Zimanê Felafil
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Yasîn Hisên

Berî her tiþtî ez dixwazim ji xwendevana re gotina Felafil bidim þirovekirin.
Felafil:gotinek erebî ye û nave xwarinekê ye ku ji Nokên hûrkirî çêdibe û wan weke hevîr girover dikin û di nava zeytê de di qelînin, xwaringehên wê li bajarên Ereban pirin û weke axê ne. û ji ber ku ev xwarin gelekî erzane, bêtir kesên hejar û perîþan ji xwe re dikirin, û li gelek deveran Lefa Felafil bi (10) wereqê Sûrî ye, belê a Kebaba bi (60) wereqî ye.
Û ji ber ku goþt ji me û zarokê me re bûye mîna xewnekê, hema me tevda berê xwe daye Felafil, hema em tevde ji ber zikê xwe êvarî ranazên ji ber vê quzelqurta Felafil.


Eve Felafil û dastana wê di nava me de.. lê çawa zimanê me jî bûye zimanê Felafil, ew jî çîroka wê heye:
Yek caran ez jî mîna hindek hevalên xwe yek gotaran bi zimanê kurdî dinivîsînim, û kêmcaran bi zimanê erebî jî dinivîsim. Û þukir ji xwedê re ku kes gotarên me ên bi kurdî naxwînin, yana wê me bi sere dara vekirana. Ya giring ewe ku ez têm naskirin bi nivîskarekî kurd, û di temenê min û vê nivîskariyê de ez pêrgî kesekî nebûm ku ji min re gotin tu þaþ dinivîsîne, yan jî tu xweþ dinivîsîne- teqz ewe ku kesek wê gotarê naxwîne-yan jî ê dixwîne naxwaze dilê min bihêle, yan jî serî li min mezin nake.
Berî çendakî bûyerek bi min re çêbû, ku ez pêrgî çend dostên xwe hatim ku ew jî bi meselê nivîsandinê mijûl dibin…! Çawa ez rûniþtim yekî ji wan ji min re got:
- min gotara te a bi zimanê erebî xwend, gelekî baþ bû..seeta te xweþ.
Hema min nedît ku yek ji rûniþtiyan berê xwe bi min ve vekir û got:
- bira xuyaye tu zane binivîsîne, lê bi rastî yekhebin þaþîtiyên te yên ziman hene. Û di baweiya min de ku tu vegere Felafil wê baþtir be.
Hema ez di cihê xwe de matmayî mam, û min got:
-Weleh birê min, ez bi gelek zimanan dibhîzim, lê zimanê Felafil min hîna nebhîstiye.
Yekî din niqurçkek da min:
- kuro mebesta wî zimanî kurdî ye.
Wax….wax
Hema min got:
- erê yabo, xuyaye hingî em Felafil dixun, zimanê me jî bûye ê Felafil, xuyaye ê te tu têr Kebabe heyran.
Û wisa, ez aniha bi zimanê Felafil dinivîsînim, û belkî ku rojekê hat û qewimî û Kebab bên Qurûþa jî, ez dibêjim qey ne ez dev ji Felafilê xwe berdidim, û ne jî hevalê min dev ji goþtê xwe berdide...







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1698