Dema ku çixara min ket!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Sîrwan Qiçço – Washington

Ev bûye demeke dirêj ku ez dûrî seqayên Kurdî ketime, bi taybet seqayên helbest û nivîsandinê!
Ez nizanim, renge ji ber ku ez li Emerîka dimînim û kesekî wek diya min li vir tune ye ku her sibeh were û bi Kurdî fincana qehwê li ber serê min deyne! ew sibehên li Amûdê ne sibeh bûn û ne þev bûn, dibêjim ji qiraxa çerxê weþiya bûn û li ser tixûbên bajarekî dîn hatibûn çandin.
Wê rojê ez ji Metro derdiketim û çixara min li ber bayê Waþinton yê har ji destê min firiya, di wê gavê de tiþtekî pir Kevin hate bîra min: “ havînî nîvro bû, dema ku ez û kesên din yên li mal li dor pismamekî xwe kom bûbûn ku nû ji meceristanê hatibû û ji me re behsa wan welatan dikir, ji niþka ve pirsa ku min jê kir, wek tîrekî xwe berda nava wê civatê; gava ku tu li wan welatan bi tena xwe dimîne, tu bi çi zimanî difikire? “


Piþtî 14 salan, ez nuha heman pirsê ji xwe dikim, gelo ez bi çi zimanî li van deveran difikirim?  Pir caran, mirov ji xwe dûr dikeve û ji gelek taybetmendiyên maka xwe bêpar dimîne. Û carna jî nakokiyeke dijberî di nava mirovê jixwedûrketî rûda dibe.
Ez nizanim çima em li biyaniyê ne wek xwe dijîn, çima em bajarên xwe di dilên xwe de dihêlin ta ku bi demê re dibin beþekî tozgirtî di elboma bîranînên me yên têkçûyî de..?
Ma wê çend caran giyanê mirov binax bibe? Wê çend caran siyên bajaran bibin kabûsên þevê? Çend caran xwîna xav li ser qelþa lal bi axive?

Beriya çend rojan, hevalekî Emerîkî ji min pirsî: tu bi çend zimanan dizane? Min bersiv weha da: Kurdî, Erebî û Ingilîzî. Got baþe, kîjan ji wan nêzîkî te ye? Min di cih de lê vegerand: Helbet Kurdî!
Rabû vî hevalî herdu destên xwe li hev xistin û bi rûyekî biþirî li min nêrî: bi Xwedê tu þaþî! Zimanê herî nêzîkî te Ingilîzî ye ne Kurdî..!!! ma tu rojê çiqasî Kurdî bi kar tîne û çiqasî Ingilîzî bi kar tîne? Min got: ez pirraniya rojê Ingilîzî bi kar tînim û ji Kurdî bêtir! Got: te dît? Naxwe Ingilîzî bêtir nêzîkî te ye keka! Û bi ken ji cem min çû.

Nuha û piþtî 14 salan, nû min bersiva pirsa xwe ya li Amûdê nas kir! 
Min li dora xwe nêrî, min dît ku çixara min hîn li ber bê difire!







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1645