ROZ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 14 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Helbest



Xemgînê REMO

Hênik-bayê vê sibehê
Bêhna bîhok û hirmî yan
Sêv û hinar û berû yan
Ji paþ çîyan
Bi xwere tîne ...
Ev çi raze roz ...?
Dîsa pêlên bêhrî kirina te
Dilê min
Di sotîgeha tenahî yê de
Dihejîne ...


Toz û zingara xew-giranî yê
Jê di weþîne
Roz ....
Bawer neke ku razabûm
Heta bi þeva bûrî jî
Di xewnê de
Tilîyên min
Wek pezkovî yên birçî
Di nav zinar-memikên tede
Diçêrîyan .
Roz ....
Eva hatim ..ez têm
Û ezê bêm
Ji nû geþ-agirekî zerdeþtî yan
Li ber çongên te
Ezê vêxînim ...
Daristana sênga te
Bo min buhar û hêlîne
Li ser lêvên te
Navê xwedakî mezin
Ez dibînim
Û þîn-çavên te
Du pirtûk ên pîrozî ne
Rû pelên Zendavîzta û
Avezta ez têde dixwînim ...
Tenê ji þêrîn kanî yên xwe
Bide min ava serxweþî yê
Û dîsa bo min bibe
Dayîka Emê Gozê
Ezê deþt û çîyan bihejînim ....
Roz ....
Eva hatim ..ez têm
Û ezê bêm
Hestî yên gelyê Zîlan
Di tûrikekî xînim
Û li ser piþta xwe
War bi war bi gerînim ....
Çira yên di gola Wanê de
Vemirîn
Divê ji nû vêxînim ....
Fireh-govendekê li Dêrsimê
Bigerînim
Û efsaneya Agirî
Dîsa vejînim ....
Roz ...
Xwe ragire
Eva hatim
Ez têm û ezê bêm .......






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1349