Serma û Birçîtî dibînim
Zilm û Zorî dixwînim
Lê... çav girtîye û Dev Kurmîye
Hinav û Dil tev bûne Xwîn û Birîn
Bi þev û Roj dikime Qîr û Nalîn
Rabe Kalo.. rabe Xuþkê.. rabin Birano
Bese Bindestî.. bese Xwînxwarî.. bese Zilm û Zorî
Kalekî goooooot…
Ez ê çi ji tere bêjim wa Xortê Rind û Ciwan
Dil pîr bû.. Diran ketin.. Por Sipî bû
Dijminekî bê bext û bê îman
Dijminekî bê Namûs û bê wijdan
Ez im ew Rihsipîyê Cizîra Botan
Min Serî dihlandin.. çiya dihejandin.. Dijmin diqelandin
Lê… Felek Xayîne laooo
Çawa ez bûme Kalekî bê Diran
Por sipî, bê Hiþ û bê Sewdan
Qîzekê goooooot…
Ez im Bûka çardesalî
Kulîlka sorî Biharî
Li nav Hevala pir Delalî
Ez dijîm li Kurdistana þepalî
Mêjî li min hejandin
Mi li vê Axê dagerandin
Hêstir ji çavan barandin
Xwîna þêrîn rijandin
Li me kirine Talan û Ferman
Serî li me dane badan
Zilm û Zorî li me dane radan
Ta em bûne wekî Serxweþê bê Ziman
Xort dîsa vegera û goooooot…
Lê ez ê ji tere bêjim wa Faþistê Kerî Dewar
Ji xwe re.. bike Ders û bike Guhar
Em ti carî namînin bê cih û bê war
Û em ê bibne wekî Hespê bê Hefsar
Peywenda qetênin bê tirs û bê hejmar
Ku em bigrin Dest bi Dest…Em tev dibin Serbest
Û li van Kolana.. wê Qîz û Xort bikne Sitran û helbest
Va Kevoka Aþtî li Azmana difrî…Va Kevoka Aþtî li Azmana difrî
Salar Temer…….Suiss