Qehwa Eþqê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 16 ÏíÓãÈÑ 2008
Mijar: Helbest




 
Demhat Dêrikî

 Diyarî bo Îmad Derwêþ dema eþq di fincana qehwê de diforê

Dîsa li wir
Li ser textê þevê
Çavên te bi dilê te re bûne yek
û ramanên te ji hilma qehwê diforin,tevlî dûmana çixarê dibin.
Ho keko ev bûn çend fincan
Te diyarî xewnên wê eþqê kir?
Þevên te jî xwe jibîr kirine


Nema xwe nasdikin,her dever ji bêhna qehwê û ji bêhna esmerê diforê
Zimanê te her dibêje esmer
Hest û lêvên te ji hesreta dîtinê dikin feryad
Tiliyên te dilerzin..dikin gazî..
Li gerdena wê
Li wî canê þevrevîn
Digerin
 yek dixwazn bi wê bedewbûnê re bibin
dirêj dibin henese
dirêj dibin dengê dilê te
dirêj dibin ramûsanên ser sêvtirþan
û bîrhatinên Qamiþlo tevlî rûpeleke nû ji eþqa esmera Duhokî dibin
û þev hilma qehwê vedixwe
temen dirêj dibe
aþop li pey hev ji fincana bê xew dirêjî
ser dika þevên Duhokê dibin
û peyvên ji te hez dikim
tevlî hevokên romansiyeta qehwê dibin.
De vexwe têr vexwe qehwa ji destê evinê
Lê wan rondikên ji kolanên Qamiþlokê ji çavên te diherikin jibîr neke
Û bi eþqa qehwa esmerê re vexwe,têr vexwe..

demhatderiki@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1384