Ha ho hewarê ev nexweşiya han bûye wekî kurmê de hêdî hêdî di dare bikule, û tu veger jê re nine, belê ew bê izn û destûr wekî sîwanekê li ser dil û wijdanên dilê min de girtiye, ew guh nade kesî hey karê xwe dike, û bi rêve diçe, Hêjaye gotinê ku ev nexweşiya ha guh nade kesî, ew wekî cînatê ku di damar û dilê min de diherike, ew tevlihevî her enadamekî ji endamên laşê min dibe,
Lê ka werin ezê vegerim çîroka vê lîstka ha, e lîstika ku ji koça dibistana navîn destpêkir, paşe ev karê han wekî êrîşeke dijwar avête cegerî min, û ew ji kurmê çixara xurtire, belê ew hêdî hêdî ji xelayên can û cendekê min diherifîne.
Lê birastî ezê jî wekî dostê min helbestvanê Sûryê (Edonîs) dibêje: Ew xeraba xweişkbûnê ye ji ber ku ev nexweşiya ha civata mirovatiyê qet qet kir û kir sed perçe, û giyanê wî hejand, Hêjayê gotinê ku welatekî wekî Brazîl ku bi sihredariyeke tijî heles û mûçandineke berz dilîze, û taybetiyeke xuser dilîze, sihredariya Samba bi nav û denge, Li dirêjahiya dîroka ev welatê han qehreman û lehengin xwedan şan û afsanên goga linga derxistin.
Di salên hefteyan de min şampiyona piyala cîhanê listka lîstikvanê mezin Pîlê dît, û bûbû sedema ku dewleta wan piyala (Col Rîmê) vexwin û biserkevin,
Lê Pîlê çû û kete dîroka lehengan, û paşê yekî din jî jê xweştir dilîze, û ew Maradona bû, ev lehenên xwedan şengiyeke bilind derket, ew jî naê Ercentîn bilind kir, Lê mixabin ev lîstikvanê ha xwe bi dermanê vexwarinê nav û pêşeroja xwe xerakir hola lîstkvanên xwedan hozanyariyeke bê hempa, Lê bayê konevaniyê bi viyalê û wiyalê ve bir, û kete bin akama nehengêm mezin ku yaneyên mezinî bi nav û deng kirîn,
Bêlê di bîranîna min de gelek tiştên balkêş û giring pê mayî, û bi dijwarî jê rizgar nabe, Erê ji ber vê goga girover gelek tiştin xweş û ne xweş bi ser serê min de hatiye, birînin nayê axaftin, her wekî bijîşkekî birînan derman bike, lê wekî Seydayê Cegerxwîn gotiye:
Nafiz destê xwe danî ser cane min bi êşa min nizanî
Çiqasî mirov dixwaze ew buyer û bîranînên tracîdî ji bîra xwe bavêje ew nikare, belê em wekî dîna li vê parêzgehê û li wê parzgehê digeriya, helbet ji bo reşka çavên yaneya me hêja, (Yaneya Cîhad) bû, Ev yeneya ha diçû kuderê em li dû wî bûn, Gog gorver bû dînû û em jî jê dîntirbûn, min bi dehan yeneyaên Sûryê, Turkiya, Lubanan, Urdinê beşdarê van listikan dibûm, û min bi sedan yaneyên Efrîqî, Asiya, Rûsan, Misrîyan, Û ewrupian jî dît, Lê min gelekî ji palyozê bakur el Cîhad pirr hezkir, ev yaneya xwedan lîstikê rewan û sipehî û nazik, bi rengekî qeşengî stadyoma kesk dixemiland, û teqez birrek ji lîstikvanên xurt ku li ser asta Sûryê derketin, lê birîna min û gelê cemawerê Qamişloka evîndara ew bû ku stêrên yaneya cîhanê hatin şehîd kirin Iskender, Etûka, û stêrê xwedan behreweriyeke mezin (Heysem Keco) ku di dîroka Sûryê de lîstkvanekî gelekî jîr û jêhatî bû, evan gişa can û giyanê xwe pêşkêşî cemawerên xwe kirin, ji ber ku nameya wan ew bû ku duruşmeke hêja dabûn ber çavên xwe, ewe lîstika Pak û paqij, wekî (Fîfa) bilind kiriye, belê ne ku ez û bi hezara wekî min jî dil ketina vê lîstika han, Lê hûnê çi bêjin ji nemir Qedaset Pap yê (Yûhna Bolos Ê şazdan) jî îşqî yeneya Riyal Medrîd bû, û hemû nûçeyên wî dişopand, û jê re dua dikir ku listikên xwe vexwî û bi serkevî û di dawiyê de silav û dirûd li cane wan be.