Tevgera kurdî..bi binyade û bi roleke dîrokî radibe
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



  Dîmoqratî *

Her û her şovonist dimînin li ser bikaranîna şêweyê xweyî  naskirî di bi karanîna siyaseta  kevneperestî û nijadperestî li dijî doza kurd, ji ber wê ew berdewame di şerê xwe de li dijî tevgera kurd, di riya tawankirina wê bi tawanên neheq û da wêneyek xerab li ser vê tevgerê pêşkêşî  raya giştî  bike.. û ji dehê salan de tevgera kurdî aramanc bû ji bizavên berdewam da wê lawaz bikin û tevliheviyê û per çebûnê di nava wê bi cih bikin, û gotin belav dikirin bê rawestan ku tevgera kurd ji hev ketiyê û perçebûyî ye ...ta gihişte di vê dema dawiyê de gotinin derdikevin holê  ku tevgera kurdî divê tune û bi dawî bibe..! ê ku bi dû hinek nivîsên hinek ji nivîskarokê kurd  keve, wê vedenga van gotinan jê derbixîne.


miletê kurd ê ku ji siyasetên zordestiyê û newekheviyê  gelek êşê dibîne, zane ûbaş nasdike  ku tevgera kurdî  heye, û ew ne bi van şêweyên neyînî ye ê ku dijminên wê li ser dibêje, li vajî wê, ew tevgereke  resene  û rehên xwe berdaye nava civaka kurdî, û hokanên hêz û kar di nava wê de heye, û ew îro perçakî giringe ji tevgera niştimanî û dîmoqratî di tevaya welat de, pêre hevkare di riya program û siyaseteke serdemî  re, ku bi  awa (Ragihandina Dîmeşq) derket, a ku programeke xanedan daxiste holê ji bona guhertina dîmoqratî û aştiyane û bi cih anîna çareseriyeke dadwerî û aştiyane ji bona doza kurd bi cih kir, û avakirina  dewleteke bajarî  hemû nişteciyên civaka Sûrya  têde wekhevbin di maf  û erkên xwe de.
Belê, miro nikare bêje ku tevgera siyasî di Sûrya bobelatê wê tune ne , di nav de jî tevgera kurdî.. û ev bobelat ne nuhin û ne ji nediyarî û valahiyê hatine. û armancê wan bobelata  hatine naskirin, û roj bi dû rojê de nasnameya ew kesên ku wan di afirîne û wan bi kartînin  diyar dibe, û ji ber ku eşkere bûn , em dibînin ku bi demê re hêza wan kesan qels dibe û akama wan kêm dibe, ji ber pisporî û karzanîn a ku li cem xelkê kom bûye li hemberî wan, û zanebûna cemawer gihiştiye astekê ku gelekî zehmete careke din ev şêwe  li ser bêne meşandin.
Ev şêweyên nepak û destgirtin bi siyasetên nijadperestî û belavkirina siloganên nerast û durû ji ber hetikandina wan , îro ro bûne ji kevneşopiyê, û van şêweyan tu tişt bi cih nanîn ji bilî êş û tade a ku bi serê miletê kurd hat û pê tade li tevaya dozên niştimanî di Sûrya de hate kirin...ji ber wê tu rê tune ne ji bilî riya niştimanî û rakirina van  siyasetan û dev jêberdana ji van gotinan..û piştre rastiyeke diyare ku jiyan û pêşketinên wê bi tevayî didin xuyakirin ku dawiya tevgera  miletekî bindest dixwaze zor û sitemê ji ser xwe rake û dîmoqratiyetê bîne cih mîna tevgera kurdî tucarî tune nabe, lê belê bêtir dide xuyan ku ew siyasetên nijadperest û şovînî û kevneperestî ewin ên ku ber bi tunebûnê ve diçin... ji bilî vê jî, ew gotinên hin ji nivîskarokên kurd ku dawiya tevgerê ye, ne tişteke ji bilî hêviyek reşe û diyar dike bê ew di çi rewşa xerab de ne...

* Rojnameka mehane ye partiya Dîmoqratî pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (10) destpêka tîrmehê 2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1749