Oso
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Hisên Abbas

Oso û diya xwe, her car diketine qirka hev.hîn ji klasên medresên navendî de, wî digotiyê ku  Bekelorya xwe bistênê, wê here Elmanya cem apê xwe. Çi cara ku wî behsa Elmanya dikir, diya wî dîn dibû, û digot :” korê min, eve bîst salên xalê te ye ku li wan dera ye, ka ji min re,  bê heya niha çi bi ser xistiye ?
û weha berdewam dikir û digot “ ne mal û ne mewdan girêda . Ew xwendina ku wî li wir kir, karîbû li welatê xwe jî bike.dawî çû jineke gawir anî û zarokê wî jî hemî wê bine gawir. “ ku diya wî ev digot, Oso lê divegerand û digot “ na wella, xwedê te  ji çavan bi sitrênê, ti gelkî zana yî.” 


Wilo bi qeşmerî, berdewam dikir û digot “ ka  ti ji min re nabêjê, bê te li kîjan zanîngehê û li ber destê kîjan profîsorî xwendiye? “ û berdewam dikir “ ti ji min re nabêjî bê birayên wî û hevalên wî yên ku li virin, çi biser xistine? . wan jî, her yekî jinek ji xwe re anî û komek zarok bi du wan ketine û dikin û nakin nanê zikê xwe peyde nakin.” Hin Oso gotina xwe bi dawî netanî, diya wî gotina wî dibirrî û digot “ de here, çepelê heram. Ka bêje min bê kî li vir ji nêza miriye ? “ Oso jî di cî de lê vedigerand û digot “ Welleh, bi sedan dimirin, û di bine kelaş. Ma heme dinya tev, nan û xwarina zik e, qey ? Diya wî di cî de, bi zirt, bi ser de hildibû, û lêdivegerand û digot “ Wilo nebêje, xwîzik. Ti zanê, kû ti halo kufir dibê! Her keskî kû Xwedê didê, rizqê wî pêr dişiyenê, bes bikufire, ha, wê xwedê belana ji te re bişiyenê.
Diya Oso hê jî dixwest şîretê xwe berdewam bikê, lê Oso hew karîbû xwe bigirê, berê xwe dida diya xwe û bi hêz û bi me`dekî tirş digot “ yek nema karê li ser tiştekî bi-axvê. Merev çi bêjê hûn bi dîn ve girêdin û hûn yekî yekser dikine kafir. Wellah tu dibê, Cinet û cehnema di destê we de ye. Ma ez derewa dikim ?  Û weha berdewam dikir u digot : “ Kesê here derve, dinyayê dibînê û çav bel dibê û zanatir dibê û nanê xwe jî dixwê.” hinkî xwe nêzîkî diya xwe kir, weke ku bixwazê wê bide famkirin, û hinkî bi nermtir berdewam kir “ ka xwedêkî ji min re bêje, kî li Elmanya ji nêza miriye ? wî dixwest hê jî behsa Elmanya jê re bike. Diya wî serê xwe dihejand û digot “ kurê min, bi serê teyê delal û şêrîn, ez zanim bê kula dilê te çiye! Fedî neke, kurêm, bêje. De ka ji min re sûnd bixwe, bê tu ne ji boyî keçikên Elmanya yên beredayê diçê?
Oso, hinkî xwe dikenand, û ne dixwest ku diya xwe bixeydênê û digot “ ez nizanim bê kê, xwdê jê ne razî bê, ev çîrok kirîye serê te de, ko heme keçik li Elmanya, li sikake beredayine.diya wî, cilê şiştî di pêçand û di danî li ser hev. Bala xwe dayê ku bi zorê pêre nab ê. Xwe di beşişand û digot “ ez qurbane kurê xwe, aqilê xwe bike sere xwe. Ti çiqa berê bi eqil buyê. min çi ji te re digot, te bi amin dikir.
Vêce, qurbana kurê xwe me, bekelorya xwe bistêne û here zanîngehê. Yan ku te bivê, hîn berî ku tu here xwendinê, ezê te bizewicênim.  Bi soza xwedê ku bi pêxemberê xwe re dayî, destê xwe tu bi keça kê ve bikê, ezê ji te re xwazim.“ Berî ku diya wî pê de herê û jêre nerm xweş bikê, berê xwe dida diya xwe û digot „ çi cara ku em  behsa Elmanya dikin, ti ji min re çîroka jinê divegerênê. Ti karê, ji kerema xwe, hew ji binî, behesa jina ji min re bikêkê! „ û bi qeşmerî berdewam dikir û digot „ kengî ku min xwest ez jinê bênim, bi soz, ezê êm ji te re bêjim û îda hingî, dest û lingê te ji te re,  û bi kêfa xwe, yekê ji min re bixwaze.
Diya wî, fam kir ku qeşmeriya dikê, raşte cilê ku danîbûne ser hev, berê xwe da oda dî, û bi hêrs, di ber xwe de digot „ lawo, hûn zarwê vê heyamê, ra li we na bê. Hûn weke, berazê bi mermulin. Ma şitxalî bi wer dibê, qey? „
Çi cara behsa vê meseletê dibû, Oso û diya xwe qirik li hev ziwa dikirin û dawiya wê dibû xeyd û pevçûn.
Oso herroj diçû Dibistana xwe û di wê navberê de roj û meh zû derbas dibûn. Sala ku Oso bekaloriya bû,  xalê wî yê mezin çû ser dilovaniya xwe, jiber wilo jî, xalê wî, yê li Elmanya, mecibûr bû kû bê ser termê wî û li maziya wî hazir bê. Piştî demekê, Xalê wî hat, jiber wilo jî, hemî nas û ehl, dost ji bajêr û gundan hatina serdana wî. Rê û rêwanî nema bû li mal, hin li mal û hin li hewşê di rûniştin.
Bi hatina xalê Oso ji Elmanya, dîsa piringê vemirandî yê çûna Elmanya, gur û geş bû. Gelek caran xwe nêzîkî xalê xwe dikir, de pirsna jê bike, lê ji pirrbûna milet, rê pê nedikt. pirr bi balkêşî, li cil û bergê, rûniştin û danusitandina wî bi civatê re, dimeyzand. Car caran, ku didî, hinkî dora xalê wî ji mêvanan, sivik dibû, xwe nêzî wî dikir, û hin pirs jê di kiri, lê bilez. Xalê wî jî, bersiva pirsê wî bi nermî û bi denkekî nizim, dida.her kû mêvan dihatin û pirs ji xalê wî dikirin, heya ji Oso dihat xwe nêzîk dikir, da ku dengê wî bikeû bi bihîzê bê çi ji wan re, liser Elmanya, dibêjê û çi tiştê digot û dibihîst, pê xweş û intrêsant bû.
Herşev ku di çû nav livîna xwe jibo ku xewkê, kir ûnedikir xwa wî nediht. Raman û xeyalên wî ew di birine dûr û tannin. Berî kû xalê wî bê, bi demekê, xwendina wî, gelkî kêm bu bû. Lê piştî hatina wî, morale Oso cardî bilind bûn û dîse hêviya wî di çûna Elmanya de bi hêz bûn. Êvaran, kû dima bi tenê di nav livîna xwe de, bi xwe re di-axivî û digot “ Oso, hey malxerab, bixwêne, dema ezmûna te gelekî nêzîk bûye, bixwêne, da kû ti bekelorya xwe bistênê û ti jî ji xwe re here wan welatan.
Heta li Oso dibû sibih, bi sedên xewnan didît. Carna xwe dît kû di cî de Pasporta xwe derbixê û xelk li benda dora xwe ne, û bi hezaran li devê derîne, û ew jî hatibûn ji bo pasportên xwe. Bi zor û bi zehmetî xwe, di nav xelkê re dikir, da ku xwe bigihênê karkerê ku pasporta çêdikê, kû digiha cem, yê karker jê dipirsî û digot, ji kerema xwe, bi lez, îşê min pirr heya, ka pelkê xwe bide min. Oso destê xwe di kirne berîkê xwe dakû pelika bidiyê, bi heyecan, li wan digerih, yan nedidîtin, yan kû didîtin ku va hemî şil bûne, û tiştek  li ser xwiya nedikir. Ca yê karker pêde dixeyidî, û bi serhildibû û bi milê wî digirt û ji oda xwe derdixist  û tehfek lê dida û digot, heydê biqeşte, tu hatiye pastportê, yan tu hatiye henkê xwe bi me dikê.Oso, fedî dikir û pîs pîse, qemçika xwe dixwerand û divegera. carina xwe dî kû di didê pey tirmbêla kû wê pê herê ciyê pasportê, û kir û ne di kir, ne dighayê, û bîna wî teng dibû û ji xew hildicenî.
Ji dema kû xalê wî hatibû, ew herşev îşê Oso û xewnê wî ev bûn. Piştî çend rojan, xelkê kû dihatin teaziyê, hêdî hêdî, kêm dibûn. Oso jî car caran xwe nêzîkî xalê xwe dikir jibo çend pirsan jê bikê.
Diya Oso û xalê wî, ew çend sal bûn kû hev nedîbûn û gelkî bêrya hev kiribûn. Her kilya kû derft çê dibû, bi hev re di rûniştin û li rewşa hev dipirsîn. Ji vir û ji wir, carekê diya Oso ji birayê xwe re dibêjê û xwe dexîlî wî dikê û digot „ birayê min, ev heye demek ku ez û Oso dikevine qirka hevde, li ser çûna Elmanya. „ u wilo bi gazin û bi lav lav xwe dexîlî wî di kir û digot „ dilê min tê govaştin kû ev sêwertal behsa wan welata dikê, vêçe, ez qurbana te me heger pirsa wan dera ji te kir, pê nexweşke û bi xirabî behsa wan dere bike.“ Birayê wê jî xwe dikenand, û di dilê xwe de digot, ji mer baştir e kû newê, ji ber kû bê wê bê bela serê min û dilê wê dixiste cî de û di got „ xweham, ser sera û ser çavan, te li min heya kû heya ji min bê kû ez di çavê wê de reş kim. „
Heya Oso qet ji vî tiştî nebû û nedihate bîra wî kû diya wî wê di pişt wî re bi xalê wî re rûnê û behsa vê meseletê jê re bikê.
Rojekê xalê wî zû, berî herkesî, ji ser xwarnê rabû û çû ciyê xwe rûnişt. Oso, nemerdî nekir û bilez, xwe nêzîkî xalê xwe kir. Dema xalê wî ew dî, xwe beşişand, û got, ha….xortê delal, tu çawayî? Tu sefê çenda yî, û xwendina te çawa ye? Oso bilez xwe nêzîk kir û di dilê xwe go mala xwedê ava kû wext hat de ez pirsina jê kim, berî kû kes werê. Oso jî xwe beşişand û bi ser de diçû, û bi şerî, bersivên wî di da. Zor sipas xalo, ez sefê dozdeha me û xwendina min jî, serê xwe hejand u kenî, û go, başe, başe.
Xalê wî jê pirsî û got „ vêce, bê bela û tifaq, kû te bekelorya bisitênê, ti dixwazê çi bikê? Û pirsê xwe berdewam kir „ tê, xwendina xwe timam kê, yan tê zewicê ? helbet, tiştin di serê te de hene ! „.
Oso ji xwe re got kû mala xwedê ava kû wî ev pirs ji min kir û riya min kin kir. Oso serê xwe bire vî alî û wî alî û bi nerme  û di ber xwe de got “ Wele, xalo, ez jî dixwazim werme Elmanya. Dema kû xalê wî gotina Elmanya bihîst, serê xwe bir û anî û rûyê xwe hinkî qermiçand û birhên bi ser çavên xwe de nimzkirin, hew mabûn kû bikevne cavê wî de, û sê çar caran, di ber xwe de, gotina Elmanya vedigerand. Oso di cî de ma û weke kû tu şeqamekê lê bixê,  gelkî fedî kir û poşman bû kû jê re got.
Oso xwe girt û sekinandina xwe hebkî rast kir û wilo dixwest ji xalê xwe re bide xwiyakirin kû ne xema wî ye, nav di xwe dida û berê xwe da xalê xwe û li benda bersiva wî dima. Di wê navê re, kesekî xwe nêzîkî xalê wî kir û jê pirsî ka me wê çayê vexwê. Sere xwe, hinkî tewand û gotyê erê ezê vexum berê xwe careka dî da Oso û got “ Elmanya… Elmanya, naxwe te got Elmanya. “ hinkî cihê xwe li ser kursî xweş kir û berê xwe da Oso û got “ xwarzê, bi serê te, ti xêr di Elmanya de jî nemaye.” Jibo bihtir kanibê bixê serê wî de, bakiryê û li cem xwe runand û gotina xwe berdewam kir û got “ xwarzê, ma hatine Elmanya hesanî ye  qey ! Elmanya jî ne weke berê ye. Gelekî qanunên di derbarê penaberan de asê û zor kirine, kesên kû nû niha tên wan rê dikine kampan û xwarinê didine wan, yanî, nema pera didine kesî û dan û sitandinê bi wan re dikin weke hebisçiyan. “ her wilo berdewam kir û got “ nema weke berê jî heqê rûniştinê bi hesanî didin,. Ji sedî didine yekî, ew jî divê çîroka wî li gor dîtina wan rast be, yanî divê rastî siyaset kiribê. “ Oso bala xwe dayê kû wê gelekî pêde biçê, berê xwe da xalê xwe û bi nîv kenî jê re got “ berî demekê, ne ji zû ve, kurê mala Remê çû û di demeka kin de heq sitand. “ xalê wî di cî de gotina wî birî û got “ne me niha ji te re got kû ji sedî yek heq distênê, hey, xwedê hiştî. “destê xwe evête pakêta çixaran, û çixarek pêxist û bê dilê xwe berdewam kir û got “ xwarzê, bi ya xalê xwe bike, kû te bekelorya xwe, bê bela, sitand, xwe fêrî sinatekî bike, bi rastî, ji xwendinê û ji hatina Elmanya herduwan, çêtir e.” Wilo, dinav re, çend miz li çixara  xwe dida û got “ ne her tiştê ku xelk dibêjin  rast e. Gelek ji bavê xwe re dişiyênin û dibên me hek sitandiye, lê derw e, û tiştekî nakin, bi tenê, betal etal li sikakan digerin û gelek hene, ku bi sala li wiring, û hîn jî nizanin bê serê wan li ser çi balgihî ye. “ di wê navê re çend mêvan derbasî hindirû bûn, xalê wî gotina xwe birî û ber bi mêvanê xwe de çû. Oso jî ji ciyê xwe rabû û çû cikî dî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1664