Ževźn Esmerź
Dīrok: ĒįĆĖäķä 23 ćĒŃÓ 2009
Mijar: Helbest




Demhat Dêrikî

Esmer!
Çend žev ji ževekê zan û çend žev
Navê xwe li ser dînatiya me kolan?
Çend žev bûn žahidê cenga lêvên me
Û çend žev em di nava xwe de birin
Demjimêrên ne qedexekirî?
Esmerê,di hembêzên ževê te de
Em dibûn du kes,du kesên nexwaz li welatê (žermê!)


Çîrokên ževên me
Li kolanên qerçiyan digeriyan
Em bûbûn gunehbar!
Li mizgeftan ayetên sêdaran li me dixwendin
Û sond dixwarin ževên me serjêkin!
Lê ževên me dirêj dibûn
Pir dibûn
Biryar žev bû,bawerî žev bû û
Žev evîna me bû!..
Erê esmera ževên min,me pižta xwe dida peyvên demborî
Û wek her žev dîsa tu bi kirasê ževê dihatî
Ser textê dilê min
Dubare hemû cîhan di nava memikê te de jibîr dibû
Û ez dibûm girtiyek di nava lêvên te yê xunavî de
Ku dibirim buhužta Hesen Sebah!
Ževên me jibîr neke Esmer
Guh nede wan soz û peymanan
Ew her kêlî bi žûrê zivîstanê, buharê dikujin!
Ew her kêlî rûbarên zayîn û jiyanê diçikînin!
Ew her kêlî bi zagonên xwe yê di tariyê de pûç bûyîn
Buharên nûgihayî dižewitînin!
Na esmer,ew ne ji mene û ne ji paytexta welatê mene,
Guh need wan,
Were
Bila her žev çemên lažê me biherikin,
Bila her žev em di nava ava wan çeman de xwe ji gunehên wan bižon!
Ževên me pîrozin,ževên me ji malzaroka dilê me
Tevlî tazîbûna canê me dibin
Û jînê hembêz dikin.
Bila soza me
Berdewamiya ževên me bin Esmer!...
Ževên me pir xwežin Esmer.

 demhatderiki@hotmail.com







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1557