Komite ava bû, ma Mehricana helbestê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



Di 28.07.2009an  de komîta sala borî ya birêvebirina mehricana helbesta kurdî li derveyî welêt, banga komcivînê di gelek malperan de weþandibû. Di daxuyaniyê de hemû nivîskar û helbestvanên rojavayê Kurdistanê ji bo damezirandina komîta îsal (2009) di 23-08-2009ê de hatibûn vexwendin, mexabin tenê pênc nivîskar amade bûn, ji wan sê kes ji komîta sala par bûn, her pêncên kesên amadebûyî dê bi kar û barê Mehricana  Helbesta Kurdî 2009an rabin  ew jî ev in:
Keça Kurd, Arþevê Oskan, Elî Cafer,  Qado Þêrîn, Xunav.
Ji ber ku kesine din amade nebibûn, her pêncan kar û barê lidarxistina mehricana îsal (2009) avêtin ser milên xwe û soz dan ku di demek nêzîk de hemû pêdiviyên pêkanîna mehricanek serkeftî bi cih bînin.


Her wisa dê di nêzîk dem de deriyê vexwendinan vebe.
Hêjayî gotinê ye ku ji sala ku helbestvanê nemir Cegerxwîn koça dawî kiriye, mehricana helbesta kurdî li rojavayî Kurdistanê lidar dikeve, û çend sal in ku li derveyî welêt jî berdewam dibe.
Komîta Mehricana Helbesta Kurdî 2009.
 23.08.2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1774