1+14 Çarîn
Dîrok: ÇáĂÍĎ 09 äćÝăČŃ 2008
Mijar: Helbest



Arjen Arî
       

dil

navé te kaçûmanok, navé te béndera tayé
sira nesimî hénik tenik, dil Çola Kerbelayé
ziman melhéba peyvan, çarînan didérim
hemû qamûs bi navé te radibin reqs û semayé

ţitl

1
ţeveké, hew ţeveké
ji paţîvé heta ţeveqé
ez bibûma bahrek 
û tu kelekek bûya li kéleké!


2
biçûma… dûr biçûma
li parsa hezé leqayî te bibûma
parsa kirî me bikira ţekir
û me bela bikira li zarokén xakeké.

3
rojeké, rojeké pérgî te bém
diţém çivîkén çavén xwe bifirînim
stiraneke nîvcomayî dé birevînim
ji ser ţaxé henara l’ daristaneké.

4
motacî du peyvan im niha:
yek, ji bo çavén te biçurisin
ya din, bo poré te pé ţeh bikim
li ber kezîkura neynikeké

5
ne tu bî
hezé çawa li ferhengé zéde bikim?
peyvé çawa ji Evdél deyn bikim?
kaniya ji nû ve zayî me, dikim
zéde bibim û biherikim berûbahreké

6
her tu welaté min î  bénav î: 
di tofana jiyé de tu qeraxa herî kevî
tu li baţûré dilé min dikevî:
layek te rastî, layek yekera xeyaleké!

7
tenétiyeké dimeyéné dilé min
wey li min, li ké dinerin çavén te?
sihar dé bimeya li ser mijankén te
ku min ţev bikuţta bi xençera maçeké

8
qîzikeke çil-kezî ne xweziyén min
bi ţev dihûnim, bi roj wan ţeh dikim
bi her ţehkiriné re dilé te seh dikim
dimînim,nikarim derém ji biné çaleké!

9
dikulkul im li ser réya dildayîné
kuleké kulek im, her  li dû kerî:
tu bi vé rikké, lé… ez bi vî serî
nagihine hev li duriyaneké!

10
ji hemû deran tu ji dil dixwî
noţîcan be noţîcan, ku tu min jî bixwî
tu nexwî, dil dé çi bihele d’ min de
qajikek im di nav diranén hezé de
heza te diţibe qajikçûtina qereçiyeké

11
kurmiké hezé ku di dil de geriya
bi ser peyîzé de henar ku pel bi pel weriya
piţtî her birqé ku ezman giriya
xuţţîna robaran  e mizgîna bihareké

12
tu a di dilî de, bi dilî re tu é bikevî tirbé jî
tu é li ser tirbé durikeké diréj vebéjî
tu é hezé biréjî hezé li tevî tava xilolîkan
pahra zaroké giryan, ya çîrokbéj:vebéjî!

13
taldeyek î tu, sîtaveke zinarî, bayekî hénik
tayé jiyîné bi hezé stûr,béhez xavik xavik
bi ya dilé xwe bik lo, bi ya dilé xwe
dil qesr û qonax e, pahra mirîyan e çalik!

14
hez bétemen e, di temené hezé de me ez
ez bétemen im di temené min de ye hez 
bibez, newest li dû dil da tu bi ser hezé vebî
dara sér ,mixabin çi berî nade;
lé her xerzik bi demé re dibe rez!






Cihę ev nűçe ję hatiye: Welatę me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1338