Kurdên Sûryê .. Nerînek Erebî, di derbarî bûyera kurdên Sûryê de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 08 äæİãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Pirtûk: Cuxrafiya Sûryê ya xuristî.
Daner: Mamosteyê zangoya Şamê – Sûrye- D. Adil Ebdisselam.
Wergêr: Xalis Msewer

Kizînofon(400)b.z. Koka Kurda vedigerîne ser miletekî, ku Yûnanî jêre Kurdoxî dibêjin, lê (Noldîkê) û (Hartman) û (Fîsbax) jî wan bi ser rûniştimanên welatê Faris (Sertiyan) de dajon. Ev zanyarên ha, rastiya vê gotinê, di nêzîk bûna di nav bera herdû zimanan, yê Kurdî û yê Farisî – Îranî  de dibînin.


Lê nerîna herî giring di dabaşa koka Kurda de ew nerîna (Mînoriskî)ye ku dibêje: Kurd bi koka xwe ji Bextanyan hatine xwar, û tevlî Ermenan ji beşê sêzdehan ji Imperatorya Farisî têne jimartin, Mînoriskî dibîne jî, ku Kurd di dîrokê de, bi gelek miletan re tevlihev bûne, û bûne miletekî tevlihev û koçer, ku xwîna wan jî neyeke û hemû ne ji yek qadêne, bi zimanekî bi koka xwe Îranî û bi gelek zaravn dipeyivin. Di sedsalya heftan berya zayînê de, ji başûrê gola Urmyê barkirine û ber bi Botanê ve çûne.
Berovajî ji nerîna Mînoriskî re, rojhilatnas(Mar) dibêje: Kurd miletekî bi kok û bingeh û orîcînalin, ji kevin de li çiyayê Asya ya biçûk û li herêmên xwe yên niha hatine dêtin, ne ku ji koka Îranî – Farisî hatine xwar, lê ew gereke digihêjin Ermen û Gurciyên başûrê çiyayê Qefqasê, û zimanê wan Hindo – Ûripîye, nêzî zimanê îranî û Ermenaye. Evin hin nerînên Ûripiyan di kok û bingeha kurda de. Lê Kurd di derbara koka xwe de dibêjin: Em ji koka (Hindo- Ûripîne), ango ji miletê Arîne.
Dîrokzanê Ereb Mesûdî jî, Kurda bi ser Ereban de dikişîne, lê evna jî gotineke neraste. Li vir, çi di derbara Kurda de hatibe nehatibe gotin jî, xweş tê xuyakirin, ku rewş û keys û fesala laşê Kruda ji yê Ereban cudaye, serê Kurda gilovere û nîşanên rûwên sorkejî, di nav wan de xweş peydadibin. Bikiştî dibêjim: Kurd ji miletên Hindî – Ûripîne, lê zimanê wan bi peyvên miletên rojhilatanavîn ve tevlihevbûye, ji ber ku ji kevin de, êlên wan û miletên herêmê tevlihevbûne, û evna di zarav û zimanê Kurda de  xweş peydadibin, û zaravên giring di zimanê wan de jî evin:
Kurmancî – Goranî – Babanî – Lorî – û Bextiyarî…û ji bilî van zaravin din jî hene.
Kurd ji welatê xwey pêşî, yê ku dikeve nîvê bakur ji rojhilatanavîn gihiştine Sûryê, ku welatê wan jî îro, di nav gelek dewletên rojhilatanavîn de hatiye perçekirin, ku jêre welatê Kurda (Kurdistan) tê gotin(1). Sînorê Kurdistanê û fereh bûna wê bi rengekî têvel, ligorî berciwendiyên wan hukûmatên ku herêmên Kurdistanê perçekirine tê dîtin, li radeya ku Tirk hebûna Kurdên nav xwe di din mandelê, tevlî ku perçê herî mezin ji Kurdistanê îro di nav sînorê Tirkyê de pahin dibe. Bigiştî gêr û fereh bûna welatê Kurda bi qesî (1/5) ji gêra welatê tirkiyêye, lê bêgûman Kurd gêra welatê xwe nêzî(500,000) km2 di din xuyakirin, lê pirên zanyaran nîvê vê gêrê dipejirînin, mîna sergêjya gêrê jî, hejmara nifûsa Kurdan newekhev tê dîtin û belî dibe.
Kurd di sala(1973)an de, hejmara xwe digihandin(12,500,000) kesî, û jêderên din hejmara wan(6) melyon didîtin, lê bigûmana sedema vê newekhevya vê hejmarê ewe, ku Tirk û Îran jî Kurda Tirk û Îranî didin xuyakirin, çimkî ku lidor(47%) ji kurdên cîhanê îro li Tirkiya dijîn.
Lê ez bawerdikim ku hejmara Kurdan li cîhanê di sala(1973) an de digihêje (8. 5 – 9) melyonan, û weha li qadê têne belavkirin:
47 % ji Kurdan, li  Tirkiyê dijîn
19 %  li iraqê
1.1 li Sûryê
31 %  li Îranê
1.9 %  li yekîtiya Sovyetê
Hejmara Kurda li Sûryê di vê salê de, lidor (110,000) an diçe û tê, ku ew jî kevintirînên hindikên Sûryê yên gihiştine welêt, û li gelek cihan belav bûne, nemaze li ser xaka wê şerîta nebihev girêdayî, ku di navbera miletên Ereb û Turanî de xwe bicihkirine. Lê evna çi herêmin û çawa Kurd hatine van herêman…؟ 
Piyêr Rondo sala(1939)an de dibêje: Gereke hukûmeta destlatdar ya Ferensî li Sûryê rawestya ta sala (1933)an ta naskiriba, gelo ev Kurdên ku di herêma destlatdarya wê de rûdinên kîne û çi nicadin..؟.
Rondo hejmara Kurda lidor(97,000) an, di nav sînorê Sûryê de wê çaxê dide xuyakirin, ew hejmar vedigere salên berya (Lîwayê Iskenderonê) ji Sûryê bê veqetandin, û cihê wan jî mîna cihên kesên hindik di nav piranya Ereban de dibîne, lê birastî jî cihên wan ta roja Îro jî nehatiye guhertin, weke ku hejmara wan hatiye guhertin. Livir ku em bêne ser hejmara Kurda di Liwayê Iskenderonê de ku (15,000) di sala 1939an de dihate texmînkirin, û ku em vê hejmarê ji hejmara Rondo bibirin, emê bibînin ku hejmara Kurda ligor vî zanyarê Ferensî di wê salê de li Sûryê (82,000) kesin, ji ber hejmara anha (1973)an, ku gihiştiye (110,000)an. Ango zêdebûna Kurda di dema(30) salî de,  gihaye nêzî (28,000)an.
Cihên rûniştina wan jî li Sûryê, ligorî xerîta ku (Sêrc canîtêh) bi gotara xwe ya bi navê (Tevgera netewa Kurdî) ve, di sala 1965 belav kiriye, mirov  kare van cihên Kurda di vê xerîtê de xweş bibîne. Dîsanê li vir gereke em cuda bûnê, di navbera komkên Kurdên kevintirîn, ku bi koka xwe Kurdin û yên piştî wan hatine Sûryê  de bibînin. Kurdên kevintirîn bêhtir ji hefsed salî li welêt rûniştine, zimanê xwe jibîr kirine û kelepûr û adatên xwe wendakirine, û di nav Ereban de asimlasyon bûne, û nema mîna Kurd têne jimartin, nemaze ew rûniştmanên li beşê bakur ji çiyayên perava Sûryê, ku (Çiyayê Elewya) jêre têgotin xwe bi cihkirine, û ta niha jî navê(Çiyayê Kurd) li wî çiyayî dibe, ew jî ji bilî Çiyayê Kurdaxêye yê ku li hêla efrînê dikeve.
Ji bilî wilo jî, gelek gund û rûniştgehên mirovan li Sûryê ta niha jî, navên Kurdî yên resen hildigrin, mîna navê(asêgeha Kurda), ku li beşê başûr ji çiyayê peravê dikeve, û hin ji Kurdan hêjî li herêma (Al-we- ir) ku li rojavayê çemê (Asî) li hêla bajarê Himsê dikeve rûdinên, û hin li herêma deşta Ekar li ser deryayya Sipî jî hene. Lê kurdên ne gelekî ji kevin de hatine Sûryê, ew hêjî bi zimanê Kurdî dipeyivin û kelepûra xwe baş parastine, ev diyarde jî, ligorî dûr bûn û nêzîk bûna wan ji Erebanreye, û sedema dûr bûna kurda ji Ereban re, ew Tirkên Osmanlî, û Kemalî, û Ferensî bûn, ji bilî van jî hukûmetên Sûryê, ku ev miletên bi hejmara xwe hindik, bi neguhdana xwe ji wan re berpirsiyarin. Ji ber vê yekê kurda û ji bilî wan jî, bêhtir bi netewe û zimn û kelepûra xwe ve hatine grêdan. Lê vê dawyê Hukûmeta Sûryê xwest nêzîkayê di navbera Ereb û Kurdan de çêbike, û wî dîwarê di navbera wan de biherifîne, ji ber wilo dibistan û xwendegeh vekirin, rê çêkirin û radyo û dezgeh û alavên ragihandinê avakirin, bi vî rengî civaka Kurdî li pêşket, û hin nêzîkayî di navbera kurda û civaka Ereban de çêbû, kîn û nefreta kevin û eşîretî di nav herdû beşan de hatiye rakirin, û Kurda berê xwe dane çandinî, û textoriyê, û kar, û wezîfê û erkên têvel.
Dîsanê, hatina Kurda li welatê Şamê, vedigere sedsalya yazdehan, yan sala (424)an ji koçê, ango çaxa fermendarê Himsê (Şiblid- dewle - Nesir kurê Mirdas) ew mîna leşker li(asêgeha Kurda), li rojavayê Sûryê bi cih kirine, ew jî ji bona ku riya Himisê – Terablusê biparêzin. Lê çaxa asêgeh kete destê Xaçperestan, heryek ji Kurdên asîgehê bi deverekê de çûn, û ji hev belav bûn. Piştra di dema (Nûriddîn Zengî) û (Selaheddînê- Eyûbî)de, di sedsalya sêzdehan ji zayînê, bêhawe Kurd dageryane Sûryê, û li bajarê Şamê, li taxa ku îro (Taxa Kurda) yan jî rukniddîn jêre dibêjin rûniştin. Lê gelek ji wan îro bi zimanî Erebî dipeyivin, û zimanê xwey Kurdî jibîrkirine. Lê ew Kurdên ku di sedsalya şazdehan de, û piştre jî di dema Osmanlî de dageryane Sûryê, hê jî bi Kurdîtiya xweve girêdayîne, û bi ziman xwey  netewî di peyivin, û bi kelepûra xwe ve hê baş girêdayîne. Û êlên Kurdan yên herî giring jî li Sûryê evin.
Mîran, Hesinan, Aşîtî, Etraf Şehir, Bûbilanî, Hevêrkî, Mêrsinî, Pînar Elî, Milanê Xidir Axa, Gabara, Kîkan, Millî, Deqorî, Millan (yên ji kişan mezintir), Berazî, Kitikan, Cûm, Emmikî, Êzîdî, û ji bilî van jî hene. Kurdên Sûryê  li herêmên bakur ji Sûryê, li ser dirêjya sînorê Turkyê rûdinên, ango di herêma Kurdaxê, li hindama Bulbul, Raco, Cindêris, û gundên Efrînê, û hin ji gundên herêma Ezazê rûdinên, ku herêm bigiştî li qoziya bakur- rojavayê Sûryê dikevin, ku em karin mîna herêma Kurdax û Çiyayê (Sem-an) bi navbikin. û bêjin jî, 55% ji Kurdên Sûryê di vê herêmê de dijin, ku bi riya fermanên şewleta Osmanlî di sedsalya şazdehan de bi alî Sûryê de hatine koçberkirin, yan jî ji cihê xwe bizor hatine guheztin. Êla(Emikiyan) ku berya niha di herêma Qunyayê de cih digirt, ew êla pêşîne ku hatiye hindama kurdaxê, nemaze herêma Raco ku li nêzî Efrînê dikeve, piştre êla(şkakiya) ji başûrê gola wanê hatiye vê hindamê, bi dûv de êla(Şêxan) hatiye, ku ew jî beşek ji êla Beraza tê jimartin, ku anha cih û warê vê êlê li rojhilatê Çemê Ferat dikeve, êla dawî gihaye vê herêmê êla(Cûm)e, ku ew jî ji deşta Qonyayê hatiye, lê êla(Oqçe-Izeddîn) em nizanin ev êl ji kûde hatiye welatê Sûryê, lê ez çûme cem rih sipiyên vê êlê û ji min re gotine: Em ji başûrê gola wanê hatine vê hindamê.
Û dawî êla(Konşar) koçeran, ku li ser sînorê Tirkiyê û Sûryê (sînorê Lîwayê Iskenderonê), nemaze li herêma (El- Lûcah), ku bi herêma Raco ve girêdaye dirêj dibin. Li vê hindamê hejmara Kurda geleke, û bigiştî digihîje 60% ji hejmara rûniştmanên herêmê, ku li vira û li bajarê Efrîn û li gelek gundan jî dijîn, û karê wan yê yekemîn, çandinî û xwedîkirina sewalane.
Lê cihê belavbûna Kurdan yê diwemîn, dikeve rojhilata çemê Ferat, ango di navbera bajarê Cerablisê û Mewqih Hemam Sexîr de, û ji Hemam Sexîr sînorê belavbûna wan, ji rojava ber bi rojhilatê ve, ta gundê Bendirxan nêzî sînorê hrêma Kobanê ve dikşe, û ji wir digihêje sînorê herêma Tel-Ebyed(Aqçeqeler), ku ew jî digihêje sînorê Tirkiyê – Sûryê, ku bi beşê bakur ji herêma Kobanê ve girêdaye. Kurdên vê herêmê jî, bi gelek êlên Kurda ve têne girêdan, ango bi koka xwe li wan kurdên ku Kurmanc têne naskirin vedigerin, evna jî li bakurê Sûryê, û li beşê bakur ji rojhilata Tirkiyê belavdibin, û êlên navdar ji wan jî li vir evin: Şêxan, Kîkan, Ela - Eddîn…hwd.
Dawî, cihê rûniştina Kurda yê dinî serekane, piştî (Herêma Kurdaxê), li aliyê bakur- rojhilat ji Sûryê tê dîtin. Li Serê Kanyê (30%) ji hejmara rûniştmanên herêmêne, Dirbêsyê(70%) ji rûniştmanane, û li herêmên Amûdê, û Qamişlo, û li gundên bakurî herêma Hisiça, û bakurî herêma Telhemîs, û bi alî bakur û rojhilat ve, û li dawya nikilê qazê(herêma Dêrka Hemko), li van herêman, hejmara Kurda digihêje bêhtirîn(60%) ji tevaya rûnişrmanên herêma çemê Dicle. Ev Kurdên Girava jorîn (Cezîra jorîn), bi koka xwe bêhtir vedigerin wan êlên me dabûn xuyakirin, û vedigerin hin êlên Kurmancî yên din jî.
Hin Kurdên Êzêdî jî, ku li dawya rojavayê çiyayê Şingalê, dema dikeve Sûrye de rûdinên, em karin wan jî mîna kurdên Girava jorîn bihejmêrin. Û paşê, li bajarê Şamê jî kurd hene, lê ew di nav Ereban de zû hatin bijavtin û asimlasyonkirin, li radeya ku îro kêm di nav wan de hene bi kurdî dipeyivin.
Ku li vir em ziman bikin pîvan ji cudabûna netewan re,  emê wê çaxê karibin bêjin: Ku ev pîvan bi nisbet ji Kurdên Şamê re, bi dawî de vedigere, ango ev Kurd asimlasyon bûne, lê ev pîvan hê ji Kurdên bakurî Sûryê re giringe, ango Kurdên vê herêmê hê bi zimanê xwe yê zikmakî dipeyivin,  lê gereke nekeve bîra mihov, ku ev herêmên Kurd têde dijin xurû Kurdin, ew di nav Ereban û Ermenan, û Şerkesan, û Tirkan de dijîn, û tu bûyer û pirsgirêkên Kurda yên siyasî nînin, ango tu temayên wan yên herêmî li vir nînin.
…………………………………
Jêder: Pirtûka Mamosteyê zengoya Şamê - Sûrye, D. Adil- ebdisselam, ya binavnîşana (Cuxrafiya Sûryê ya Xuristî)- sala 1973- Rûpel: Ji – 362- 369. 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1334