Hêrsa min tê ku ...
Dîrok: ÇáÃËäíä 31 íæáíæ 2006
Mijar: Helbest


 
Besam Mistefa


Wekû
Dîsa þev ji çavên te bibarin û
Vê þeva min dagîr kiriye
Du bostan ji min dûr xîne ...
Erê kezîkura min !


Bere roj dema xemla te bibîne – tarî bibe
Bere þev bi çavnebariya xwe bimire biçe
Dema ku ji niþkave çav li pora te ...bike
Bere heyv xwe veþêre
Bere stêrk bi vemirin..
                  Bi temirin !

  *  *   *   *

De bibarîne
Ey bûka berfê !
Ey afireta aferîdeya axa Xwedê !
De ,
Bihna þev û memikan
Bi ser topraxê me bêwaran bixe ...
De ,
Gulstêrekê li asîmanê me xemxwaran
                                             Xîne ...
Barana ku li derve di bare
                                              Sêwî bihêle
Reþkên þevê yên ku bi þevan ji dayik dibin
Û li piþt dergehan radiwestin ,
     Bi dengê maçên xwe ji qehran bi fetisîne ....
Û sînoran jî bi herfiîne ...
Wan sînorên bê ijmar
Bi mêbûna xwe ya har
     Bi hilweþîne !
Dilê min yê rawestiyayî ...
Bi dînîtiya xwe
Bi ava ber û singên xwe
Ji min bi dize ...
Bi dize û ...
Ji kefen derxîne !

  *  *   *   *

Kezîkura min !
Her þev
Heman çîrok dubare dibe
Rûpel
         Rûpel
                  Bi tiliyên bayeka mê
                  Dîsan tête vegotin !
Þev !
Û heman çîrok dîsa li ba dibe :
     Ez û
            Þev û
                     Kezîkurê windayî ye !

  *  *   *   *

.....Li wan þevên zivistanê yên dirêj û bêxwedîmayî, dema ku agirê sobê gur dibû , sor û þîn û zer dibû , û hezar dev ji seridandina çîrokên êþ û îxanetan , çîrokên jibîrbûyan ; birayên têkçûn û tinazan ; pêkenokên xelk û aleman ; xuþkên stûxwarî û bêhêvîmayinê ; yên ku ji herdû dunyayan mehrûm ...., qul dibûn .

     Li wan þevan ku agir gur dibû ,
     Þaþîtî û gunihan xwe li ba dikir :
     Çiqasî me xwe jibîr dikir !
     Çiqasî me Xweda û Pelîd jibîr dikirin û di nav
Reþahiyê de , bi þev û gunihan rapêçayî , li ber agirê germ û çîrokên bi xem û êþan poþayî , em di xew ve diçûn ...lê ! Êþ , xemgînî û xisaret þiyar diman ...mîna pizotên wî agirê sobê û... wî agirê di dilan de , þiyar diman .......di çirisandin !

  *  *   *   *

Çûkên xezeba min
Vane dikine çîve çîv
:
Ne tî me
Ne birçî me ,
Aciz im ez û ji çixaran pêve tukes
Li min nebû xwedî !
Tiþtek nîn bû û
Tiþtek nema .....û ji nemanê pêve tukes
Li min nebû xwedî !
Ez dê bi ku ve herim
Êþ lê nebin ?! Û ji vî Bakurê bêxwedîmayî pêve tukes
Li min nebû xwedî !
........
Çîve çîv bilind dibe
Hêrsa min tê ku .....
Li min bibe xwedî !!

                                              Kurdistan
                                              8-2-2006






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=135