Dibistan
Dîrok: ÇáÓÈÊ 02 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe




Azer Osî

Xweziya xwe,bi xwe tînim
û xweziya te, di odeya qehfê xwe de,
ava dikim
Razên te bi libên xunavê re,
çavên ziwabûyî  kil dikim.


Hûnin ....we her dem,
di xewn, xew,
û tenahiya xwe de,
dibînim.
Li min hûn, bi  wêneyên xwe,
barê jînê sivik dikin.
Bi we heme,
û dilê min
mîna deþta Heranê, û beriya Mêrdînê
bi bîranînên we, fireh dibe.
kî dizane çi didim?
û wê nizanibin çi didim?
fêrmiskên pîroz ji boyî we dibarînim,
helbestên xweþ mîna xweþikbûna we,
dinivîsînim.
çûkên we, bi bayê evîna min re,
difirin
û xwe
li diyarê biyaniyê biyanî nabînin.
Dê werin, û li palên çiyê hêviyên xwe
di çavên zarokên rojê de bibînin
ta ku ew sirûdên niþtimaniyê
di eniya Ezman de bi navên we,
tomar bikin
û li dibistanên we, 
bêyî tirs,
ji dana we dayî
ya diyan we dayî,
mezin bibin.

Elmanya
2.5. 2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1630