Dixwestin agirê Newroza 2009an vemirênin.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 ãÇÑÓ 2009
Mijar: gotar



 Selah Beyro

Bê goman vê salê weku hmî salan kurdistanîyan xwe berhev kiribûn ji bo Pêþwezî kirin û gêrana aheng û þahîya bi helkefta cejna newrozê(cejna sersala kurdî) ya ji berî hezara ha sal ku Kawayê Hesin kar gelê kurd bivê cejina netewî xelat kiribû .
   lewra dema peyva newroz û avdarê tê gotin,wêneyê Kawa û xetîra agirê    rizgarkirin û bi dûmahîya çerxê stemkarî û tund û tûjîya ezdehakê nexweþ û dirinde dijî gelê me kirî tênê hizir û bîrên me .


avdar teybetmendîke xwe li nav gelê kurd heye,û hatîye naskirin bi avdara kurdî, bi hemî wateyên xwe yên xweþ ji hilkeftên cejin û biwîn, û þoreþ û serhildanan ta yên nexweþ mîna koçkirin û pîlan,û sê dardana Sembol û pêþewên miletê me yê xwe ragir.
  Lê mixabin îro di vê serdemê ragihandina hevçerx û þaristanî de,corên mendel- kirin, û çewsandina nasnameya netewî ya gelê kurd mîna miletekî netewî û kevnar ku rêja wî 15% ku li ser xaka bav û kalên xwe ye ji bal rijêmê ve neyê pejrandin .
  û her wise pilê karê regezperistî û pirojên awarte ji mendel kirin û bi ereb kirin û rewþa tengavîyê û yasayê awarte bi hêz bendora xwe liser gelê kurd bi xurtî dike,ta roja îro evê rijêmê tu gavên pêþketî di rexê gelê sûrî de bi giþtî,û gelê kurd de  bitaybetî nehatine avêtin,nemaze direwþa mafên mirovan de.
Þopandina rijêmê bi berdewamî li ser çanda tund û tûjî û regezperstîyê cihê metirsînê ye li paþeroja gelê kurd û sûrî de.
Li va çend salên dawî de karê regezperestî bi þêweyekî rêxistinî dijî gelê kurd bi rêve diçe,bi mebesta birsîbûn û hejarîya parêzgihên kurd lê bicî dibin,ji bo koçber kirina wan bi kotekî, bi ser wê çendê de ku hertiþê bingihî amadene ji bo avakirina hemî corên pirojan ,ta nuha ev parêzgeh ji hemî pirojên abûrî û febrîkên seqemgîrîyên civakî bê par maye,derhênana fermana/49/a.
û kuþtina kurda li avdara2004a.û pahîza2007a.û êvara newroza 2008an.
û xirakirina cihê hovkê komên newrozê ,û dest serkirn û binpê kirina hemî cilk û bergên ku bi nexþ û wêneyê ala kurdistanê hatine çêkirin bi þêweyekî dirinde , ew karê çewt û dûr ji þaristanîyet û pêþketina hevçerx, wê bibe bilindbûna hestê netewî li ba gelê kurd,û ew kiryar yek ji wan xalê giringî ku me li jor destnêþankirî ye,di bawerîyên me de, heger ne ji hatina her/5/ balyozxanên ku ji bal Dr. Ebilhekîm Beþar sekreterê komîta navendî,ya prtî dîmuqratî kurdî li sûriya (partî )ba,ew tîmên asayîþ û polis û hêzên leþkerî ku bo xaka cizîrê hatibûne veguhestin, wê newroza berêzgeha cizîrê(hisiça)mîna newroza þamê qedexekiriban û dixwestin agirê newrozê vemirênin.
  Lê bi tenê ez di karim bêjim miletê kurd miletekî mêrxas û can fida û kurdperwere, e wan destkeftên xwe yên bi xwînê qizinc kirin,tu caran li paþerojê ji dest xwe na berdin.
Bijî cejna newrozê cejna azadî û serxwebûnê.
  22/3/2009.z
Qamiþlo








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1552