Pêşveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-4
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 16 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Peymana Civakî ya Rosou behsa ramana vîn, îradeya giştî wek nûnerê peymanek sincî (exlaqî) di navbera civak û takekesan de, ku dibe sedemê avabûna dewletê, dike. Li gor vê yekê, jêdera desthelatê îradeya giştî ye, ya ku rê dide welatiyan ku berjewendiyên xwe yên derekî biguherin bo hin bingehên giştî yên pêwîst ku takekes têde dest ji beşekê azadiya xwe berde, bi mebesta cîbicîkirina ewlekariya civakê û aşîtiyê.


Peymana     Civakî ya Rosou mirov ji xurista wî ya pêşîn derdixe, ji bo wî bike mirovekî tam. Rosou *7 di wê baweriyê de bû ku her mirovek xudan buhayek û rûmetiyekê ye, û civak di rewşa xweyî nihoyî ya gendel de nahêle mirov hemû şiyanên xwe bikar bîne. Peymana Civakî xwe dispêre civatekê ku di riya îradeyeke giştî de tête kontrolkirin, ji ber ku parastina berjewendiya giştî rê vedike ku her takekesek armancên xwe yên taybet pêkbîne. Îradeya giştî, civak û takekesan ji encamên xirap yên xwe-perestî û gendelî û keysperestiyê diparêze. Her ew rêyan di navbera civak û takekesan de misoger dike ku di heman demê de armancên kesayetî û berjewendiyên taybetî têne parastin. Ji xwe ji encama van ramanên Rosou bi taybet bîrdoziya wî ya Peymana Civakî û îradeya giştî bû ku di sala 1789-an de şoreşa Fransayê vêket.

Di pêvajoya pêşveçûna ramana nûjen de, ramanên Adem Smith-ê Înglîzî ciyekî taybet digirin, nexasime pertûka wî ya bi navê (Samana Neteweyan). Di vê pertûkê de, cara pêşî bû wî dîtina burciwazî ji demokrasî û civaka sivîl re pêşkêş kir. Aborî, di sedsala 18 an de bû damarê jiyanê yê civaka pêşkeftî ya Ewropayê. Aboriyê bandora xwe li ser hemû aliyên dinê jiyanê kir. Adem Smith ev yeka tekez kir û daxuya kirin ku dabeşkirina kar bingeha jiyana aborî û siyasî ye û merca başbûna sincî ye di pêkanîna demokrasiyê de. Adem Smith dixwest bazara azad civakê rêkbixe ji ber li gor wî ew bazar ne kesayetî bû; pîvan-krîterên kevin wek saman û poste û navê malbatê û rûmetê…htd ne giring bûn di aboriya nû ya bazara berhemanîn û berhemxurî û qazanc û firotanan de.
Smith bazar wek mêkanîzmek objektîv û adîlane ji bona rêkxistina jiyana civakê didît. Bazar wek bingeha aborî ya pêşerojek hêvîdar dikare bi dadmendî kar kontrol bike, lê tenê di şert û mercên demokrasî û serweriya yasayê de*8. Dema ku A.Smith-î meyldariya lîbêral derbirî û daxwazên kesayetî bi ser berjewendiya giştî de girt û civak di ser dewletê de tekez kir ku tiştek heye berjewendiya taybet bi ya giştî ve girê dide, ew jî (destê nehênî) ye, anku Smith didît ku takekes li gor pêwîstî û berjewendiyên xwe yên taybet tenê tev digere, û berjewendiya giştî li paş guh dixe, lê tevî vê yekê jî parastina berjewendiya taybet ya takekesan bihêz dibe eger ku berjewendiyên giştî parastî bin, Smith ji vê girêdana navxweyî re dibêje(Destê Nehênî) ê ku mirov dixe liv û tevgerê de bê ku haya wî/ê jê hebe. Her weha, Smith-î sê erkan dixe ser milê dewletê de:
- Parastina civaka sivîl ji êrîşên derekî, ev jî nabe bê hebûna artêşê.
- Parastina endamên civakê ji zordestiya hevdu, ev jî pêk tê bi hebûna alaveke dadwerî ya serbixwe û çespandina dadmendiyê û parastina maldariyê tevî misogerkirina azadiyan.
- Damezirandin û parastina sazî û dezgeh û karûbarên giştî di gel pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakî.

Ramangîrê Frensiz Muntêsko xudanê para bêtir e di warê rohnkirina giringiya dabeşkirina desthelatiyan û sîstemkirina peywendiyan di navbera desthelatên giştî yên dewletê de ji bo rêgirtina desthelatiyek taybet dest deyne ser îqtîdarê û çênebûna dêspotîzmê, anku cîbicîkirina demokrasiyê û parastina azadiyan. Dibe ku ramangîr Con Lockî beriya Muntisko giringiya dabeşkirina desthelatiyan diyar kiribe di kitêba (Hikûmeta Sivîl) a ku di sala 1690-î de derket. Lock di vê kitêba xwe de pêwîstiya dabeşkirina desthelatan şîrove kir û ew kirin sê beş:
- Desthelata Cîbicîkirin ê.
- Desthelata Yasadanan ê.
- Desthelata Yekgirtî, û tekez kir ku herdû desthelatên yasadananê û cîbicîkirinê (tenfîzî) divêt ji hev werine cudakirin. Hincet, behaneya Lockî ya pêwîstiya cudakirina desthelatiyan ew bû ku xwezaya karê desthelata cîbicîkirin ê hebûna wê bi berdewamî ferz dike di dema ku ne herdem pêwîst e desthelata yasadananê (parlemento) hebe, her wesa têkilkirina herdû desthelatên gotî di yekê de dê bibe sedemê peydabûna zordesî û dîktatoriyê*9. Her çewa be jî, prensîba cudakirina desthelatan bi rengekî eşkere û zelal li ser destê Muntêsko hate avakirinê dema pertûka xwe ya bi nav û deng-Giyanê Yasayan- di sala 1748-an de da çap û belavkirinê, wek yekem pertûk di warê civaknasiya siyasî ya nûjen de tê hejmartin, nirxandin.
Muntêsko di kitêba xwe de dibêje:“ Çi kesê desthelatiyek hebê bi xirabî wê bikar tîne heta tiştek wî radiwestîne, û tenê desthelatî dikare desthelatiyê rabiwestîne, lê rê tê girtin li pêşiya rawestandina desthelatekê eger heman kes serkêşiya her sê desthelatan bike yan jî heman heyet, ku di yek demê de yasayan deyne û wan cîbicî bike û dadweriyê bike wek kombûna her sê desthelatiyan di destê yek kesî yan yek heyetê yan yek partiyê de, dê azadî bidawî were, ji ber ku heman walî yan partî dê yasayên dêspotîk deyne û dê bi riyek dêspotîk wan cîbicî bike. Her wisa, tecrubeyê dûpat kiriye ku çi mirovek xudan desthelat be dê bi rengekî xirap wê bi kar bîne, heta rastî sînorên ku dikarin wê rawestînin, were. Xêrxwazî bi xwe jî hewcedarî sînoraye.
Muntêsko weha desthelatî kirin sê beş, yasadanan, cîbicîkirin û dadwerî, û erkên her yek ji vana destnîşan kirin. Dabeşkirina Muntêsko cuda ye ji ya Lock î ji ber vê çendê ku ew dadweriyê dike desthelatiyek serbixwe, berovajî Lockî ê ku dadwerî nexiste nav desthelatên giştî yên dewletê de. Muntêsko bi pêwîst dizanî desthelat ji hev cuda bibin û her yek çavdêriya ya din bike, ta ku sînorên xwe derbas neke. Armanca wî ji dabeşkirina desthelatan dîtina balansekî di navbera wan de bû û hevkariyeke ji bo cîbicîkirina erkên xwe di bin siya çavdêriyek hevbeş di navbera wan de. Di encam de, rêgirtina li pêşiya avabûna hikûmetek dîktator û damezirandina dewletek yasayî tevî parastina mafên mirovan û welatiyan û azadiyên giştî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1687