WESTYAME
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 ÓÈÊãÈÑ 2006
Mijar: Helbest


kurdyar dirê,î - amûdê

Were … were lêêêê
Evîndarê
Evînî ser gêj dikir
Ser kêþê cenga dilan
Nêçîrvanê kovîawiran
Xifþên xezalên
Li sînga nazenînan
Kojayê kenê
Pir dêmgulên


bi dirêjiya vexwarina

peyalek mey pêve
cihê wan didil wî de
ne dima
rêwiyê  ji kanîyekê
diçû kanîyeke din   
û li ber tu avan
ranewestiya
bêdilê li ber  tu hêsiran
ne liviya
di derya evîna te de
bin avê eþqa
tê û diçe hinavane
serxweþe
serxweþe
serxweþe
bê yî vexwe
ji lêvan yek peyalê
çiye tu …?
Ji çi ezmanê … çi buhiþtê
Der hatiye
N .. I .. z .. a .. n .. I .. m ..
Lê dizanim
Di bin aramî û naziya lêvande
Dixuþ xuþe ava jiyanê
Were .. were lêêêê
Di herdû kovî çavande
Di hevwertên
Hiþ çûyî mîna
Hezaran bê tawanên
Wendabûn di wan de
Nizanim çawa kedî bikim
Van herdû kovî hespan
Û tim ji awirêd min birevin.
Ser geþtek bê avim
Di beyabana cefaya te de
Vedikujim awiran
Di bendewariya
hatina sipî da evînê de
birçiyê eþqa te me
birçiyê kenê te me  
birçiyê hatina te me
heyvim
di girtîgeha þevê de
tu roje
birçiyê hevdîtina te me
westyame
westyame
westyame
ji gera li dora zemînê…  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=165