Kerkê kerbajo bes hevalê min bajo (LÎSTIKA ZAROKA)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Luqman silêman
luqman_sileman@live.se  

ev lîstik yek ji lîstikê zaroka ye li devera Dêrika Hemko û dibê ku li deverin dîjî zarok pê dilîztin di dema wê de.
Ev lîstik di her demê salê de li nik zaroka pê dihate lîstin bê goman di dema ku zarok hîn bi lîstikê Filkilorî di lîstin çimkî îro zarokê me bi wa lîstikê Filklor yê berê nizanin...
Ev lîstin ji du beþan pêk tê.
Hijmarek taybet ji vê lîstikêre nîne yanî ta bi bîst kesa di karin ji xwere bilîzin..


Wê herdû beþ bibin rêz li pey hev bisekinin lê biqasî þeþ mitra wê di nav bera herdû beþan de valeyî hebê.
Wê endamê lîstikê hemî destê xwe giroverbikin û deynin pêþiya çavê xwe (wek dûrbînê) wê yek ji beþê ku li paþ sekiniye herê serê xwe bidê piþta yekê ji beþê li pêþ sekinî.
Dema ku wî serê xwe da piþta wî gerek ew bi meþê lê çênabê ku ew li dora xwe binêrê da ku nizanibê kiye wî dajo û wê ewê dî wî bajo ta ku hevalek wî bêjê kerkê kerbajo bes hevalê min bajo. Dema ku ev gotin hate gotin divê biseknin.
Li vir gerek yê ku serê xwe dabû piþta endamê beþê dî. nas bikê kîbû got kerkê kerbajo hes hevalê min bajo. Heger ku yê di hate ajotin naskir kîbû ew dajot wê hevalekê wî werê bi herdû lingê yê ku ew dajot bigrê û wê yê ku di meþî li ser piþta yê ku serê xwe dabû piþta wî ta ku bighin ciyê ew jê meþîbûn lê heger ku wî nizanî ew kîbû ew dajot wê serê xwe dabû piþta wî li ser piþta wî rûnê û wê hevalekê wî werê bi herdû lingê wî bigrê û wê ew li der destê xwe herê ta bighê ciyê ku jêhatîn...
 Bi vîrengî lîstik ber dewam dikê ta ku ew zarok ji  lîstikê kuh dibin....







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1670