Dr. Dara Arif Abbas jî çû ber dilovaniya Xwedê
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÃßÊæÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



  Qamiþlo. 06/10/2008, Vê sibehê welatparêz û bijîjkê kurd Dr. Dara Arif Abbas, piþtî temenekî 78 salî, di mala xwe de li bajarê Qamiþlo koça dawî kir.
Dr. Dara yek ji hersê doktorên kurdan yên pêþîn bû ku li Qamiþlo bijîjkxane (kilînîk) vekiribûn. Di wê bijîjkxaneyê de nexweþiyên xeklên Cizîrê bi tev nijadên wê ve çareser dikir..


   Wî jî wek hevalên xwe yên miþextî; Dr. Ehmed Nafiz (1899 – 1968) û Dr. Qasim Miqdad (1932 – 1992), bi hezaran ji xizan û belengazên Cizîrê ji destê nexweþîyên wek: Sorik, Xwirî, Tîfoîd, Melarya û êþa zirav diparast, di wî heyamê ku pijîjk di nav kurdên Cizîrê de peyda nedibûn ji bil Dr. Nafiz û di pey wan re Dr. Qasim Miqdad li wan zêde bû..Û niha bi sedan bijîjkên me çêbûne..
   Hêjaye gotinê ku Dr. Dara Arif Abbas di sala 1930 î de li Helebê çêbûye, piþtî ku bavê wî Arif beg Abbas di sala 1929 an de, di gel Dr. Nafiz Zaza, Dr. Nûreddîn Zaza, Þewket Beg, Mewlana Rifet beg Zade.. ji neçarî kurdistana bakur li piþt xwe hiþtin û berê xwe dane sûriyê, bajarê Helebê û li Sûriyê xebat û bizav di komela Xoybûnê de kirin.. Ji pênc salan ve Dr. Dara nexweþ bû, ta ku îro rihsitîn emanetê xwe jê stand.
   Îro 06/10/2008, piþtî nimêja esir, bi beþdarbûna welatiyên Cizîrê û doktorên wê ve, wê termê wî di goristana welatparêzên kurdan de li gundê DUGIRÊ bê veþartin, di rex dê, bav û herdu hevalên wî, Dr. Ehmed Nafiz û Dr. Qasim Miqdad de.
Rehma Xwedê li cane wî bibare, bihiþta rengîn mala wî be, sere malbata wî sax be û sere gelê kurd sax be.
Þîna wî sê roj in, li bajarê Qamiþlo ye, li mala birayê wî Lazgîn Arif Abbas e. Bo pêwendiyan biraziyê wî Avokat Feyrûzan Lazgîn Abbas, Qamiþlo,

tel: 0933203204








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1279