Hevpeyvînek bi Siyamend Brahîm re.
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



Hevpeyvîn : Ehmed Bavê Alan

-Em dixwazin dengê xwe bighînim berpirsyarên vê rêjîmê, em mecbûr dimînin ku bi zimanê E`rebî binivîsînin
-Ez rojnemevanim, û mirovê rojnemevan divê li ser her babetekê binivîsîne.
Ez şagirtê dibistana Celaedet û Osman Sebrî me.-
Her nivîskarekî asta wî bilind be, ez jê re dixwînim.-
-Rewşenbîr ew e ku xwe di her warî de pêşdixe, û bi rastiyê dinvîsîne.
-Ev bû 4 salên min ez bûme endamê sendekeya Kurdistana Îraqê.
-Her hejmareke ji kovara ASO derdikeve wekî mendalekî min î nuh çêdibe
-Pirtûka min Gulistana Zimên, gelekî deng daye, û gelek xort ji wê xwendin û bûne nivîskar wekî Xalid Mihemed, Konê Reş, Dildarê Mîdî.
Celadet Bedirxan, Mamostê me yê pêşiy e, û rastgoyê pêşiye-
û sozdar û hogirê zimanê kurdî ye.
-Nemaze dizê dîrokî, Dilawer Zengî û pey re Konê Reş ku vana   di qada wêjevaniyê de rolleke xerab lîstin.


-Pirtûka min Gulistana Zimên, gelekî deng daye, û gelek xort ji wê xwendin û bûne nivîskar wekî Xalid Mihemed, Konê Reş, Dildarê Mîdî.
Celadet Bedirxan, Mamostê me yê pêşiy e, û rastgoyê pêşiye-
û sozdar û hogirê zimanê kurdî ye.
-Nemaze dizê dîrokî, Dilawer Zengî û pey re Konê Reş ku vana   di qada wêjevaniyê de rolleke xerab lîstin.

Siyamend Birahîm nivîskar û rojnemavanê kurd ê bi nav û deng ,Mirovekî can sivik rû ken serbixwe.Çi çaxa ku ti mamoste Siyamend bi bîne wa ew di nav rûpelan de windabûye!.
Xwendin û nivîsandin li ba wî ji hemî tiştan şêrîn tire.Ta ku ew helbestekî yan jî gotarekî binvîsîne, ew di ber sed kul û derdan re derbas dibe?. Belngaziya jiyana wî kesek têde nikare bijî, tenê zanê ku ew kiya.Lê mamoste Siyamend ew sînor şikandine, bi hizkirna wî ji çand û huner û rojnemageriya kurdî re.Bi tenha xwe birêvebiriya kovarekî dike ,ew jî kovara (Aso) ye.Çiqasî ew astengiyan di dirxistina vê kovarê de dibîn e,û çiqasî ew belngaz dibe dima ku ew wê kovarê belav dike,û li gunda ,û li bajaran digerîne.Karekî mezin dike, lê mixabin bê sipasî.Gelek caran jî hin hene mafê kovara wî nadinê,tevlî ku mafê wê pir hindik e.Ew kes nizanin ku karê mamoste Siyamend ew bixwe afrandineke pir mezin û hêjaye?.  Ew nizanin ku mamoste Siyamend  bi vê afrandinê xwe hiştiye li ser sînorên çanda kurdî?. Ew nizanin ku ew zarokê xwe bi pêncî werqê Sûrî yên mafê vê kovarê xwedî dik e?.Mixabin ev e  rewşa mamoste Siyamend Birahîm!. De ka werin em lê bi bin mihvan.

Mamoste, pêşî sipas ji bo vê derfetê.
Ser çavan kekê delal.

Mamoste xweziya te kurte jiyana xwe bi me da ba nasîn?.
Riçên malabata me bi xwe dighê eşîra Dumilane, ev êl li herêma çiyayê Mazîdaxe, Ji ber sedemin  olî kalkê min pêşî li Dirbêsiyê cînîş bû, paşê bavê min mala xwe bir Şamê, ango hemû xwendina xwe  ta zanîngeha beşê zimanê Inglîzî min li Şamê kuta kir, lê her sal ez dihatim herêma Cezîrê digeriyam, min çîrokên foliklorî didan hev, û omîda min a bingehîn civandina bêjeyên kurdî ji windabûnê, û beriya ev kal û pîrên me koçbar bikin, û ev durr û cewahirên zimanê me bi wan re bimrin.
 Û piştî koçbarkirina xanima min ya pêşî min hevjîna  Wenda Şêxo anî û bi temamî hatim bajarê Qamişlo cînîş bûm.

Tu bi zimanê Kurdî û E`rebî dinvîs e.Ti xwe di kîjan zimanî de di bîne nivîskar?.
 Mixabin ji ber ku desthilatên rêjîmên fermandariya vî welatî nahêlin em bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsînin, ji ber vê yekê zimanê me yê nivîsandinê E`rebiye, belê em hinekî bi zimanê kurdî dinivîsînin û cardin vedigerin zimanê E`rebî, ji ber ku xwendevanên zimanê kurdî kêmin, a din jî em dixwazin dengê xwe bighînim berpirsyarên vê rêjîmê em mecbûr dimînin ku bi zimanê E`rebî binivîsînin. Û cardin ez dûbare dikim li ser rewşa me ya xerab  ku em ji her tiştî bêpar krine, ewanazimanê me, kovarên me, û hemî çalakiyên me qedexe dikin.

Ev rengîniya nivîsên te,di çand û huner û dîrok û rewşa sîyasî de.Gelo ev rengînî di nivîsê de çiqasî rewşenbîr di de nasîn?.
Ez rojnemevanim, û mirovê rojnemevan dive li ser her babetekê binivîsîne ango Rojnemevan dikeve bustanekê û ji her darekê tiştekî xweş pêşkêş dike.

Siyamend Birahîm, şagirtê kîjan dibistaniye?.
Eger mebesta te ji aliyê jiyanê ve, ez dikarim bêjim ez hîn şagirtê jiyana mirovatiyê me, û taybetî ez şagirtê jiyan û dibistana komela me ya kurdî ku ev bû bêtirî sed salî em bindestin, lê eger tu dixwazî bi wateya ziman bigrî, Ez şagirtê dibistana Celaedet û Osman Sebrî me.

Tu ,bihtirîn ji kîre dixwîn e?
Xwendina min têvele, ango xwendina me ji spore (werzeş), nûçeyên hunerî û polîtîkî, wêje û her nivîskarekî asta wî bilind be ez jê re dixwînim.

Tê nasîn ku ti di koçika Apo Osman Sebrî de rabûye,ti karê li ser jiyana xwe bi vî lehengî re bipeyv e?.
Ez li koçika Osman Sebrî rabûme, min hezkirina welatê xwe, gelê xwe û zimanê xwe yê kurdî li wir fêr bûme, min rastiya tiştan li dibistana wî naskir, Apo razeke kurdî bû, min weke wî kes weke wî nedît ku ji zimanê kurdî hez dikir, Em 5 katjimêr rûdiniştin ez kiz ne dibûm  a''''''''ciz ne dibûm.

pirs kine lê ez bi bawerim ku wê bersiv dirêjbe. Rewşenbîr kiya?.
Tu daaskirinke taybet ji rewşenbîr re tune ye, lê Rewşenbîr ew e ku xwe di her warî de pêşdixe, û bi rastiyê dinvîsîne.

Gelo raste ku ti endamê rojnemevanên kurdistenê ye?.
Belê ev şerefeke mezine ku ev bû 4 salên min ez bûme endamê sendekeya Kurdistana Îraqê.

Tu baş li kurdistanê gerayîyî ,gelo ev gera ha bi lêkolînan ve girêday e,û ti ji ku ta kûderê geray e?.
Ez dikarim bêjim ku ne tenê ez li Kurdistanê tenê geriyame, lê ez li Qiralgeha Ûrdinê li hem gundên Kurdan geriyame, û li Lubanan, û Hemû Sûryê ji Merzê heya Latqiyê, Colan û Hewran gund bi gund geriyame, û li kurdistana Îraqê ji Zaxo û heat Helbça geriyame û tenê Kurdistana Îranê maye ku ez herim heval û xaka welatê xwe ramîsim, û li ser pirsa te gelo ev ji bo lêkolînê ye? Na na. ev hezkirineka min ji dîtina welatana reye.

Aso, şêrîntirîn kar li ber dilê te,li ser rewşa Aso ji mere bi axive?.
Bi rastî her hejmarek ji kovara ASO derdikeve wekî mendalekî min î nuh çêdibe, ez bi kovara ASO hatime nas kirin, min hemû jiyana xwe daye vê kovarê, min ASO li seranserî rojhilata navîn belavkiriye, û ji bo ASO ez sê mehan li zindana Şamê min ceza xwariye.

Mamoste berhemên te yên çapkirî çine, û ew berhem kanîn. û tiştên te di jêr çapê de hene?.
Berhemên min yên çapkirî kêmin, ji berku min hemû giraniya hiş, û jiyana xwe ji bo kovara ASO valakiriye, para kovarê ez ji gelek tiştan dûr xistime, lê pirtûka min Gulistana Zimên, gelekî deng daye, û gelek xort ji wê xwendin bûne nivîskar wekî Xalid Mihemed, Konê Reş, Dildarê Mîdî û bi sedan ji bijîşk û endezyaran. Min çar leheng ji kurdî wergerandiya E`rebî, lê cardin ez jê ne razîme, û axaftinek bi Şivan perwer re min kiriye pirtûkeke biçûk, û ên ku ezê çap bikim, gerhenga nivîsarên kurd, û şoreşa şêx Se''''''''îd di ragihandina cîhanê de,

Tê naskirin ku palyoza helbesta kurdî xanim Orkêş Birahîm xanima teya,çiqasî hun bi hevra arîkarin?.
Xanima min Orkêş di warê helbestdê de xwedan  dahênaneke bilinde, û ew yek ji wan pîrekên li ser asta kurdistanê pêşiye, lê mixabin ew di binakama navê min te''''''''de lê hatiye, ji ber  ku ez xweşik kompûter nadimê, lê ew lêvegera minî a bingehîn ku ez heyberê xwe bê wê dernaxim, ew jineke gelekî jîr û jêhatiye.
 
Siyamend Birahîm bi kîre rûniştiya,ji rewşenbîran û siyasetmedaran û hunermendan?.
Ez bi piraniya rewşenbêrên kurdan ji pêşengên pêşî rûniştime )Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cegerxwîn Rewşen Bedir Xan Tîrêj, Bê buhar, kemal Burkayê, Hem Reş Reşo, Şêrgo Bêkes, Refîq Sabir, Feleke dîn Kakeyî, Ebas el Bedrî, Mustefa Salih Kerîm, Firyad Rawindozî, û pirraniya nivîskarê kurdistana Turkiye, û gelek ji wan nayê bîra min bera li min bibûrin…

Te di rewşa çapê de gelek karkiriya,nexasim di salên notan de.ti karê li ser wî karê xwe bi axivê?.
Ne di salên notî de, belê di salên heştê de ez weşanvanê yekem bûm di Sûryê de, min Dilawer Zengî, Elî Cefer û Mihemed Hemû riya çapî vekir, û şanaziyeke mezin ku ew pirtûkên ku min çapkirine bi selametî gihiştin destên xwedanên we, belê di wî çaxê nexweş de ew gava pêşî bû ji bo belavkirina pirtûka kurdî ye, lê niha nîrê ku em têde dijîn gelekî dijware?.

 Siyamend Birahîm, çawa roja xwe derbas dike?.
Ez katjimêr 7 an de ji xew şiyar dibim, ez nanê mala xwe tînim , taştiya xwe dixwim, û dest bi xwendina Kurdî û E`rebî dikim, ango ez nêzêk 5 se`tana dixwînim, heval û hogerên xwe dibînim, li pirogramên kenalên asîmanê temaşedikim û cardin  ez bi şevê dixwînim û dinivîsînim.

Ev gotin çi wateya xwe li ba Siyamend Birahîm dibînin?.
Jiyan, jiyana xweşe bi dîmoqratî û rastî dûrî xap û pîlan.
Mirov, mirov+hov, ango gelek ji mirovan bi rengê hovan derdikevin û dixwazin te bixwin!.
Pênûs: hevalê minî her time di xweşiyê de û di nexwesşiyê de ye , lê mixabin kempûter hat û jiyana wî qurmiçand.
Xemgînî: ew durveke ji durvên jiyana me kurda ye.
Şehîd: em serê xwe jê re ditewînin,
Çihê van kesan di jiyana Siyamend birahîm de çine?.
Celadet Bedirxan, Mamostê me yê pêşiye, û rastgoyê pêşiye
Û sozdar û hogirê zimanê kurdî ye.
Osman Sebrî, dibistana min î ku têde min tîpên Eabeya kurdî fêr bûme, û destpêka naskirina xelkê ji min re bû.
Mihmed Şêxo, biliblê ku perçeyeke ji canê minî ku her roj ez lê guhdarî dikim.
Cegerxwîn, Çîmena dahênan û kaniya berzbûna helbesta kurdî û ê ku helbesta kurdî paqij kir û pêşxist, nemaze di her çar dîwanên wî yên pêşî.

çima Sînem Bedirxan şerê te kir?.
Ji ber ku Sînem xanim rastiya wan dizan nizanîbû, ew dizên ku ketin nav bax û bustanên Bedir Xaniyan û tiştên wan ji xwe re kirin milik, nemaze dizê dîrokî, Dilawer Zengî û pey re Konê Reş ku vana di qada wêjevaniyê de rolleke xerab lîstin û xwe kirin bavên toreya kurdî. Mihrecanên kurdî ji xwe re û ji hevalê xwe re peher dikirin, ew wekî guvekeke genî dijîn.

Mamoste pirs gelekin lê emê bi dawî bînin,sipas ji bo vê derfetê, û bi hêvîme ku karê te her bi pêş ve here.
Supas ji te re.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1663