Abdulla Ocalan lı dıjî serxwebûna kurdıstanê derdıkeve
Dîrok: ÇáÃËäíä 20 ÃÈÑíá 2009
Mijar: Nûçe



FÛAD SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de

Kurdistaniyên hêja!
Divêt em berê nîvîsa A. Ocalan di derbarê mijara Serxwebûna Kurdistanê de bixwînin, paşê em wê şîrove bikin.
A. Ocalan di 11ê Nîsanê de bi parêzerên xwe re peyamek şand devre. Ew di wê peyama xwe de li ser pirsa “netewe” “dewlet” û “komar”ê  nêrînên xwe wiha rêz dike:
 “Netewe-Dewlet gelek xeter e“ û berdewam dike:
 “Min tahlûkeya Netewe-dewletê ferq kir û ez li dijî derketim. Mustafa Kemal jî di salên 1920an de lîstikên Îngilîzan ferq kiribûn. Mustafa Kemal destpêkê ji bo Kurdan Muxtariyeta Otonomîk pêşniyar dikir. Lê ji ber ku Îngilîzan destek da serhildanên Kurdan, ev pêşniyar hate rawestandin. Mustafa Kemal, ne netewe-dewlet, lê belê Komar û ji Kurdan re jî Muxtariyeta Otonomîk dixwest. Bi lîstikên Îngilîzan, komarê xwe li dora têgîna Netewe-dewlet kir yek û ji ber vê yekê şer heta roja me ya îro dewam dike."


Ev ne cara yekem e, ku A. Ocalan bi vî şêweyî nêrînên şofînizima tirkî û generalên wê diparêze û dixweze bi vî awayî doza Kurdan ya ji bo serxwebûna Kurdistanê pûç derîne.
Mixabin pir ehmeq hene, ku van nêrînên A. Ocalan ji bo Kurdan rast dibînin. Ew nikarin têbigihin, ku generalên Tirkan jihra xwe bi zimanê A. Ocalan berdidine nav Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê.
A. Ocalan rewşa Kurdan baş dizane, loma wiha gotinan serobino dike, da xelkên sade baweriya xwe bi wî bînin. Ji xêncî rêveberên PKKê û yên DTPê piraniya Kurdan ji van gotinên wî yên li ser “netewe”, “dewlet” “Komar” û hwd. tiştekî ji nav hev dernaxin. Ew bi mebest dixwaze serî li welatparêzên Kurdistanê begerîne û wan ji rêya rast derxe. Û bi vê yekê ew wan Kurdên dilpak, yên baweriya xwe bi A. Ocalan anîne, dixapîne, ji wan we ye, ku ew pir tiştên baş dibêje.
Lê welatparêzên bi xîret û hişyar dibînin, ku di rastiyê de A. Ocalan rasterast, pir vekirî û zelal li dijî doza Kurdan ya dadimend ji bo dewleteke serbixwe ava bibe, derdikeve. A. Ocalan bi zanetî behsa serxwebûnê nake, dibêje “netewe”. Jixwe dewleteke neteweyî tê wateya serxwebînê. Komar jî tê wateya awên-şiklên dewletê.
Dewlet hemû li ser hîmê netwebûnê ava bûne. Hin dewlet bi federasyonê xwe îdare dikin, mînak, Almanya, DYA û hwd., hin dewlet jî wek Fransa û Tirkiye bi pergala navendî-merkezî ji paytextê têne îdare dikin. Li gorî biryar û pîvanên Rêxistina Neteweyê Yekbûyî, UNO dewlet hemû dewletên netewe ne. Bi Îngilîzî dibêjin “Nation-Sate”
Di cîhanê de dewletên neteweyî bi du awan têne îdare kirin. Dewletên bi awên Komarê û dewletên bi awên monarşiyê (patîşahiyê/qiraliyê/ têne birêvebirin (îdare) kirin. Awên dewletbûnê yên sisiyan tine. Tenê rêvebirina dewletan cida ye. Hin dewlet baweriya xwe bi demokrasiyê anîne, li gorî pîvanên mafê mirovan xwe bi rêve dibin û hin dewlet jî bi dîktatoriyê xwe bi rêve dibin.
Wek mînak dewletek wek dewleta Îranê ji jixwe re dibêje, “Komara Îslamê ya Îranê” Heger em ji monarşiyê jî mînakekê bidin dewleta Siûdî xwe bi pergala monarşiyê bi rê ve dibe.
Lê heger em pîvanekê di nava van herdû dewletan de, Îran û Siûdî de li aliyekî û dewletên wek Îngilîstanê (bi pergala monarşiyê xwe îdare dike) û Komara Çek (Komara demokratîk) ji aliyê din ve çê bikin, bê guman emê bibêjin Îngilîstan û Komara Çek demokrat in, ew herdûyên din jî, ango Îran û Siûdî dîktator in.
Ez bangî parêzerê A. Ocalan dikim, ku ew vê pirsa min ji A. Ocalan bikin. Heger A. Ocalan bi rastî netwe-dewletê pir xeter dibîne û li dijî wê dertê û heger ewqas zana û mêrxas e, jixwe û gotinên xwe bawer e, ewqas bi qudret û cewher e, bi hûner û feraset e, bila carekê tenê ji Îmaralî bibêje dewleta Tirk ya netewe, ku li ser hîmê yek Millet, yek Al û yek Welat çê bûye, şaş, xerab û xeter e. A. Ocalan dikare ji şef û aqilmendên xwe , ji generalên Tirk pirs bike, ma gelo di cîhanê de dewlet hene, yên ku ne li ser bingeha netewbûnê çêbûne?
Îdîa A. Ocalan ya ku goya Îngilîzan destek daye serhildanên Kurdan ji kokê ve derew e. Ev jehir û nêrîna dewleta Tirk e bixwe ye. Herkesê dewleta Tirk nas dike, sedî sed pê bawer e, ku bi deh salan e dewleta Tirk bi zanetî dibêje, goya Îngilîstanê alîkariya Kurda kiriye. Xwezil Îngilîzan wê demê alîkarî bidana Kurdan. Heger Îngilîzan alîkarî bikira, dewleteke Tirkan wek ya îro heyî, dê derneketa holê.
Dewleta Tirk bi wê îdia, ku ew bixwe jî pê ne bawer in, xwestin tevger û serhildanên Kurdan li ber çavên xelkê biçûk bikin, Kurdan ajan û îxanetkarên Îngilîzan rayê bidin. Ev îdîa plan û proja dewleta Tirk bixwe ye, ku Kurdan li ber çavê alema Îslamê jî reş bikin. Êdî Tirk bi plan vê jehra xwe bi zimanê A. Ocalan berdidine nav tevgera welatparêzên Kurdistanê.
A. Ocalan bi salane lê dixebite van tiroviroyên xwe bi xelkê Kurd bide pejirandin. Ew her carê nêrîneke tewşomewşo davê navendê û bi mehan enerjiya Kurdan li pê wan gotinên vir û derew vala dike û ziyaneke mezin dide çê kirin.
A. Ocalan bi îsrar pesnê Mustafa Kemal, dujminê Kurdan yê herî dir û xwînrêj dide, polîtîka wî ya li ser Kurdan diparêze, lê dixwebite wî li ber çavê Kurdan şêrîn bike. Yên ku daxwiyaniyên A. Ocalan dixwînin, baş dizanin, daxwiyaniyeke A. Ocalan bêyî pesindariya Mustafa Kemal Ataturk tine.
Ew Kurdê serok û rêberê wî Mustafa Kemal be, bila xwelî li serê wî, serokatî û rêberiya wî be.
Heya ji vir çend sal berê jî li ser rojnama Serxwebûnê, organa PKKê gotina Ho Şimîn, ku dibêje “ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne” dinivîsî. A. Ocalan bi deh hezaran zarokên Kurdan bi daxwaza serxwebûna Kurdistanê şande serê çiyan û ew kirine goriya navê xwe, niha jî dibêje, ku wî tahlûka serxwebûna Kurdistanê ferq kir û li dijî derdikeve.
Hey ya star ev çi şermazarî ye, çi bela ye, çi bobelat e,  çi sosirt e, çi tofan e hatiye serê me Kurdan.
Apocî jî êdî dizanin, roj li wan jî teng bûye, êdî ji bo wan jî ne hêsan e, ku kampanyayên nû ji bo A. Ocalan vebikin û enerjiya Kurdan ji bo mirovekî heder bikin. Niha jî bi îdîa ku serokê wan û rêberê koma mokalên nizanim kuderê dê di sala 2010an de bê berdan.
Xwedê wê rojê têxe nesîbê Kurdan, ku A. Ocalan ji Îmralî azad û rizgar bibe. Xwedê wê rojê bide, ku A. Ocalan derê pêşiya xelkê Kurd, bi wan re biaxive û xelk jî bikarin jê pirsan bikin. Ezê wê hingê halê A. Ocalan, serok û rêberiya wî bibînim.
Lê hûn dizanin gelo ewê çi bibêje, dê bibêje, ku ewî siyaseteke bi taktî çê kir.
Kî bawer dike, bila bike, ez bawer nakim, ku Roma reş wî berde. Bi gotina pêşiyên me ku dibêjin, “Xweş xeber e, lê me jê ne bawer e”
Heya qidûm û taqeta generalên Tirk hebe dê A. Ocalan li dijî Kurdan bi kar bînin. Çekekî meztir di şerên wan ê derûnî de li dijî tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bi dest wan nakeve.
Almanya, 20.04.2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1611