MERHELE*
Mîr Celadet Alî BEDIRXAN Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bigehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jêre divêt bide reya wan merhelan û bi wan re derbas bibe.
Gelo miletê kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaþtiye kêjanê..Delêletên hene ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi gavine giraniyê tê re dice. Heye ko hun bibêjin ji miletê me re, ji miletekî biþûndemayî re, ne gavine gîraniyê lê gavên çargaviyê gerek in, da ko ew xwe di ser merhelan re zer bike û rojekê berî rojekê xwe bigehînê miletên ko div ê bezê de, jê derketine û ew bi þûn de hiþtine û ji ber vê biþûndemayînê miletê me bindestiya wan dike û em bûne rajorên wî. Heke we hole got em jî bi we re ne. Lê ev , tiþtê gerek e û tiþtê gerek xwerû daxwaz e; û ne tiþtê destxistî ye.
DAXWAZ Û TIÞTÊ HAZIR:
Belê daxwaz ev e, lê tiþtê hazir û nemewcûd bi awakî din e û silav li sifra hazir e. Berî sê sed salî Ehmedê Xanî nav di miletê xwe de dida û digot:
Enwa''''''''î milel xwedan kitêb in
Kurdmanc bi tenê di bê hesêb in
Hecî Evdilqadirê Koyî, di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava temaþa dinyayê dikir û didît ko her tiþtên dinyayê guhêrîne û ji xwer dine re jî awayine nû çêbûne û bi tenê, bi xwendina medresan berê Kurdan naçe serî; dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e zimanî baw e.
Belê Xanî digot(Bixwînin), Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot:(Biawayê nû bixwînin). Lê me ne xwend, gelo çire?
Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan mefehetên xwe ên þexsî di ser mefeheta milet re girtine; ev miletê belengaz wek kerîkî pez dane ber xwe, ew dotine, ji þîrê wî, rûn û mast û penîr, ji hiriya wî xeftanine teylesan çêkirine. Xwedê gunehê wan bixefirîne. Tiþtê ko yar û mezinên me kiriye ev e. Lê rojekê derba neyaran em hiþyar kirin. Bi vê derbê me bîra her tiþtî bir. Me zanî ko xweseriya me di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî, di civatan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bibin. An ne, em ji dara heyîna miletên çarnikar re dibin xuþkî, di rayên wî de digerin û wê xurt dikin. Ji ber ko em bi xesletên xwe ên tebî`î ji wan xurtir, zeximtir û paqijtir in.
Þûr bi qenciya folayê xwe dibire û diçirise. Lê fola têde winda ye; nav nav þûr û yê xwediyê wî ye. Belê, me her tiþt bîr biriye û îro gava em li hev digehin hev, bi ax û nalîn, ji hev û dû re dibêjin:
(
Bavo1 li dinayê ji me kêmtir kes nemaye. Heçî milet hene tev de bûne dewlet û hikûmat, xudan kitêb û dibistan. Bi tenê em, miletê kurd, bi þûn da mane; reben, feqîr, Nezan, belengaz, di destê xelkê de lehîstok. Xelkê hevsara me kiriye destê xwe, li gor kêf û menfeheta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojavê dide rojhelê. Ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê). Li ser vê gotinê jî em yek in. Lê..
KIRIN Û GOTIN:
Lêbelê, ji ber ko kirin û gotin ne birayên hev in, di dema kirinê de, destekî xedar me ji hev dike. Wextê gotinê ye. Em sed peyan in. Di gotinê de em ji hev derdikevin. Þtexalî li ser divêtiyê ye. Divêt holê bikin, divêt holê bête çêkirin. Ji vî sedî her yek ji ê din xurtir û zeximtir e. Wextê kirinê ye. Ji wî sed peyayî ancax deh peya mane. Ma çire?
Niho ezê rê bidim peyayên ko ji kirinê xwe dane paþ. Ew du sebeban þanî me didin û dibêjin:
1 – Tu tiþt ji min nayê, ma xwendina min jî çiye ko ez bikarim bikêr bêm…
2 – Ma tu nabînî, her kes neyarê Kurd e. Tu kes arîkariya me nake. Siyaseta ewletên ewropayê ên mezin hero bi awakî ye. Jib o xatirê miletên din, rûyê xwe ji me badane. Ji aliyê kirdê ve, di van gotinan de, tiþtên rast, heqîqetine eþkere hene. Lê ev tiþt nikarin me ji xebata xwe a edebî bi þûn de bihêlin. Niho em li wan vedigerin û dibêjin: Di xebata me ya îro de, heçî divê û di xwe re dibîne, dikare bi kêr bê. Çawan ?
Bi hînbûn û hînkirina elfabeya me. Yê ko bi sîh û yek tîpên Kurdî dizane, ew kes mamostayek e. Ji xwe tiþtê ko îro ji me re divêtin mamoste ne, mamosteyên gerok yên ko tîpên me di nav millet de belav dikin, xelkê hînî xwendin û nivîsandinê dikin.
3 – Rast e ko siyaseta dewletên mezin hero bi awakî ye û gelek caran ew siyaset ne bi daxwaza me ve ye. Bivê nevê ew siyaset bi me re, biwa karê me gelek hêsantir dibû û wî karî zûka fêkiyê xwe dida. Lê rexma ko ew siyaset ne bi me re ye, wê siyasetê tu caran xwendin û nivîsandina zimanê me bend ne kiriye. Heye ko nimînendeyên wan dewletan nav di me dane û gotine: Bixwînin û xelkê xwe bi xwendin bidin.
Heke em li hêviya arîkariya dewletan man Xwedê dizane ew arîkarî kengê têt. Heye ko yekem nayê. Ji lewre û herwekî medhelokê gotiye;
Þer bi lepê xwe, Þêx Adî nayê hawara te.
Herçî merhela ko em îro têde ne, merhela A û B ê ye. Lê heke me dil kir, em div ê merhelê re zû dikarin derbas bibin. Ji ber ko hînbûna A û Bêyên me, ji mehekê bêtir najo.
XWENDEVANÊN DELAL! Halê me Kurdmancan ev e. Û êdî sûc ne yê beg û þêx û axeleran, lê yê mineweran e. Ji lewre em gazindên xwe ji wan dikin. Herçî beg û axeler heke ew bixwazin jî, li ber xebata mineweran rabin, nema ji wan têt. Ji xwe birekî wan hevalên minewweran in û bi wan re li hiþyariya millet dixebitin. Mina Mela Enwer ko li Amediyê sûxteyên xwe hînî tîpên Kurdî dike.
Celadet Alî BEDIRXAN
* Rojnameya ROJA NÛ, Hejmara (1), Duþemb, 3 gulana 1943, Beyrût, Libnan, Xwedî û gerînend: Mîr Dr. Kamîran Alî BEDIRXAN