JI CIZÎRÊ TA Bi GERIMAVÊ «Xeleka 2»
Dîrok: ÇáÓÈÊ 11 ÃÈÑíá 2009
Mijar: Nûçe



Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Min ji Tahir re got: Tahir hevalekî mine ji gundê dûra Cizîrêye ka em herin ser kaniya Seqnefîsê. Wî ji minre got: çima.?
Min jêre got: Mîr Celadet di Hewarê navê vê kaniyê aniye ziman ji lewma ez dixwazim herim wê kaniyê bibînim, xuyadikê ew kanî xweşe û de dibêjê Seqnefîs navê pîrekek ji pîrekê Mîrê Botan bû û wê pîrekê pir ji kaniyê hezdikir ji lewma ji kaniyê re digotin kaniya Seqnefîs..
Tahir got: raste ev kanî va li ser sînorê Sûrî dikevê li pêşberî Endîwe rê lê min nedîtiye kesî gotî ka em herin ser kaniya Seqnefîs çimkî kanî normale wek hemî kaniya ye yanî ne cihê Seyrangiha ye..


Min cardî ji Tahir re got: başe kaniya Qesara li kudê ye emê çawe herin cem wê..
Tahir ji minre got: kaniya Qesara ne li Cizîrêye.!?
Min jêre got: ne xwe li kuye.? Tahir got: kaniya Qesara li gundê Bafê ye (gundê Selîm Saqiz e) li pêşiya me ye dema ku em ji vir herin hêla Harûne emê di wire herin...

Wek me got Cizîra Bota di çîkî hinekî çal de hatiye avakirinû û dor man dorê bajêr çiya û qelaçin ew çiya û qelaç jî hemî newek hevin li cîna bilindin û li cîna nimzin lê buhara wê xweşe.
Cizîra Bota xweşbû di dema xwede di dema Mîrekan de, Cizîra Bota warê Hejal û Hevind bû, xelkê bajêr li ser dengê şalol û bil bila li ser dengê xezal û pez koviya û li ber bêhna nefel û indekoyê li ber bêhna gul û gul çî çeka, li ber xum xum û him him û nale nala ava mezin bi xew ve diçûn û li ser qeb qeba kewa jî hişiyar dibûn lê minxabin îro ev hemî li Cizîra Bota nema ne, ewjî bi demêre hatine guhartin av kêmbûne piraniya wa kaniyên li dora Cizîra Bota çikane ew dehil û rez nemane.. ew Kew û Xezal ew pez kovî û şalol û bil bil nema ne ta bi ava mezin ya ku zivistana kezebê miletê Cizîrê jê diqetiha gelek kêm bûye. Madem ku çemê Diclê ava wî kêm bûye wê çawe kanî û çav kanîk kêm nebin yan wê bimînin.
  Ji Cizîrê ta bi pira Qesrik 10 kîlo mitrin. Li cem pirê rê dibê dido yek rast diçê Şirnexê û ya dî berê xwe didê rojava, nav Harûna. Li ser pirê qereqolek esker heye. Ava Rû Sor di bin wê pirê re diçê ta ku tevlî ava mezin dibê, beriya ku bighê Cizîrê. Hin jêre dibêjin Qesrika gelî dibê ku di demek ji deman  de navê wê Qesrika gelîbê lê îro xelkê wê deverê jêre dibêjin pira Qesrik. Û min bi xwe tu Qesir li wir nedîtin, min rabû wênek ji pirê re girt.



Ji wê diriyanê û bihêla Harûna de biqasî çar pênc kîlo mitran mirov digihê Dibistana Feqihê Teyra. Dibistana Feqê Teyra herfiye ji bêkesî û ne guhdanî û hin kavilê xirabe li şûna Feqihê Teyra mane. Lê tiştê ku dihate xuyakirin Medresa Feqihê Teyra di dema Kelha Finik de hatiye avakiin. Pîra Finik avakirî û li ber Mîrê Bota rabûye evjî çîrokek wê heye û min beriya niha ew çîrok belavkiriye. 
Çimkî Medresa di bergihê Kelhêde ye. Medrese li rojhilatî Kelhê dikevê û di çivakekî teng de hatiye avakirin..



Yanî ji sê rexave ta ku mirov negihê raserî medresê, medrese xuyanakê tenê ji hêla başûr ve xuyadikê ewjî çemê Diclê ye. Û li serê pozekî ji pozê Çiya yê Gabarê û raserî Kelha Finik qereqolek esker heye û ew esker nahêlin kes li wan dera bigerê. Ji bilî esker kamîre jî bi darê enterîke ve hene da ku ew dever hemî dibin kontirola esker de bin.   



Beriya ku mirov bighê Dibistana Feqihê Teyra Goristanek li ser devê rê û beriya gundê Kereşa heye jêre dibêjin Goristana di Xêla.
Min pirsî ev çi Goristane. Ji minre gotin: dibêjin di dema berê de wesa hatiye gotin. Carekî wek ku di nav kurdan de çê dibû û ta nihajî li hin deveran ji deverên kurdistanê çê dibê. Dema ku di mirova keçê xwe yan xwehê xwe bi hev di guhartin. (jêre digotin berdêlî) yanî di dane hev û xêliyê herdû bûka Piştî ku her xêlîkî çûye bûka xwe aniyê û vegerane û li wê çolê li hev rast hatine. dibêjin herdû xêliya li hevdaye heştê ji sedî ji hev kuştine û ew kuştî hemî li wir li cem hev di goristanekî de veşartine ji lewma jêre dibêjin Goristana di xêla.
Lê kengiye û di çi demêde ye kesî ne dinazî, min ji gelek kesê wê deverê pirsî di gotin em nizanin lê wesa ji mere hatiye gotin ku ev bûyer li vir çê bûye..
Li hêla rojava û bakurî Dibistana Feqihê Teyra û li serê Çiya yê Gabarê riknê keliha Finike xuyadikin .



KELHA FINIK:
ya Pîra Finikbû, ya ku demekî ji dema li ber Mîrê Bota rabûye. Min çiqasî di xewest ku ez herim şûn warê kelhê li serê wî çiyayî. Çiyayê ku simbola Girêlayên Qehreman, xweş merê bi nav û deng, dengê Azadî xwaza nemir Egîd lê Şehîd ketî bisekinin  lê  ji minre gotin ger li vê deverê qedexe ye, esker nahêlê. Min wêne ji kelhêre girtin û em di tumbêlê de û li bayê tumbêlê lê hîn şûna şerê Pîrê û Mîrê Bota li kelhê xuyadikir. Di wan tehtan de wek çala hebûn hevalê min ji minre got: evê weka çala li van tehtê kelihê xuyadikin ew ji bermayên şerê Pîra Finik û Mîrê Botan e.



Li başûr û rojavayî keliha Finik, Keliha Bafê heye, keliha Bafê ne gelekî ji kelha Finik dûrê lê ava mezin di nav bera herdû kelhan de ye û herk li serê çiyakîne. Lê Çiya yê ku Kelha Bafê li ser hatî avakrin bilindtire ji yê kelha Finkin. Kelha Bafê jî ne ji hêla başûrve bê kes nikarê bigihiye çimkî ji sê aliyê wê ve ava mezine. Çiya bilinde wek ku mirov çiyê bi birê hewqas Çiya ji sê rexave bilinde û ava mezin tê li çiyê di zîvirê wek mirovek ji dilê xwere çê bikê. Hewqas ew çiya bilinde û av hatiye lê  zîviriye, li rojavayî kelhê berê avê dikevê hêla bakur û tê ta ku dighê  dawiya kelhê û hinekî berê avê dikevê rojhilat biqasî sed mitrî  û cardî berê avê dikevê rojhilat û başûr, ta dighê rastî pira Qesrik  û li wir berê avê dikevê başûr û digihê Cizîrê.
Di biniya kelha Bafêre li ser devê ava mezin û li hêla rojhilat û başûr Qesra Elo Dîno heye. Qesra Elo Dîno li başûrî û rojavayî ava mezin dikevê di wê çivakê de û li bakurî avê kevirek heye jêre dibêjin kevirê qul.



Dibêjin Elo Dîno zincîrek tavê te wî kevirê qul û serê zincîrê li qesrê li cem xwe dihişt. Dema ku qeyîk û gemî bi avê de dihatin çi ji Cizîra Bota û çi ji Mûsil û yan ji Amedê ve dihatin, Elo ew zincîr dikşan dema ku Elo zincîr dikşand qeyîk û gemî lê disekinîn û Elo xercê  xwe ji wan distand. Ev karê Elo bû kesî ne dikarî ji Elo bi bûrê bê ku xercê Elo nediyê. Mîrê Bota kiriye û ne kiriye çare ji Elo nikariye.
Dibêjin Mîrê Bota ji Pîra Finik xwestiye ku Elo jêre bigrê û bibê dîwan xana wî li Cizîrê.
Bi sala Elo maye û ew kar kiriye ta ku carekî Pîra Finik sê çar keçikê xweşikê û şîret kirî xistine gemîkî û ji wanre gotiye: divê hûn Elo ji min re bînin Cizîrê dîwana Mîrê Bota bi çi rengî bê.
Dema ku gemiya keçika gihaye cem qesra Elo. Elo zincîra xwe kişandiye. Gemî lê sekiniye Elo doza xercê xwe kiriye keçika ji Elo re gotiye em keçikin zilam bi mere nîn deka were cem me Elo xwe avêtiye gemiyê de.
Keçik şîretkirîne, dema ku Elo xwe avête gemiyê de Keçika bi Elo re henek kirin hina destê Elo firkandiye, hina pişta Elo firkandiye hina Elo maçkiriye Keçikin berê şîret kirîne û Elo kete  di nav destê waye terî nazik de û di wê gemiya bê dê û bav de û li  ser wê avê ji Xwedê pêve kes wa nabînê. Keçik bi Elo şabûne û pêre lîstine ta ku Elo bi xew ve birine.
Dema ku Elo bi xew ve çûye Keçika berê gemiya xwe dane Cizîrê û Elo di gemiyê de razaye. keçika gemî birine li qefê sekinandine û rahişte  gewdê Elo birin li dîwanxana Mîrê Bota danîn.
Dibêjin Elo çavê xwe vekiriye ku va li hizûra Mîrê Bota ye. Mîrê Bota gotiye: xulamê xwe deka herdû milê Elo ji min re bikolin û di finda di milê wîde biçînin…!? Xulama herdû milê Elo kolane û her milekî Elo findek danîne têde û vê xistine…
Ew find di milê Elo de di şewitîne û donê finda hemî da ketiye hinavê Elo û Elo şipiya wek lehingekî di dîwanxanê li pêşberî Mîr û gir girekê Mîr şipiya sekiniye û li eynê xwejî naynê der wek ku ew find ne di milê Elo de vêxistîbin.
Mîr û gir girekê li dûra wî li Elo di meyzênin….. Dibêjin Mîr ji Elo re gotiye Elo ma tiştek jivî halî nexweştir hey…?!
Elo gotiye belê Mîrê min jivî halî nexweştir heye…!?
Mîr gotiye: çi tişt jivî halî ne xweştire Elo..!?
Elo gotiye: Mîrê min tiştê jivî halî nexweştir dema ku mêvanekî mirov werê û mirov û pîreka xwe li hev meyzînê û tiştek di mala mirov de nebê ne mirov deynê di bin mêvanê xwe de û nejî tiştek hebê mirov deynê ber mêvanê xwe. Ew hal jivî halî nexweştire Mîrê min ma wek vî haliye..
Dibêjin dema ku Elo ev ji Mîre gotiye: Mîr ji xulamê xwe re gotiye: gidî bi Elo ve bigihin Elo ne mêrê kuştinêye ka wa finda bi lez ji milê Elo derxin. Xulama find ji milê Elo derxistine lê derbê ciyê xwe girtibû agir gihabû hinavê Elo û li wê derê jiyane Elo bi dawî bûye. Me wênê Qesra Elo jî girt.. (Gelo Elo Dîno nemire yan kuştiye) gewdê Elo çû lê navê Elo û qesra Elo hîn mane û  Dibê ku hezar salê dîjî navê Elo û qesra Elo û yê weka Elo bimînin.....


Kelha Findik: li bakurî Kelhan Finik dikevê, biqasî bîst û pênc kilo mitr.
Dibêjin wek ku ji minre hate gotin, Pîrek jinbî diya sê kura çûye cem Mîrê Bota û jêre gotiye ez hatime tu cîkî bidê min da ez ji xweû zarokê xweyê sêwîre ava bikim.
Mîrê Bota ji pîrê re gotiye de here serê wî çiya yê ha û Findekî li wir vêxe ciyê ku Finda te lê bikê ronî ewder ji tere.
Pîrê çûye serê çiyê û Find vêxistiye ciyê ku roniya Findê dayê pîrê ji xwe re avakiriye.
Tîrêjên rojê yên pêşî dema ku roj nû der dikevê û li çiyê dixê pîrê gundê Findikê lê avakiriye û Kelih li serê çiyê raserî gunde. Lê hindî ji xelkê wê deverê digotin ev ne tenê Kelih bû ev xanjî bû ji lewma ez li hin ji wan xan û Kelha gerandim ciyê ku me dikarî em herinê...
Li rojavayî Kelha Findik û li ber qeraxa çemê Diclê kaniya gerim avê li wir dikevê. Kanî di qelaçekî negelekî bilindeye, di co ji kaniyê birne û di birk jêre çêkirne yek ji pîreka re û yek ji zilamare û di ser herdû birkare ava kirne û derî li ber wa xistine.
Kiriye sere miovekî ku xwe di birkêde bişû dused melyon perê Turkiye û li rojhilatî kaniyê otêlek û hin şalêhat çêkirne, jê yê ku bixwazê bi roja li wir bimînê.
Hin ji wan kesê ku tên ser kaniyê piştî ku xwe dişûn hinek av ji xwere dibin mal.







Ewjî bi rêzêne ji Cizîra Bota ta bi bajarê Wanê, û ev navê wane..
1-     Xana Çemê avî yan xana qesrika Elo dîno ew nêzîkî Qesra Elo dîno ye
2-    Xana Findikê
3-    Xana kewa nêzîkî bîst kîlo mitra ji findikê dûre ew nêzîkî  gundê cêlikê Eliyê Remo ye gunjî di quntara zinarekî de hatiye avakirin û li ser keviya ava mezine
4-    Xana Gera xanê biqasî pêncî kîlo mitra ji xana kewa dûre ew hinekî bi rexê Sêrtê ve diçê di nava wan çiya yê bilind û asêde ye, dema ku mirov ji bajarê Sêrtê diçê nav Harûna xuyadikê..
Hin xanê dîjî hene lê ber bimênin carek dî…






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1588