Nerîna Turkan di kêşeya Kurdî de tê guhartin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Berzo Mehmûd

Îsal di van çend heyvên bûrî de, em li ser kenalên televizyonan dibînin û bi guhê xwe dibihîzin ku pirsa Kurdî di civata Turkiya de, çi rewşenbîr û çi siyasetmedar, çi hikûmet û çi serokê herî bilind di hikûmetê de wek Gûl dema dibêjê giring e û gelek giring e ku em pirsa Kurdî li Turkiya çareser bikin, û berî vê jî hikûmeta partiya Erdogan kenalek bi zimanê Kurdî vekirin, dan û standin û guftûgo li ser kêşeya Kurdî di nav rewşenbîrên Kurd û Turk de bi rastî weha diyar dibê ku Hikûmeta îro ya Turkiya dixwazê gavine ber bi çareserkirina kêşeya Kurdî de bidê. Ev gav çi biçûk û çi mezin wê rê hin bi hin li pêşiya Kurd û Turkan xweş bikê ku bikarin gavine feretir bidin.


Di baweriya min de ev bîrûbaweriyên nû li nik Turkan tiştekî nû ye, ji ber ku ticarî me nebihîstibû serokên hikûmetê weha hişkere û vekirî behsa doza Kurdî bi başî bikin. Her dem digotin Kurd li Turkiya nînin, yan Kurd li Turkiya her Turk in, û ti kêşe bi navê kêşeya Kurdî li Turkiyê nîne. Navê Kurd li Turkiya qedexe bû. Ji despêka sedsala bîstan de, ji Kemal Etaturk bigire heta vê gavê her Turk wek hikûmet kar û bizaveke xurt dikê bo ku Kurdan bi hemî awayan di nav Turkan de bibişêve, zimanê wan biguherênê, zimanê Turkî dixê şûna zimanê Kurdî de, û ta radeyekê qûnaxeke tewaw di vî warî de daye, û gelek Kurd ji aliyê ziman ve xistine Turk. Ta radeyekê Kurd weke kêmnijad daye xuya kirin, û kurdayetî li ber çavê Kurdan reş kiriye.  
Turkot Ozal carekê xwest li vî dergehî bixê, û hîn di despêkê de çend gotin di vî warî de hişkere kirin, lê mixabin me nedît ku ev camêr bi destekî nediyar hate kuştin ji ber hin nerînên baş bo çareserkirina kêş Eya Kurdî li Turkiya. Xûşka Leyla Zana carekê di berlemana Turkiya de bi zimanê Kurdî axivî ku pê sond bixwê, hikûmeta Turk ev yek wek kufrê dît û xebatkera Kurd nih salan xistine zîndanê de. Ma ne ew bûn ta berî çend salan digotin em nahêlin dewletek kurdî li ser heyvê jî çêbibê. Digotin ev Barzanî yan Talebanî anceq serokê êl û hoza bin, ev ne xercê bibin hikûmet û em wan wek hikûmet nabînin, û em bi wan re rûnanin.

Lê va ye îro roj berpirsên hikûmeta Turkiya bi awakî resmî bi hikûmeta Kurdî ya Kurdistana Iraqê re rûdinê. Va ye Erdogan kenalekê bi zimanê Kurdî vedikê, û têde bi kurdî bixêrhatinê didê. Ev kar çi siyaset bê, çi berjewendiyên partayetî bin, her ev bi xwe gaveke baş e berew xêrê de diçê, berew aştiyê de diçê, berew çareserkirina kêşeya Kurdî de diçê. Vê gavê hişt ku mirovekî Kurd wek hêja Ehmed Turk dengê xwe bi Kurdî di civata berlemana Turkiya de bilind bikê û bêjê bes e êdî, bes e, em jî wek we miletek in! em Kurd in, em ne Turk in, zimanê me jî heye! Çima hûn li vê rastiyê mikur nayên!!! Bi rastî, vê gavê, ango dengê Ehmed Turk dengê mêrxasiya zanayekî Kurd bû ku zanî bi hostayî di demeke taybet de û di cihekî taybet de dengê xwe bilind bikê, ku vê yekê civata berlemana Turkan livand û giyan xiste pirsa Kurdî de. Berî vê jî Yaşar Kemal bersiva Erdogan dabû, dema got Turkiya ne tekziman e, ne tekmilet e, di Turkiya de gelek milet hene, gelek ziman hene, ne wek Erdogan dibêjê. Ev danûstandina han ji alîkî ve, û encamên hilbijartinên serokê bajaran di devera Kurdî de ku nêzîkî heştê ji sedî kurdan xiste bin destê xwe de, vê yekê nerînên Erdogan li bin guhê hev xistin. Vê yekê da xuya kirin ku Kurdên îro ne Kurdên berî bîst salan e, Kurd îro roj bi hişkere doza mafê xwe dikin, û bi zanebûn doza mafê xw dikin. Ne tenê wilo jî, sala par, ango sala 2008-an, şerê Zabê, di baweriya min de, bû hokarekî bingehîn di guhartina nerînên Turka de çi wek hêzeke leşker û çi wek hêzeke siyasî, ji ber ku ev ne cara yekê ye ku Turk xwe li vî şerî diceribênin, her ew têde dişkihin, nikarin ti encaman ser bixin, lewre ji bêçareyî berê xwe dane çareserkirinê. Bi rastî ji xwe ya aqilmendî her ev e, em jî wek Kurd ne şerxwaz in, em her aştiyê divin, û şerê me jî her bo aştiyê ye, bo ku em jî wek miletên dîtir bi zimanê xwe bixwênin, di bin ala xwe de serê xwe hildin. Em ne dijminê tikesî ne, em hez mirovan dikin, wan mirovên ku hez me dikin, lê yê hez me nekê, em jî hez wî nakin. 

Wek diyar e bizava Kurdî bi serokatiya baskê siyasî yê Pkk û bi alîkariya hemî rizgarîxwazên Kurd li Turkiya siyaseteke aqilmendane tajonin, ku mil bi mil ligel parçê dîtirî Kurdistan ku ew jî herêma Kurdistana Iraqê ye pilan û tektîkên xwe peyrew dikin. Danûstandin navbera berlemaniyên (DTP)ê û siyasiyên Kurdistana Iraqê piroseya tektîkê di bîr û fikirê Kurdî de didê xuyakirin. Her ev jî tiştekî gelek baş e ku Kurd li şûna ku xelk bi wan bilîzê, ber e ew bi xelkê bilîzin, yan bi kêmanî haj xwe hebin, ku yên dora wan fen û xapan bi wan nekin.

Dema serokomarê Turkiya, Gûl, dibêjê Kurd di bin siha dewleta Osmanî de yek bûn, ev bi xwe hin amaje dixê ser rehendên kêşeya Kurdî de, nemaze piştî ku petrol û benzîn di erda Kurdistana Iraqê de derket û kompaniyên ecnebî sûdê jê werdigirin. Heçkû Turk jî, girîza devê wan bi vê neftê re diherikê, ew jî dixwazin behra xwe jê bistênin. Baş e, ev ne xem e, ber e behra wan jî hebê, em dixwazin berjewendiyên xelkê bikevin nav Kurda de da ku bi van berjewendiyan bêne tehfdan, îdî ew bi xwe li çareseriya kêşeya Kurdî bigerin. Di baweriya min de Gûl dixwazê cihê lingê di nav Kurdan de çêkê, ji ber ku bêhna neftê tê pozê wî, êdî nema kêşeya Kurdî wek ziyanbar dibînê, ne tenê wilo jî xewnên Osmanî dibînê ku bibê rastiyek û parçê herî xweş û herî zengîn ji Kurdistanê bi awakî himbêz bikê. Çima na? Ne dûr e siba şerek navbera Kurd û hikûmeta Iraqî de pêkevê, ne dûr e Kurd doza serxwebûnê bikin, yan veqetandinê ji erda Iraqê, û xwe dev bi Turkiya de berbidin, ku her ev jî li gor berjewendiyên dewletî werê, ku Turkiya bi hawbeşiya Kurda bi awayê konfîderalî navbera du netewên cuda de (Kurd û Turk) bibê hikûmeteke xurt di Rojhilata Navîn de. Lewre yekîtiya Kurdan tê bîra Gûl. Guhartin di jiyanê de tiştekî normal e, lê eger mirov kartêkirina wî di van guhartinan de nebê, nikarê bibê hokarek di nav tayên vê guhartinê de, ango eger Kurdistana Iraqê nebûbane hêzeke abûrî û komelayetî û siyasî serbixwe, Turkan jî îro ev gotin nedigotin. Eger Kurdistana Iraqê bi hemî pêçêbûnên xwe ve di bin destê yekî weke Sedam de bane, tukesî guh li Kurdan nedikir, ne li yê Iraqê û ne li yê Turkiyê. Lê dema Kurd li parçekî bibin xwedî hêz û berjewendîyên xelkê bi wan re drust dibin, lewre li wan dipirsin. Ji ber wilo ya baş ew e em ji hev re bibin pişt, ya pêwîst ew e parçeyên Kurdistanê ji hev re bibin palpişt wek stratîcî da ku bibin hêzeke siyasî û abûrî û kolmelayetî ku berê xelkê bi xwe ve bikişênê.
Pêwîst e siyasetmedarên Kurd guhê xwe qenc vekin, û çavê xwe baş bell bikin, û bikarin lîstikê xwe di meydanê de li gel berjewendiyên Kurda bikin.

2009-06-06







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1672