bi alîkariya Dezgeha Sema ya çandî û hunerî
Ji weþanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave þûna wê derket.. bergê Dîwanê ya Hunermendê kurd Beþar îssa ye
Þûna wê bi alîkariya Sema kurd ya çand û huner çap bûye û ev pirtûk dikêve rêze zincîra 6an ji pirtûkê wê yê çapkirî .
Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê Erebî û Elmanî jî hene,
þûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne ser rêka rast
Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî dinivîse … lê dereng ev berhem derxist û wek ku dibêje : ” min birîyar li Amedê sitand .. divê ku ez helbesta xwe bighînim Amedê ji ber ez berî her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta mine ji mêj ve ..!"
Ji pirtûka þûna wê :
Çend sal
Gelek sal derbas nebûne...
tenê bîst sal...
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew Dêlî pê ve hildikiþe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyaða pencerê weþandiye...
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!
Leþker
" bo leþkerekî Turk "
hooo leþkero..
Xwedê du dest … du çav dane te..
da ku tu …
bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..
bi herdû destan gulîyên wê ên reþ bihûnî…
yan jî bi wan baqê gulan pêþkêþ kî..
hoooo leþkero ku tu nezan bî ..
ji xwedayê xwe bipirese..
ew ê ji te re bibêje…
lê tu napirsî …
bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..
û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..
û wênan dikþînî..
Leþkerooooo
ji xwedayê xwe bipirse..
yan jî ku tu bi dil bî..
ji dilê xwe bipirse….