EZ EVÎNDARÊ TE ME ESMERÊ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 08 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe




 Demhat Dêrikî

Ji wê dema  dîtina te ez birîm û
di nava caniya xwe de pêþkêþî kirî
sorgulên ji bêhna min
çiya bi çiya digerim
û li ser hemû zinaran bi xuhdana nalînên evîna te
hêdî hîdî
dilop dilop
navê te dikolim esmerê.


Erê,ji wê dîtinî
ji wê þewqvadana girnijîna te
min pirtûkên eþqê û destanên hezkirinê gorî vekirina dergehê dilê te kir.
Min ol û êl gorî þevên te kir û
peyvên ji ferhenga poþmaniyê li ser sînga te þewitand esmerê.
Êdî rêpîvan tu bûyî
Rêbaz û zagon tu bûyî
Dibistana dilê min tu bûyî û ez xwendekarê sirûþta te bûm.
Esmerê
va kîte kîte
peyv peyv
hevok hevok
ji ferhenga evîna te ava dibim û
ber bi þevbaþ û êvarbaþ û dembaþên te yên gulgulî ve têm esmerê.
Va ez têm û nexeme ku di aþê gotgotkên xelkê de bêm hêrandin.
Ne xeme ku navê min bikin tawanbarê bajar û bajarokên xwe.
Ne xeme ku bêjin tu ne ji meyî,ne ji jîna me yî.
Jiber te ev dil bir
Te av da
Te mezinkir
Te di dilê xwe de kir dil
Lewma evîndarê te me esmerê.
 
 
demhatderiki@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1638