bi 3ê meh zindan û 50 hizar pereyên Sûrî, Derwêþ ê Derwêþ hate cizakirin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Nûçe



  Birêz Derwêþ ê Derwêþ Bi çavsorî hate cezakirin!!

   Diho, roja yekþembê 22ê Avdarê, ji ber xebata wî di ber ziman û toreya kurdî de, ji ber xwedîderketina wî li zimanê dayika wî, nivîskar û zimanzanê kurd birêz Derwêþ ê Derwêþ ji bal dadgeha leþkeriya Qamiþlo ve bi 3 meh zindan û 50 hizar pereyên Sûrî hate cezakirin. Ji ber rewþa wî ya tenduristî a taybet, zindankirina wî sivik kirin, daxistin 13 rojan, wan rojên ku berî niha di zindanê de derbas kiribûn.


   Mixabin ku îro rewþenbîr û torevanên Kurd, di sedsala 21an de, ji derveyî hemî prensîpên mafên mirov û yasayên navnetewî, ji ber xwendin û nivîsandina bi zimanê  xwe yê zikmakî têne darizandin û cezakirin. Bi rastî, ev reng-têkiliya dewletan bi gelên xwe re ji bilî Sûriyê û Îranê  li tu dever û welatan nayê dîtin.
Em dixwazin ji berpirsên dewletê re bibêjim: Eger hun di wê gomanê de ne ku bi van biryarên cezakirina çalakvan û rewþenbîran û fermanên qedexekirina zimên, wê zimanê Kurdî ji hoê rabe û gelê Kurd bi hêsanî bê piþaftin, hun gelekî þaþ in!!. Gelê Kurd ku bi hizarên sala ye bi zimanê xwe dijî, zimanê dayika di jiyana xwe ya rojane de bikar tîne, ziman , hest û giyanê wî bi hev re hatine hûnan, tucarî ew ji hev nayên veqetandin, ango, ta ku Kurdek li ser axa welatê xwe bijî, dê ala zimanê Kurdî berz û bilind be, dê bi vî zimanê þêrîn bê axaftin, pê xwendin û nivîsandin berdewam be.
   Wê pir baþ be, li xêra welatê me Sûriyê be ku karbidestên dewletê zimanê Kurdî serbest bikin, van qeyd û bendan ji ser rakin da ku ew jî li kêleka zimanê Erebî, Siryanî, Ermenî...jiyana xwe ya normal bijî. Herweha em di wê baweriyê de ne ku tu berjewendiya gelê Sûriyê, ne jî ya destelatê di berdewamiya vê siyaseta tund î hiþk ya dijî gelê Kurd û zimanê wî heye!!.
Em vê biryara cezakirinê ya derheqê birêz Derwêþ ê Derwêþ þermezar dikin, ji ber ku cezakirina rewþenbîran, cezakirin çand û ramanê ye, cezakirina mafê nerîn û derbirînê ye!. 

 23.03.2009 Z-2621K

Ismayîl Umer
Axavkerê Fermî Yê Encumena Giþtî Ya
Hevbendiya Demokrat Kurd Li Sûriyê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1560