Dema bê dem.. Kurte çîrok
Dîrok: ÇáÃËäíä 10 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



  Meþel Temo

Dema bê dem bi tîrêjên roniyê, roniya ne xuristî bê hest dibûre li ser nexþeyên dîwarin çar qozî û bê deng di çilmise, ew nexþeyên ku her xêzek ji wan êþgirtina mirovekî tomar dike.
Ronî ew ronî ye, bi guhên mirovan tête hisandin dem jî bi dengê xîzxîza qapiyên qûtîkên tenahiyê bê dem di mine û bi her vekirînek e mirov dibe nûmre û li ser piyan disekine û berê xwe bi dîwar ve deke.


 Helbet her sê dîwar jî nêzîkin.
 Guh tenê þiyar di mîne, û bi dengê :
Xwarina xwe bibe ?
Hingî jî divêt çav nîv girtîbin û tenê ji navê nimreya, ku li xakê bi nêre û li ser çokan destê xwe rade û sênîka xwarinê bi lez û bez bikþîne.
Wêneyk kûrmê kûçkan tîne bîra mirov.
Helbet jî mirov nizane ku çi di wê sênîkê de ya,
Lê divêt ku bi lepan bixwe bê ku bizanibe çi tê de ye, û bi gûmîna girtina qapî re guh demê dinase gava di nav têlên lihevgeriyayî derbas dibe, û di nav wê dema bê dem de raman, helwest, mêr, jin, zarok, tev wek fîlmekî di tîviyê de dibûrin her yek di axife, pirs û bersivê rast dike bi vîna çîrokên jiyana xwe tîne hole û bi laþmirovekî ve þîrove dike ramanên wî þiyar dike, vîna wî ji hesin xurtir dike. Dema bê dem di hiþ de bi bihna yasemîn ve av di de û hêza mejî bi evîna wê bihinê dem bi dem dike û zordariya dîwarên çar qozî di bin piyên vîndaran ve dipçiqîne, û bihna yasemîn a vînê xwe li cîhanê radpêçe.
Ne dîwar, ne nimre, ne ji…….?
Tev nikarin bihna yasemîn ji xwîn, û mejî, û hestan derînin ……
Bihna yasemîna min di qûtêkên tanahiyê de.
Dema min bi demkin.

Meþel Temo
Di zîndana Edra de
28/10/2008 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1340