Gelê Kurd tev nivîskarin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Suad cegerxwîn

Gelê kurd wek hemî gelên bin dest ,ji koleperestan gelek zordarî û perîşanî dîtiye ,di jîyana heryekî-yekê de çîrokek yan jî dîrokek heye ,ji lewra pir pêwîste ku em karibin , wan binvîsin ,yan jî bêjin û hin binvîsin ,wê demê ewê gelê Kurd tev nivîskar bin ,her yek bi awakî û bi rengekî cuda.Bi vî awî,hin ji jiyan û dîloka gelê me tê naskirin , azarî û êşên me ewê bi xwe biaxivin ,xwe bidin nêşandan .Pir giringe ku em bi hûrbînîyeke vekirî li ser her bûyerekî binvîsin,bêjin ,jê şerm û fedî nekin ,bê guman ji alîyê torevanîyê ve wê kêmasî tê de hebin lê di pêşerojê de


torevan û nivîskarên  me yên bên  wê gelek dîmenên xweşik jê derînin û bi awakî torevanî bikin çîrok ,bikin avsane ,îdî dîroka torevanîya kurdî pê zengîn dikin ,ya herî giring ewe ku her tişt bi rastî bê danîn ,da dîroka me di pêşerojê de ji nifşên ku bi du me de tên belû û rast bê xuyakirin  ,gelek cara hin buyerên ne rast di nav rûpelên pirtûkan de   tê nivîsandin  û dikeve dîroka gelê me  îdî pir derange ku bête rastkirin û di pêşeroja me de dibe mînak ,lê mixabin bi awakî ne rast û durist.Ji bo ku em nekevin şaşîtîya ,jibo ku em bûyeran rast derxînin çêtire ku em çend jêderan wek hev bibînin û bûyeran peve girêdin da em zelal û belû bikin ,her uha divê em her tiştî bi tevahî  derxînin , em hin alîya jê veneşêrin ,yan jî jêbir nekin ,ji ber ku em jê şerm dikin ,yan jî em  naxwazin , bi vî awî ewê gelek alîyên dîroka gelê me veşartî bimîne ,ji ber ku ew bûyer karin hin ji pergala gelê me di demekê de bedin xuyakirin û ji wê bûyerê em rewşa gelê xwe ya  giştî nasbikin ,bi salaye ku gelê me di nav tirsê de maye ,zordar û koleperesta em di nav êş û azarîyê de hiştine ,gelk ji navdarên milletê me di zindanan de rizîya ne,hatine kuştin ,gelê me qet bê deng nema ye ,lê tirsa zordara tim di dilê me de cî girtî ye ,ji ber ku kesayetîya me di kuncikên reşî tarî de veşartine ,winda kirine ,ev zor û sitema  ku li me tê kirin hestê netewî li cem me bi tund tir dike ,kar û xebata me fireh tir dike,êdî emê çawa ne nivîskar bin gava di jiyana hemîya de çîrok û serpêhatîyên mezin ,dîrokên bi rûmet hene ,cihê pesindanê ye ku em îro li ser evîndarîya ku di nav keç û xortên me de hebû ,binvîsin ,stran û dilok, serpêhatî li ser wan dihatin hûnandin , şevbuhêrkên kurda bi çîrokên wan dihatin xemlandin,evîndarî  perçak ji jiyana civaka me bû,îro roj jin ji bo evîna xwe li nîvê Ewropa têne kuştin ,bela belû be ku kuştin ne kultûr û çanda me ye,ne jî daxwaza me ye ,. bela em,li ser tevgera jina di demên dijwar de jî binvîsin , ser zordarîya polîsa gava di nîvê şevê de dihatin li dergehê malên me dixistin,em jî  wek zarok di nav tirsê de diman ,zaroktî û lîstikên me tev ji me distandin,ji hevdixistin  , dimirandin . Di wê tirsê de em mezin bûne ,bi zîl û perîşanî gelê me xwe pêş xistiye ,çiqas çîrok em karin li ser vê rewşê  çêkin .Bela em li ser hertiştî bêjin û binvîsin , wek mînak ,em bêjin , jineke  gundî ku li ber tenûra xwe  rawestîya ye ,her carê qeflek qirşik davêje tenûra xwe, agirê wê car bi car gurtir dibe ,ew jî dikene ,di nav wî agirî de çîrokek wê heye ,tê bîra wê,  cara pêşî ku qirşik  dane hev ,evîndarê xwe dîtîye  û çawa xwestîye  her roj biçe danheva qirşa ,da ku dildarê xwe bibînî ,çawa dixwest  agir bêhtir qirşa   bixwe da herdem herî qirşa bidî hev ,evîdarê xwe bibînî ,di nav wî agirî de çîrokên mezin têne hûnandin  ,ji lora kesek bê deng nemîne ,di bawerya min de ,her kes çîrokên xwe bêjin , binvîsin ,qet jê şerm nekin ,ev tev  wê ji gelê me re bibne çîrok ,helbest û avsane  ,dîroka gelê me pê navdar dibe ,bela tev zanibin kû em xwedî dîrokin ,xwedî nejadin ,xwedî qehremanin ,  gelê me tu carî namirî ,wê bi rewşenbîr û navdarên xwe her û her bilind bibî .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1656