ez tespıt dikim, ku Komara Tirkiyeyê 40 sal berê dest bi siyaset û plânekê kir, îro jî di vê plân û siyaseta xwe de bi serket, nûha dixwaze ku ev siyaset û plâna xwe bixe jiyanê. Ev siyaseta avakirina Komara Tirkiyeyê bi awayê siyaseta kolonyalîzma nû û emperyalî ya osmanî ye.

Ocalanî, piştî ku hat Tirkiyeyê, di belafirê de teslîmîyeta xwe îlan kir û got “ez amade me ku ji dewleta xwe re xizmet bikim.” Wî ev helwesta xwe di lêpirsînê û dadgehê de jî domand. Li ber ala tirkan resmên/wêneyên wî hat kişandin, wî tu wext, ne li hemberî çapamenî û ne jî li dadgehê ji vê yekê re îtiraz nekir.

Ocalanî, di dadgehê de gelek eşkere parast ku mafên kurdan li Bakurê Kurdistanê û li beşên din yên Kurdistanê tune ye ku bibin federasyon, bibin dewlet, bibin otonomî. Gorî Ocalanî divê ereb, tirk, faris dewlet bin, kurd jî bindest û kolonî be. Ji bona vê yekê “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê” wek stratejî pejirand, li dijî dewletbûna kurdan û desthilatdariya kurdan; li dijî azadî û serxwebûna Kurdistanê derket. Pişt re dema ku dît ku ev nerîna wî ji aliyê piraniya kurdên bê deng û mixalefeta welatparêz de nayê pejirandin, ev car Mîsakî Mîliya 2-emîn, konfederalîzma ku kurd tê de ne dewlet in û wekî din stratejî pejirand û pêşkêş kir; hevalbendên wî û DTPê jî ew stratejiyan parastin.

Ji bona vê projeya Ocalanî zelal e. Projeya Ocalanî û dewleta kûr wek hevûdu ye. Di van rojên dawî de ji bona ku dewleta kûr nexwest ku ew nerînên xwe yên diyar dubare bike, ji nediyarkirina Ocalanî tê behs kirin.

Proje û stratejiya Ocalanî ew e, ku neteweya kurd qasî neteweyên dinyayê, netewe ya ereb, tirk û faris nebe xwediyê maf. Kurd nebin desthilatdar û Kurdistan statuyeke serbixwe û azad qezenç neke. Ji bona vê di van rojên dawî de gelek vekirî eşkere kir, ku “Emerîka federasyoneke wek li Başurê Kurdistanê bide wî, ew napejirîne.” Ji bona vê bi salan e ku ew li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê derdikeve. Ji Komara Tirkiyeyê ya kolonyalıst re dibêje ku îzin nede Dewleta Federe ya Başurê Kurdistanê.  

2. Gelo ev hawara Ocelan bo çareseriyê tê wê wateyê : ku bi temami girîlla ji çîyê bîne turkî û siyaset were meşandin?

Bersîv: Bi çi awayî bibe jî, çekberdan ne li berjewendiya PKKê ye. Lewra PKKê bi çek û şiddetê heye. PKKê aboriya xwe, desthilatdariya xwe li ser rêxistinên xwe yên nîv sivîl,  li ser televîzyonên xwe, li ser endam û mîlîtanên xwe, li ser DTPê bi hêza çekdarî dikare dom bike.

Berpirsiyarên PKKê ji derveyî hêza çekdar jî, xwediyê derfet nînin ku jiyana xwe ya siyasî û civakî bidomînin.

Lê dîsa jî Ocalanî ji çekberdanê behs dike. Lê hesabê wî û dewleta kûr divê li hevûdu bike. Ji bona vê Ocalanî her çiqas dixwaze ku bi tevayî PKKê dev ji çek jî berde, dewleta kûr hesab û berjewendiya xwe, desthilatdariya xwe li hemberî gel û Yekîtiya Ewrupayê bi hêza xwe ya çekdarî û bi şerê xwe mihafaze dike û diparêze, dewleta kûr naxwaze ku PKKê bi tevayî dev ji çek berde. Ocalanî jî gorî siyaseta dewleta kûr siyaseta xwe li hemberı hêza PKKê ya çekdarî dizayn dike.

3. Gelo dekomenet  hişkere hene ku Ocelan u dewlet  mutefiqe ser vê pakêta veşartî?

Bersîv: Ez û an jî mirov nikare diyar bike ku dokumentek heye ku deweleta kur û Ocalanî di ev plân û projeya dawî de li hevûdu dikin. Lê dema ku mirov dîroka pişt vê pêvajoyê, siyaseta PKKê û Ocalanî ya bi deh salan û bi taybetî jî ya van deh salên dawî mêze û şirove bike; gelek eşkere derdikeve holê ku daxwazên Ocalanî û dewleta tirk li hevûdu dikin.

Ev projeya nû li ser bingeha jinûve avabûna dewleta tirk tê meşandin. Dewleta neteweyî ya tirk, dewleta unîter, monolîtîk, otorîter, kolonyalîst di plân û projeyê de tê parastin. Ocalanî jî, dewleta unîter û Mîsak-î Milî yanî sînorê ku Komara Tirkiyeyê têde desthilatdar e û Kurdistan jî li wir kolonî ye, diparêze. 

Ocalanî wek min li rêzên jorîn jî got, ne li dijî ala tirkan e. Di van rojên dawî de gelek vekirî eşkere kir ku dewlet dikare ala xwe li her dewera/aliyê Kurdistanê daleqîne.

Ocalanî li dijî perwerdehiya zimanê kurdî ye. Ocalanî dibêje ku dewlet dikare her dem kurdan bi zimanê tirkî perwerde bike. Dewlet jî li dijî perwedehiya zimanê kurdî ye, ew jî li dij e.

4. Gelo Ocelan bi asker re kar dike? yan bi ordugan re kar dike  ?

Bersîv: Min pirsa te baş fahm ne kir. Lê wek min li rêzên jorîn jî diyar kir û bi salan e ku dinivîsim, nerîn û siyaseta Ocalanî û dewleta tirk li hevûdu dikin. Pêvajoya Tevgera Bakurê Kurdistanê û PKKê dema ku ji çav bê derbas kirin, eşkere derdikeve holê ku Ocalanî bi dewletê re karên hevmişterek meşandiye.

5. Ev 4  heyvê Ocelan dibêje ezê careseriya xwe hişkere bikim û hêdî  hêdî her tişt hişkere dibe, diyare li hevkirinek heye di navbera Ocelan u dewletê de . Çima hûn weku partiyên kurd bersiv  nadin u nabêjin ku çareserî girêdayê 20 melyon kurde u va bi 10 partiyên kurd hene?

Bersîv. Dema ku li lîteratura Tevgera Bakurê Kurdistanê, rêxistinên li derveyî PKKê, rewşenbîrên serbixwe û otonom were mêzekirin, gelek eşkere tê dîtin û tespît kirin  ku di derheqê Ocalan û PKKê de bîr û rey hatine diyar kirin, ku PKKê bi serê xwe nikare kurdan temsîl bike û heta kurdan temsîl nake. Lê Dewleta tirk, tiştên li berjewendî û hesabê wan tê guhdar dike. Ev jî tiştekî gelek xwezayî ye. Lewra Dewleta tirk jî bi hebûn û bi dîroka xwe li dijî neteweya kurd e, avabûna xwe li ser tunekirina neteweya kurd ava kiriye û ji bona vê jî meşruiyeta wê tune ye.

6. Heger iro partiyên kurd yên dervî PKK bi dewleta turk re rûnin ser çareseriyê heye  di vir de  hûn û PKK  bi hev bikevin?

Bersîv: Derfet û şertên dewlet bi rêxistinên li derveyî PKKê re rûne tune ye. Lewra dewlet ji vê yekê re amade nîne. Lewra dewlet kurdan teref qebûl nake.

Kurdên derveyî PKKê jî ne amade ne ku bi dewletê re rûnin. Lewra rêxistinên ji derveyî PKKê di nav gel de xwediyê hêzekê nînin û xwediyê şertên temsîlê jî nînin.

Heger dewlet bi rêxistinên derveyî PKKê re rûne, ew yeka di navbeyna PKKê û rêxistinên din de dibe sedema şer. Lewra PKKê piştî ku ava bûye ji derveyî xwe tu rêxistinek wek temsîlkarê kurdan nas nekiriye; bes desthilatdarî û dîktatoriya xwe parastiye. Ji bona vê jî, li Bakurê Kurdistanê û li beşên din yên Kurdistanê bi hemû rêxistinên Kurdistanê re ketiye nav şerekî dijwar û êrişeke ne mirovane. Bi êrîşên xwe bûye sedem ku bi hezaran kurdperwer bên kuştin. Heta di nav xwe de jî bi sedan kes, ji bona ku mixalefetkirine, kuştiye.

7. Gelo ev bilezbuna dewletê bo çareseriyê tê wê wateyê ku kurdan ber xweve bikşînin û serokê pkk Apo di çavên hevalên wî de kêmbikin û bikin insaneki sist u xayyin?

Bersîv: Gorî baweriya min ev pirsa ne di cîh de ye. Dewlet bi lezûbez naxwaze ku pirsa kurd çareser bike. Dewlet, gihîştiye wê qenaetê ku bi vî awayî nikare êdî kurdan birêve bibe, sîstema kolonyalîst ya unîter bimeşîne. Ji bona vê dewlet dixwaze ku xwe ji nûve ava bike. Ez jî ji bona vê dibêjim ku dewleta tirk dixwaze ji sîstema kolonyalîst ya klasîk derkeve, xwe gorî pîvanên sîstema kolonyalîst ya nû û emperyaliya osmanî ji nûve ava bike.

Heger li ceribandina dewletê binêrî, dixwazin qeder qiymeta Ocalanî di nav neteweya kurd û hevalên wî de zêde bike. Ne ku wek hûn diyar dikin, qedir û qiymeta wî kêm bike.

8. Bi texmîna te we çi careseri bibin û çawa bibin?

Bersîv: Heger ji aliyê terefa tirkan de li pirsa çareseriyê bê mêze kirin, çareseriyeke gorî pîvanên navneteweyî û mafên neteweyan û mafê grubî ya neteweya kurd xuya nake. Gorî çareseriya terefa tirk, dewleta neteweyî ya tirk û unîter dê dom bike. Neteweya tirk dê desthilatdar bê û neteweya kurd dê bindest bê. Sîstema kolonyalîst dê dom bike.

Ji aliyê terefa kurd de bê mêze kirin: Hezar mixabin terefa kurd jî, ji çareseriyê re amade nîne. Terefa kurd xwediyê projeyeke neteweyî nîne. Terefa kurd, xwediyê aqlekî rasyonal û neteweyî û hevbeş nîne. Beşek kurd û bi taybetî jî DTPê/PKKê ji bona kurdan tu statuyekê daxwaz nakin, dewleta unîter (yekîne) ya tirk diparêzin. Beşek kurd, federasyonê daxwaz dikin, beşek jî dewletbûnê diparêzin.

Ji bona vê, ev merhelaya, merhelaya çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd nîne. Ev merheleya minaqeşe ye. Terefa tirk, dixwaze sîstema xwe jinûve ava bike. Kurd jî, divê xwe amade bikin.

 9. Wê partiyên din yi  kurd  ci rola xwe bi leyizin di vê careseriyê de?

Bersîv: Partiyên ji derveyî DTPê/PKKê li Bakurê Kurdistanê xwediyê hêzeke gel nînin. Ev rêxistinan mîsyoneke neteweyî jî temsîl nakin û heta endamên xwe jî temsîl nakin. Ev rêxistinan di dema şerê sar de mane û mîsyona xwe qedandine.

Ji bona vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku rêxistinên Bakurê Kurdistanê di vê qonaxê de rolekî girîng di çareseriya pirsa neteweyî ya kurd de bikarin bilîzin; rewşê tespît û tayîn bikin.

10: Gelo siyaseta başur hun baş dibînin  ku tim piştgiriya PKK  dikin ser hesabê partiyên din yê kurdi?

Bersîv:  Di destpêkê de dema ku PKKê dest bi şerê çekdarî kir, rêxistinên Başurê Kurdistanê ji PKKê re alîkarî kirin. Lê piştî ku PKKê li hemberî wan siyaseta hegemonîyê û desthilatdariyê meşand; PKKê li ser navê Suriyeyê, Iraqê, Îranê êrişî rêxistinên Başurê Kurdistanê kir, wan rêxistinên Başurê Kurdistanê tespît kirin ku ji PKKê re alîkarî û piştgirî xeter e; Loma jî piştgiriya xwe paşve kişandin.

Pişt re jî, ji bona pirsa PKKê li Başurê Kurdistanê bi riya çek ne, bi riya siyasî çareser bibe, li hemberî Komara Tirkiyeyê rîsk girtin ser milên xwe. Lê tiştekî vekirî heye ku rêxistin û desthilatdariya Kurdistanê siyaseta PKKê hîç demekê bi tevayî teswîb nekirine û piştgirî ji siyasetên PKKê re nekirine.

Ji bona vê yekê, siyaseta hêzên Başurê Kurdistanê gorî peryodên dîrokî jî hatiye guhertin.

11.  Çima Başurê kurdistanê di siyaseta xwe de hishkere  pishtgeriya  doza  kurden Surîyê u kurden iran nake?

Bersîv: Dema ku ji siyaseta Başurê Kurdistanê tê behs kirin, divê qonaxên siyasî em ji hevûdu veqetînin. Ji bona vê qonaxa ku rêxistinên Başurê Kurdistanê şerê çekdar didomandin siyaseta wan cihê bû û îro di qonaxa federe de cihê ye. Dîsa divê mirov gorî rêxistinan jî li siyaseta Başurê Kurdistanê binêre. Siyaseta YNKê û PDKKê jî ji hevûdu cihê ne

Ji bona vê dema ku mirov li siyaseta Başurê Kurdistanê binêre, bi awayekî total û tevayî nikare rewşê şirove bike. 

Ev jî bi serê xwe lêkolînekê dixwaze. Ev jî mijara hevpeyvîna me nîne.

Lê ez dikarim bi kurtî bibêjim ku dema li siyaseta Başurê Kurdistanê di ev qonaxa federe de bê mêze kirin, desthilatdariya Başurê Kurdistanê bi xurtî piştgiriya Tevgera Rojhilatê û Rojavayê Kurdistanê jî nekin, zerarê jî nadine wan.

Îbrahîm GUÇLU
Amed/Bakurê Kurdistanê,  25. 08. 2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1794