Li ser dosya sunetkirina Jinan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 16 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Roza kurd

Çendak berê di malperên kurdî de ji aliyê EuroKurd Human Rights-HER de raporek ji sê beþan li ser sunetkirina keçan hate weþandin. Di wir de ji parlementoya Kurdistana azad re nameyek vekirî jî hate þandin. Di nameyê de hate gotin ku ”EuroKurd Human Rights li dijî sunetkirina keçan li Kurdistanê kampanyek daye destpêkirin. Kampanya me heta ku encamê bi dest bixîne dê bidome. Daxwaziya me ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikumeta Herêmê ew e ku sunetkirina keçan bi rêya qanûnî qedexe bike. Rê li ber sunetkirinê bigire. Kesên sucdar bêne cezekirin û komîteyek çavdêr bê avakirin ku pirs ji holê rabe.”


Piþtî vê raporê jî rêzdar Eziz Xemcivîn dosyak teybet li ser vê mijarê amade kiriye û ev rewþ bi reng û mînakan li ber çavên me raxistiye. Min ew dosya xwend û tev ku min berê jî gelek caran li ser vê mijarê xwendiye û nivîsandiye, dîsa nûjen ve êþiyam. Ez wan mirovên ku dest avêtine vê mijarê û ji raya giþtî re ji destpêkê û heta dîyar kirine hemiyan pîroz dikim. Di dosya Xemcivîn de pir zelal û vekirî ev wahþet bi wêne û mînakên dijwar hatiye dîyarkirin. Ev prosesa sunetkirinê çawa pêk tê, giþ bi wêne û detay vegotîye.

Bê gûman pêvajoya giran ku kurd û Kurdistan tê re derbas bûye sedema sereke ku heta van salên dawî bahsa vê pirsgirêkê nebûye û bê çareserî maye. Lê tabû ya li ser cînsîyeta jinê jî bûye sedem ku heta nuha bahsa vê pirsgirêkê pir kêm bûye. Loma jî amadekirina vê dosya yê bixwe li gor min cesaretek e. Ez bawerim gelek mirovên ku vê dosya yê dixwînin û dibînin þaþ û matmayî dimînin. Ji bo ku cînsîyeta jinê di nav Kurdan de weke ‘tabû’ ye wê gelek kes ji bo vê tarîf û rêdana bi detay bêtir þaþ bibin. Lê bi nerîna min, eþkerebûna wiha ku bibe alîkarîya çareserîyê, ji sunetkirina bi dizî bêtir bi rûmet e.

Bê guman ev sunetkirin ne tiþtekî nû ye. Li gorî em dixwînin û dibîhîsin jin vê yekê, bi cilêtan û di þertên ku ji bo tendurustîyê xerab e de pêk tînin. Dema behsa vê wahþetê dibe gelek pirs di serê mirovan de çê dibin. Dayikek ku ew bi xwe hatibe sunetkirin, herweha encamên xerab yên vê rewþê bi xwe dîtîbe, çawa dikare li keça xwe wiha bike?
Herweha bav bi xwe bi jineke weha “seqet” re zewicî be û ew bixwe bi encamên sunetkirinê re têkildar be. Wî bi xwe ku ev seqetî dîtibe çawa dikare destûrê bide ku qîza wî an jî keçên ji malbata wî seqet bikin? Ev herdû pirs bi serê xwe li bende bersivekê ne.

Hin mirov dibêjin sunetkirina keçan li hin civakan çand e û hin jî dibêjin ji bawerîyên olê tê. Lê hin zanîst jî dibêjin ne ji olê tê û ne jî ji çandê. Ez bi xwe ne bawerim ku ji çand ê an jî ji ol ê tê. Lê tê gotin ku di heman civakê de hin malbat vê yekê dikin û hin jî nakin û yên ku dikin jî bi dizî dikin. Heger ku ji ol ê an jî ji çand ê bihata, wê ew jî wek sunetkirina lawan eþkere bihata kirin. Ango ev bidizîbûn dîyar dike ku ne helwesteke çandî an jî ol î ye. Lewra nirxên olî û çandî kolektîfin û di civakê de ji bo her malbat û her mirovî/ê weke hev dimeþin.
Di çareserîya vê mijarê de bi taybetî gelek kar dikeve ser milên ronakbîrên Kurd. Divê, ew vê mijarê ji nîqaþê re vekin, nîqaþê li ser bikin herweha bala hikûmet û parlemena herêmê bikþînin ser mijarê da ku çareserîyekê jê re bibînin. Em hemî divê piþtgiriya wan kesên ku vê mijarê tînin holê bikin. Her bi çi hawî be

Lê bi qasî ez dibînim, hin mirovên ‘ronakbîr’ bixwe, hîna jî, xwe ji hin tabûya xelas ne kirine. Bi taybetî di mijara cînsîyeta jinê de. Hîn þaþ bikaranîna gotin û fikrên weke ‘namûsê’ xurt e. Mixabin ev jî gelek caran dibe sedem ku pirsgirêkên wiha ciddî di civakê de dimîne û bi tundî berdewam dike.

Ez hêvîdarim ev helwesta van mirovên ku dest avêtine vê mijarê û ji nîqaþê re vekirine jibo ronakbîrên din bibe weke mînak û roj bi roj ev kar û xebat bi hêztir bibe.

Link a dosya li ser sunetkirina jinan!
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=5229

Roza Kurd
2009-06-15
rozakurd@hotmail.com

Jêder: rizgari.com








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1688