Çend razên kilo girî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



 
  Hozanê girkundê

Xewnên me
Di derya xurista
Jiyanê de avjenîyê …
Dikin…
Hêdî  hêdî mina
Xunavîya buharê
Bi ser kevala
Hêvîyan de dilop dikin


An jî belav di bin
Dadiwerivin …
Carekê bi xwere
Di girnijin …
Û carekê kovanên
Xemgîn di singa
Avînê de radixînin …
Fêrmiskên sar û germ
Di çavên kevalê de
Dirjînin
Çend hevokên qedexe…
Bi ser bejna asîman de
Mina meya Kevin
Dadikin …
Û hînê li xwe digerin
Û goga zemînê di gere
Belê çiya çendî bilind e
Serê xwe li ber laþê pekrwana di tewînin
Yezdan bi xwristê re tê guhertin
Firistî peyva yezdan
Ber avêtî di kin
Ber bi xewnên din de
Ser xweþ di herkin
Tenê xewnên me
Bê wêne di mînin
Bi sawa tirsê re mezin
Dibin….
Û tovên xwe di hêlana
Tarîyê de dilorînin
Tenê gatên xizanîyê
Tesîya koçberîyê
Û tinebûnê
Temenê salên me
Di giyanekî pûç de
Rewa dike….
Bi elenda bê hêvîtîyê re
Di rêsw…
Û tîpên xayizbûnê
Li enya welatêmin
Wajo di be…..

2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1759