Al û nexþa Kudistanê çavên dijminan dêþînin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe



Elî Cefer

Li Elamanya yê, li her bajar û bajarokên wê, cejneke salan e, yan jî dusalan e tê lidar xistin. Bi zimanê elmanî jêre tê gotin: „ MultiKulturelles Stadtfest „. Yanê: „ Roja kulturnasîna hemwelatiyên bajêr “. Hemî neteweyên li wê bajarî hene ger bixwazin dikarin di wê rojê de, bi hemî eymetên xweyî netewî; bi muzîk, stiran, þal û þepik, û .... beþdar û hevpiþk bibin û konekî xwe ji belediya bajêr kirê bikin û têde xwerin, cil û berg û her taybetmendiyên kelepûra xwe pêþ netewên din bikin.


Cihê gotinê ye ku li Elmanya yê, pirtirî 86 netewe li ser xaka wê dijîn, vê lomê pêdivî bi rojên weha heye, çimkî weke zanyaran gotine; ku gava tu bixwazî neteweyekê binase, berî pêþ divê tu berê xwe bidî  kelepûra wê û ji nêzîk ve binase.
Bi rastî jî, dema mirov li ton rojên weha beþdar dibe, ji alîkî ve, gelek aliyên hevbeþ di pir kelepûr û çanda netewan de, dibîne. Û bi riya vê nasîna, mirov dikare aliyên neyên, ji ba û rêzik ( urf û adet ), bîr û bawerî û… ya netewa xwe ji aliyê din ve bibîne.  Dêmek lidarxistina rojên weha hemî netew û mirovên li ser xaka cîhana me, ji hevudu nêzîk dike, û rê li pêþ karên û barên hevbeþ yên ku pêwîstiya mirovatiyê roja îro, ji hemî rojan pê heye diqelþîne. Ji ber ku berjewendiya hemî netewan bi hev ve girêdayî ye. Êdî weke tê gotin, cîhana me bûye gundekî biçûk. Ew kesên vê rastiyê nebînin her û her wê li ber lingan biçin.    
Em werin ser babeta xwe. Roja Yekþema borî, 28, 06. 2009, li bajarê ( Vreden ) yên ku em lê dijîn, ev roja pîroz lidar ket. Me vê carê jî xwest ku vê delîvê ji dest xwe bernedin, loma jî, me çend malbatên Kurd yên li kurdîtiya xwe dipirsin û xwe pê serbilind dibînin, konek bi navê Kurda vegirt. Konê me, bi du alên rengîn û nexþa Kurdistanê hati bû xemilandin, û ligel hin xwarinên kurdî biroþorek ji çar rûpelan bi zimanê elmanî li ser rewþa Kurdan li herçar beþên Kurdistanê me amade kiribû, çi kesê dixwest agahiyan li ser Kurdan bizanibe, me hem bi devkî bersiva pirsên wan didan û hem jî ew biroþora pêþkêþî wan dikir.
Lê vê çalakiya me li xweþiya hin kesan neçû, nemaze Tirkan. Me didît hin kes li derdora konê me re diçûn û dihatin, lê xuya ye, çavên wan ji me nebirîn. Vêca çûn li ba komîta rêvebir li me gilî kirin; ku dewleteke wan serbixwe li ser rûwê erdê nîne û nejî navê Kurdistan li ser nexþa cîhanî heye, vêca çima û ji ber çi we rê daye wan, ku piropaganda siyasî ji Kurd û Kurdistanê re bikin? Divê hûn rê li pêþ wan bibirin, ala û nexþa Kurdistanê were xwarê.
Komîta rêvebir ji me xwest ku em vê rojê nekin rojek siyasî. Bersiva me jî, ji wan re ev bû: Beþdar ji xwe, berê xwe didin bin konê me, li nexþa Kurdistanê temaþe dikin û hin pirsan ji me dikin, ma bersivdayîn qedexe ye?. Pêre her miletê kon ji xwe re vegirtî ala xwe ya netewî lidar xistî, ma weke metelokek me Kurda gotî:“ Ji xelkê re tebet, ji me re rûbete??„. Raste welatekî me yê serbixwe nîne, lê rewþa îroyîn ya Îraqê; ku beþek ji welatê me li wir Federalî standî, li seraserî cîhanî hatiye pejirandin. Qunsilosa Elmanya yê jî li Hewlêrê hatiye vekirin. Tirk dixwazin derbasî nav Yekîtiya Ewropa bibin, lê Y. E. ji wan hin guhertinên dixwazin, ku di serê wan guhertinan de, pirsa Kurda çareser bikin, serok û berpirsên Tirkiyê jî dibêjin em di riya çareseriya pirsa kurdî ne, vêca eger peyvên wan rast bin, gelo çima ji konê me çavteng dibin??. Hûn çawa dewleteke weha çavsor û nijadperest dixwazin derbazî nav xwe kin?? û….. .
Yekî dinî Aþorî jî, çavtengiya xwe ji Elmana re diyar kir. Dema rêvebireka ahangê li nexþa Kurdistanê temaþe dikir, çû balê û jêre got: … Kurdan nexþeke evqas mezin ji xwe re çêkirine û dibêjin ev welatê me, … ewanan di xewê de, ev nexþ çêkirine… ev welata tev cihê bav û bapîrên me ye... ev ne welatê wane… . Dostê me, wek nankorekî xwe ji bîr vekir ku hikumeta Baþûrî Kurdistanê mafên Aþorî, Kildanî û Siryaniya ji hemî welatên din yên lê dijîn dane wan.  
Li herhal roja me serkeftî derbas bû, lê xuya ye, dijminên gelê Kurd, nemaze rêjîma Tirkiyê wê nikaribin zû-zû xwe ji wî mejiyê xweyî zingar û kufikî rizgar bikin. Ji xwe, Tirk ji roja roj de bi heyîk-meyîkên xwe dijminatiya gelê me dikin, û me giþa berî demekê axaftinên berpirsên wan ya ku dibêje: Ger Kurd Kurdistanekê li ser heyvê ava bikin, emê ji binî de hilweþînin bihîstin.
Herweha sala 2008 an, li Pêþengeha navnetewî ya pirtûkan li bajarê Frankfurt ê - Elmanya yê, hêrîþî cihê Kurdistanê kiribûn û nexþ û ala kurdî danî bûn, lê Kurdan dîsa bilind kirin. 
Lê ewnan nizanin ku „ Zemanê Etûno çû „. Dinya gelek hatiye guhertin, pirsên netewan, mafên mirovan û demokratiyê êdî neman pirseke hindurî, weke çerxa cenga sar, dema du sercem li cîhana me deselat bûn. Kurd jî ne Kurdên berê ne, hindik - pir hiþê wan hatiye serê wan. Vaye li Baþûrê welêt þewqa serxwebûnê têrîjên xwe davêje beþen din yên welatê me. Kîjan rojê bê wê gelê me jî bibe xudî çarenûsa xwe.
Cihê gotinê ye, ku du carên borî, hunermenda dengxweþ Evîna welat bi çend stranên xweþ va roja pîroz li bajarê me xemiland.

3. 7. 2009

 














Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1707