XWEZÎ NAMEK VEÞARTÎ
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 29 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe




Hilbîn Muhemed Baqir

Eger her çûyî bi destê dilovaniyê û berî xatrê ji bangê eþqê bixwaze,di wan þev û demboriyên ku peyv ji peyva ken û girî diza û hevokên çîroka bîrhatinan li ser dika dilê me dibû pirtûkek qedexekirî li welatê jana,li gel xwe bibe û paþî bi lorandina hestên min bêje va diçim…


Bihêle li îzgehên þîn û þadiyê,di nava bendemana qirîzkên agirek bê ser û þîn bi dengê bê dengiyê,hawara bajêrekê nivsitî careke dî guriya xwe pê bêxe agirek sebrîn xwe daçemandî welatekê virtî vale,dê tu were bi min re rabigehîne,bibe namek li xewna dumahiyê û hêj hiþiyarim,xewna bi þevê ve dibînim wek pelatînkek sêwî difrim,gerokim di bendemanê de…

Dûr bi dûratiya cemseran hinda kirim li dirêjtirîn þevên asmanê avahî lê diherifin,pêjna min nahilgirin li ber bangê heyaman dibim xwediyê salnameke pîroz û salname pire ji rojên  bê guneh heta jibîr bikim her þevek jê destaneke,destaneke dijî heyvê heta jibîr bikim her þevek jê volkaneke guriya xwe daye rozerîna rojê.

Û þinî dibêjî wexer can!?
Di bîranîna nivêja te de,bi kîjan zimanî bêjim can?
Demsal  duemîn strana rebeniyê bû di qirika þevek bê xudan semfoniyeke dirêj sazdikir ve ,li wî demî dengê kebara sêdaredanê di gewriya minaran de dixendiqî,ne roj diheland,ne avadikir me biajotin serxwebûnê…
Û hêhþta maye li vî mergestî firîn û geriyan bûyîne perwazekê simtî bi dizîve tewaf dikir û hêj tu dîrî,henesa min li bin tîna þevek þikestî û þev sare û tu sarî bi saratiyê ewr stewrin û girîna birûsiyan xanên laþî kesîre dibin,di xelwetgehên havîbûnê xilfên riya mirinê vedikin û degerin di navberên dabiriyayî de ku zarokên sed sala hinda bûyî yêt piþkurîn wêneyên kevnar ber çav dikin,tenê yadgar ezim,wek  dîlekê ji mirinê verestî,lê bi hêvî me hemî xwezî xerîbîne û hem dîsan xerîb xerîb,xwezî nameyên veþartîne.

Veguhastin ji pîtên erebî bo latînî
Demhat Dêrikî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1746