Xewnên Esmerê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 31 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




Demhat Dêrikî
Xewna yekê

Li wî welatî
Li wî bajarê ku penaber rondikên
Hesreta sirûþta gundên xwe belav dikirin..
Li mezela te
Li ser keneba ber pencera ji dengan re girtî
Ez û tu di nava bê dengiya þevê de rûniþtîbûn
Lê dengê dilê me li hemû quncik û deverên mezelê
Bi ava serxweþiyê digeriyan
Û em bi kêliyên rakirina sitûnên þermtirsa sed salan
Ber bi hev dihatin,nêzîk dibûn,dibûn yek
Û di vê yekbûnê de textê dadgeha þermê hildiweþî…


Xewna duyê

Dîsa þev bû
Ez û tu û pirtûkxana te ya nefispiçk
Di ken û peyvên te yên qamiþlokî de diçûn
Aþopên Dêrika deþtzêrîn û me
Li ber kenarê ava mezin ayetên eþqê dixwendin esmer.
Xewna sêyê

Hêj em li wir bûn esmer
Ava mezin wek me þiyar bû
Dida ber pêlan
Awaza wê bilind dibû
Dengê me tevlî wî dengî dibû
Em çûbûn bê veger,hemû sînor di nava ahînên me de
Di nava awaza yekbûna me de rabûn.
Êdî  þev þeva me bû esmer.

Xewna çarê

Þev bû,strana xwezî esmer bû mêhvan
Stran beredwam bû
Û pora te li ser canê min cotdikir,bêhna xwe direþand
Memikên gihayî jî,bi xunava xwe avdanî dikir
Lêv di tenûra maçên þevê de sor bûbûn
Can di deryaya avcanî de melevaniyek bê westan dikirin
Û hemû diherikîn þeva pîroz esmer.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1573