Gula mala we
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



 
Ezîz Xemcivîn

Hîn jî ew gula ko min ji mala we anî bû,
li pencera min e.
Wê ber bi sînga xwe ve dikim.


Bihna te ji geþbûna gulê dikim,
Dixwazim ji sîwana hilûya wê
henaseyên xwe vejînim.


Elindeke þîrav ji dêmên gulê li helbesta min hilat.
Dema helbestê bi roniya wê xêrhatina sibehê kir.


Pênûsa min ji bejna berberojkê,
xuncên hevokên xwe diyar kir.
Nasnameya xwe ji kenê te wergirt,
û kirasek ji buhara jînê poþand.


Lalbûna zimanê çav têkçû
û zimanekî nû hate afrandin.


Darek bi çar tîpan, berhem da.
Toreyeke zindî bi kilçîvê biþirandina sorgulê
navê te hat nivîsandin,
E.V. Î. N.

Hevdîtin

Dema li ber te dirawestim,
dikarim tirêjên awirên te bi dilbijîna xwe bihûnim.
Dikarim geþbîniyê di sinbilên tîpên xwe de gur bikim,
û dikarim paleyiya pendên ciwan li baxê jînê bikim.


Dema te dibînim,
bi hêminiya þevê û bêdengiya heyva rêwîng hest dibim.
Dikarim te di bîbokan de bicih bikim,
û dikarim hevirmêþê serdemekê li ber meþa te raxînim.

Erê, ko te dibînim,
ji nû ve zimanê pênûsê digere,
û gotin bi çarlepkan diçin.

Hertiþt li dora þîrava hevdîtinê dibin heng,
û di kewara hiþ de dicivin.


Dema te dibînim,
hinavên min jî li hev diherbilin,
û bi lalbûna hemî hestên xwe hay dibim.


30.05.2009

Dubey

Ezîz Xemcivîn








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1681