Koçbarkirina mîr Celadet Bedir Xan
Dîrok: ÇáÓÈÊ 18 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe



Siyamend Brahîm

Afrandin razeke ji razên sirûþtê ye, zana Li ber vê raza han matmayî man, hiþmendî û berzbûna mirovên xwedan  dahênan ku raman û karin nayê bîra kesên din ku p; rabin, ji ber ku ev þîn û vîneke xurt bê hempa divête. Erê ji destpêka nameya kovara Hawarê nerîna wî der mafê zimanên me durr û cewahir ji devê mamoste Celadet derket:
 "Zimanê þertê pêþî ji heyînê ye".


Belê her sal wekî vê rojê em dilekî xemgîn û þikestî ew bûyera reþ û tarî tînin bîra xwe, tînin hiþ û wijdanên xwe, ew koçbarkirina mîr Celadet Bedir Xan ya ku cane xwe yê pîroz di bîra Qederê de windakir, û ew boblata mezin ku bi serên gelê kurd rabû, koçbarkirina zimanzan û xwediyê kovara Hawarêderbas bû, ew koçbarkira tracîdî ku li bîra Qederî qewimî, bi vê koçkirina ha milletê kurd yek ji zimanzanê gelê kurd winda kir, Celadet ew kesayetiya ku kêm li dîroka me Kurdan wekî wî tê, Apo Osman Sebrî ji min re digote, Di warê xebata zimanê  kurdî de xêra Celadet ser pir bi nirx û buhaye û cihê rêzdarî û serbilindahiyê ye.
Celadet Bedir Xan stûna zimanên kurdî, mirovê xwedan derûneke hesan, zanayê çerxa bîstan, Celadet ew mînakekî ji zanebûn, dûrî oflazî, û payetiya kesayetiya mirovê xwe dibînin, nemir Osman Sebrî ji min re digote:
Gava Celadet wateya gotineke kurdî nizanîbû, digote Ez nizanim"
Bawer bike ku tu caran tu ji hiþ û dil û wijdanên me naçe, her û her tu yê sombola ala zanîn û zanistiya dîroka mey ya ku sitemkaran qurmiçandin, û di her kêlîkê de em tune bikin. Lê vaye bi sedan xort û keç li dûv þopa te diçin û di her warê ziman û rêziman de dixebitin.
 Silav, pat û rêzdarî ji hemû pêþengên pêþî re ku ji bona zimanên kurdî ji dil û can xebitîn.
Ev wêne û gotinên ku li Þamê bi sezaya koçbarkirina pêþî li mala Husên Îbêþ hat li dar xistin, û birrek ji kesên kurd , Filistînî, Lubnanê beþdar bûne û bi zimanên Erebî û Ferensî gotin xwendin, ez van gotin û wêneyan pêþkêþî xwendevanên Kurdan dikim.
…………………….
Qamiþlo 15  7 2009




















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1732