Li Dadgehê Þerê Kurdî.. TRT Heþt dê vebe, lê di dibistan û dadgehan de kurdî qedexe ye…
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 ÏíÓãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu@gmail.com

Komara Tirkiyeyê, di avabûna xwe de dewleteke gelek xerîb û barbar e. Her çiqas Komara Tirkiyeyê encama keda kurdan û tirkan avabûbe jî, piþtî ku dewlet li ser piyan sekinî û xwe xurt dît û berpirsên dewletê biryar dan ku dewleteke neteweyî ya tirk û îdolojîk a Kemalîst ava bikin, hebûna neteweya kurd hat înkar kirin. Di îdeolojiya fermî ya dewletê da hat nîþan dan ku “kurd tirk in”.


Ji bona vê jî hemû mafên kurdan yên neteweyî, civakî, îdarî hatin qedexe kirin û xesip kirin. Welatê kurdan hat parçe kirin: Di Peymana Lozanê de ew parçebûna Kurdistanê hat tescîl kirin û avabûna Komara Tirkiyeyê jî hat pesinandin.
Dewleta tirk, dema xwest ku bibe dewleteke neteweyî ya tirk, diviya bû ku neteweke tirk hebûya. Lê dema vê pêvajoyê dest pê kir, neteweke tirk ya mûtekamîl tune bû. Ji bona vê netewe tirk bi destê dewletê jýnûve ava bû. Ew jî li ser bingeha helandin û asîmîlekirina neteweya kurd çêbû. Helandin û asîmîlaya neteweya kurd jî,  taybet bi qedexekirina zimanê kurdî hat meþandin.
Zimanê kurdî, di jiyana civakî de, di jiyana dewletê de, di dibistanan de, di dadgehan de, welhasilî li her derekê hat qedexe kirin.
Ew kesên kurdî axifîn bi cezayê hepsê û peran hatin darizandin. Ew kesên mafên perwerdayî ya zimanê kurdî daxwazkirin jî, hatin hepiskirin û heta hatin kuþtin. Qedexeya ziman jî bû sedema serîhildana neteweya kurd. Encama serîhildanên neteweya kurd jî, di destpêka sedsala 20-an heta salên 1940-yî  bi qetlîaman hatin bersîv kirin.
Di ev merhelaya dawî de jî, Komara Tirkiyeyê li hemberî têkoþîna neteweyî ya kurd, bi her awayî nizane dê çi bike. Ji aliyekî de hîn hebûna kurdan desturî û hiqûqên nas nake, ji aliyê din de jî dixwaze ku televîzyoneke kurdî, TRT Heþt veke. Ji aliyekî  kurdî axiftin di hilbijartinên giþtî û xebata partiyên siyasî de qedexeye, ji aliyê din de jî dixwaze TRT Heþt veke.  Li aliyekî di disbistanan de bi kurdî perwerdayî qedexe ye, ji aliyê din de tê xwestin ku TRT Heþt vebe. Li aliyekî di dezgehên dewletê û dadgehan bi kurdî qise kirin qede ye û lê li aliyê din TRT Heþt dê vebe.
Ev jî derdixe holê ku Komara Tirkiyeyê ji bona pirsa neteweyî ya kurd, xwediyê projeyeke hevbeþ nîne. Bes dixwaze ku bi muwaqqetî kurdan îdare bike û bixapîne.
                                                      *   *   *
Ev helwesta dewletê duho jý,  di Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 5-emîn a Diyarbekîrê de xwe gelek aþkere diyar kir.
Wek tê zanîn Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM), komeleyeke siwîl, demokratîk û kîtlewî ya Kurd bû. KURD-KOMê, wek di rêznameya û armanca xwe de jî diyar û aþkere kiribû: Ji dîrok, ji tevgera miletê kurd, ji çand û zimanê kurdî re xwedî derdiket û di derbarê wan hêjayên girîng yên neteweya kurd de proje diafirand û xebatên kolektîf dimeþand. Ji bona ku neteweya kurd bigihîje mafên xwe yên þexsî, neteweyî, gurubî (kolektîf), desthilatdarî, xebat dikir.
 
Ji serok û rewþenbîriya kurd re jî xwedî derketin rasterast yek armanceke KURD-KOMê bû. Tevgera neteweyî a Kurdistanê a 1925’an, ji bo her kurdekî û dezgeheke kurd jî tevgereke gelek girîng e, divê gelek girîng be jî. Helbet ji bo KURD-KOMê jî gelek girîng bû.    KURD-KOMê girêdayî ev armanca xwe, di 28. 06. 2005’an de ji bona ku serok û têkoþerên tevgera neteweyî ya Kurd a 1925’an yên ku ji aliyê dewleta tirk de hatibûn îdam kirin û kuþtin bîrbîne; siyaseta dewletê li hemberî neteweya kurd protesto bike civîneke kîtlewî û girse li ber Mizgefta Uluyê (Ulucamiyê) bi dar xist. Lewra serokên tevgera Kurdistanê ya 1925-an û ji wan 47 kesan beþek hevalên serok Þêx Seîd Efendiyê Pîranê, Xalid Begê Cibrî û Yusiv Ziyayê Bêdlisî li ber mizgefta Uluyê hatibûn daleqandin û îdam kirin. Ji bona vê ciyê bîranînê li ber Ulucamiyê hat hilbijartin.
Ez jî berdevikê KURD-KOMê bûm. Min jî li ser navê KURD-KOMê ji çapemenî û beþdarvanên civînê re bîrûreyên KURD-KOMê, di derbarê tevgera neteweyî a Kurdistanê ya 1925’an û serokên wê de  anî ser zimên.
 
Dema ku min bîrûreyên KURD-KOMê diyar kirin, berpirsiyarên çapemeniya herêmî û neteweyî jî beþdarî civînên bibûn. Min bîrûreyên xwe û ya Komeleya Kurd a Diyarbekirê  kurdî bi devkî û tirkî bi niviskî ji çapemeniyê re pêþkêþ kir.
 
KURD-KOMê di hemendem de piþtî çend rojan jî, ji bo Tevgera neteweyî ya Kurdistanê 1925’an konferansek li dar xist.
Ev civîna bîranîna Serokên Tevgera Kurdistanê, di despêkê de, di Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya 2-emîn de hat dadgehkirin. Dema ku dadgehkirinê li wir dom dikir, dadgehê biryar dabû ku ezê bikarim ku bi kurdî parêzname û reyên xwe pêþkêþî dadgehê bikim û ji bona vê jî biryara wergerekî kurd hatibû dayîn.
Piþtî ku Dadgeha Cezayê ya Sulhê biryar da ku nedesthilatdar e û doz li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 5-emîn dom kir, di destpêkê de ev biryara kurdî dîsa hat erêkirin. Hezar mixabin piþtî merheleyekê dadgehê dev ji biryara xwe berda, biryar da ku ez nikarim bi kurdî nerîn û parêznameya xwe pêþkêþî dadgehê bikim.
Encama ev helwesta dadgehê min û parêzerê min Sabahaddîn Korkmaz, me, qadi red kir û me daxwaz kir ku dev ji doza min berde. Lê dadgeha bilind, ew daxwaza me nepejirand.
Duho (04. 12. 2008) jî vê dozê dom kir. Di ev diruþmeya dawî de jî ev þerê me yê ku ez li dadgehê kurdî qise bikim, dom kir. Di navbeyna min û parêzerê min û dadgehê de minaqeþeyên hiþk çêbûn. Min dev ji helwesta xwe ber neda. Min bi kurdî qise kir, parêzerê min, nerînên min wergerand tirkî.
Lê dîsa min nikarî ku ez parêznameya xwe bi kurdî pêþkêþ bikim, biryar hat dayîn ku doz di 2-ê Sibata 2009an de dom bike.
Amed, 05. 12. 2008






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1369