Dil sar dibim ji Jîyanê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 05 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




Þevger

Ji jiyanê dil sar dibim
Sûd û mefa min jê nema
Pêrîþan u ez kal dibim
Emrêm bûrî tiþt tê nema..


Hespê min nema dibezê
Dem xiraba min hêz nema
Derdê xerîbîyê zorre
Min mefa ji vî emrê nema ..

Hêdî hêdî bê xêr dibim
Bûhayê peyva min nema
Ez li jor bûm ber jêr dibim
çi zemana ev çi deme..

Ma piþta xwe kî girêdim
Bext û bawerî jî nema
Ev dema diz û pîsaya
Cihê yê baþ têde nema..

Hêdî hêdî her tiþt diçê
Kultor u Ol ziman nema
Tê bê kuro, tê bê keçê
îro kesek dor min nema..

Ritmek bilez nefþek ecîb
Urf û adat  heya nema
Bê feyde ye çiqas bêjim
Dem na zîvirêt wek dema.

2008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1514