Çîrokên vira xeleka (1)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Bavê Hisên dibêjê di sala heştê û heştan de mala min li Enteriyê bû. hûn dizanin mirov li Enteriyê acizdibê nexasim yekê weka min ku tim li deriya bê. Hûn dizanin ez her dih sala carekî tême Enteriyê... Siphan ji navê Xwedê re çi cara ez hatime male min rehetî ne dîtiye? yan baran e yan şer û qerebalixe yan camêra xwe avêtiye malê piş derguşa diya Hisên û ez mecbûr li ber barê wa rabûme. Leyse carekî ez li malim min motorê xwe yê îmzêt ji mal derxist ez çûm li ser pira Enteriyê sekinîm min ji xwe re got: bavê Hisên îro tê bi kude here hey tu valeyî... Yarebî ka ezê îro çib kim ezê bi kude herim beriya ku hin min bibînin wê karna ji min bi xwazin û ez fedî dikim….


Wele min çixarek ji berîka xwe derxis û min çixara xwe xiste devê xwe de û min ew hestiyê xwe yê ku ji malê bavê min ew bi tenê gihabû min û hînjî bavê min li civata digot min kurê xwe kire xwedî mal ku ne ji min ba wê niha bavê Hisên li ber dîwaraba leyse. Bê min  derxist û min çixara xwe li ber wê bayê de bi Xwedê wekalê min û hewebê wî bayî mû ji mara dikirin nihajî ez nizanim min çawe çixara xwe pêxist! yabo ma ew ne babo bayê firtonebê. Bê min çixara vêxist û min çend miz ji vayê hûn dizanin lêdan. Di wê kêlîkê de hate bîra min ku ez herim nêçîrê li Çiyayê Qereçox. Wele min lingê xwe li menewêl da çaxê ku min lingê xwe li menewêl da û birênî bi îmzêt ket ma ne deng bû Xwedê wekalê min u we bê gotina neweyî di devê bavê Hisên re dernakevê mane hûn min nasdikin. Xelkê taxê hemî wê sermayê ji malê xwe derketin ji wa weye ka çi çêbû…!? Dema ku min benzîn dayê û serê îmzêt bilind bû û min berê xwe da Çiya yê Qereçox. Çiya nêzîkî sed kilo mitrî ji Qamişlo dûre lê ez bavê Hisênim yek dido ez li quntara Çiyê sekinîm lê ma çi çiya Xwedê wekalê min û webê bawer bikin ji Xwedê ma ne hûn dizanê cênîkê min ji derewa dêşin. Çiya wek hewingekiye û ji xum xumê pêve jê nayê tu ji keriy pez koviya tu ji rivedê gura tu ji garanê beraza ma çi û ne çi hema tu çi bi xwazê li wî çiya yî heye yê bawer nekê bila here lê binêrê. Hemî darin çi fêkiyê tu bi xwazê lê heye. Di gotin beriya çend sala Çiyakî ripî  rût bû tiştek lê tune bû lê hikûmetê dar anîn û lê çandin ji lewma weka çavîka buhiştê lê hatiye ji xum xuma avê û şîq şîqa çûka pêve jê naye... Ma ezê çi bêjim çi ne bêjim hema buhişt li erdê hebê ewe. Wele min motorê zer li bin darekî sekinaned migo ka bê ez ji xwe re îro Xezalekî pezkovîkî  kîvroşkekî nakujim hema hey ez hatime çêtire ku ez deste vala bi ser zaroka de vegerim. Hûn dizanin ku ez tu carî deste vale bi ser zarokê xwe de naçim û çênabê ku ez deste vale venagerim evjî ji ba Xwedê ye min ev edeta pîs bi xwe girtiye lê ma ez çawe bikim hûn di zanin ez çiqasî ji zarokê xwe hesdikim...
Wele min motorê îmzêt li wir sekinand ez çend gavekî çûm midî wa Xezalek lê çi Xezal Xwedê wekalê min û webê têra xelkê Enteriyê teva hebû ma êdî ne xezalbû ez bawer nakim ku xezal wek wê mezin hebin yan çêbibin li pubî erdê Xwedê. Wele min keysa xwe li ber anî mane kû Xwedê xerabikê xiradikê midî carkî dengek hat dibêjê amo ha amo ez di bextê te û Xwedê deme. Wele min da xwe ez rabûm xezala minjî bazda. Ez ber bi wî dengî ve çûm midî va keçikeke ma çi keçike Xwedê wê bistirînê ji xezalê û bavê xezalê xweşktirbû.
Migo te xêre birazî tu li vandera çidkê vê berf û baranê…!?
Keçikê got: amo ez di bextê te û Xwedê de me.
Migo xêre ka ji amê xwe re bêje!?
Keçikê got: wê me bi kujin.!
Migo diya amo wê kî we bi kujê û hûn kîne birazî..!?
Keçikê got: amo bavê min wê me bi kujê..?
Migo ji bo çi ji ser çi!?
Keçikê got: amo çîroka me dirêje ne ya îroye min û dezgirtiyê xwe hevdû revandiye bavê min û herdû birê min peymeketine û dezgirtiyê min wa li ber wê lata ha birîndare û hersê li me digerin ez di bextê tede tê me xilaskê bi Xwedê ne tu me xilaskê em çûn….!!!
Ya rebî ya îlahî ezê çibkim min ji mal bazdaye ji ber vatişta. hûn ban di şûna minde weyê çikirba. Leyse ezê ji were bêjim tiştê ku min kir wele migo wer birazî li pişt amê xwe siwarbe. Xwedê heye keçik li pişt min siwarbû û me berê xwe da dezgirtiyê wê em gihan me dezgirtiyê wê siwarkir û midî qêrînî bi keçikê ket dûr ji vada migo qey dezgirtiyê wê mir migo xêre birazî.
Keçikê got: amo va hatin?
Migo kî hatin!
Keçikê got: bavê min û herdû birayê min. Wele min li pişt xwe meyzan lê ez çi bi bînim va pîkavek ji vayê şîforlê hîn di şehma xwe deye hingî ew çend rojbû pîkavê şîforlê nû hatibûn Sûrî. Midî va birakê wê di paşiya pîkavêdeye û rişaşeka bêkêsê evê şesed berikî di xwin wê li ser serê pîkavê daniye û birayê dî di pêşde li cem bavê xwe rûniştiye û rosîk di destê wîdejiye hîn gule pê nehatiye avêtin û xezeb ji çavê wa dibarê.. Xwedê wekala gotina neweyî ji devê min dernakevê. Mane Xwedê heye hûn dizanin ez çiqas ji derewa adizim..  keçik dibêjê amo ez di bextê tede amo me xilaske wê me bi kujin……
Migote keçikê xwe bigrin birazî wele keçikê dezgirtiyê xwe xiste neqeba min û xwe de û min lingê xwe li menewêl da û îmzêtê min vêket min benzîn dayê. Ê dema ku min benzîn dayê ji xwe hûn dizanin motorê minê îmzêt çaweye ne hewceye ku ez ji were bêjim wek gula ku ji devê tivingê derkevê ez wilo çûm. Xwedê wajî texsîr ne dikir gule wek tavê barana buharê dihatin me lê ma ji ku toza îmzêt dihilînin ez bavê Hisênim yê ku min nas nekê ez bawerim wî diniya nedîtiye...
Ma ezê çi serê we gêj bikim vîze vîza gula di vî rexê minre û di rexê minê dîre diçin û keçik dibêjê amo ji bo Xwedê me xilaske lê wê me bi kujin ez bavê xwe nas dikim… Migo birazî ma dem tu li pişt apê xweyî netirse ez apê teme bavê Hisênim bes hema ez bigihim ser ziftê hema lingê min ji zivtê bigrê.. çimkî zift ji ber min winda bibû. Ez nema dizanim ez di kure diçim ji leza û demjî buhare ew hêr û newal ji gul û kulîlka xemilîne û ezjî xortim li ser xwe  me… Xwedê wekala wek va eflamê holyod wilo em li pey hevin. Çiyajî ji zivtê biqasî pêncî kîlotira dûre wele Carkî mindî ez ketim ser ziftê min gote: keçikê birazî bavê te û herdû birayê te ji bavê xwe de bê minetin. Û min agir da motorê îmzêt lê yek ya Xwedê bêjê ewjî wek gulê tên carna hema ewe bêvila pîkava wa li motorê min nakevê Xwedê em stirandin. Tiştê ji min tê ez xwe didim vî rexê rê û didim rexê diyê rê da ku pêlmenekin.
Hûn dizanin di salên heştê û heştan de  timbêl wek niha nebûn ezê çi serê we gêj nekim. Ez dimeşim lê dilê min di destê mindeye carkî midî va basa Heval kete pêşiya min wê demê nû basê wa hatibûn. Lê ma ji ku basa Heval xwe li ber min digrê ka ji min re bêjin wê çawe basa Heval toza min hilînê. Bas kevinbûye teq reqa wêye û hûn motorê minî îmzêt ji min bihtir nasdikin. Nehrê wele min li pêşiya basê da bas ma bi şûn minde. Dema ku basê dî pîkava şîforlê li ser pişta min e û gula davêjê min. Xwedê heye basê rê neda wa ma ez bextê xwe xirabikim lê ez çawe têm wek gula ji devê tivingê derkevê. Ez qederekî hatim midî va basa Diclê wele ez ji wêjî bûrîm mane hûn dizanin dema ku motorê minî îmzêt barê wî giranbê çawe dikê mane min ji were got: Wê salê ez ji Bêrûdê derketim ez qederekî çûm dilê min çû çixarekî…


Ta xeleka werê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1637