Mūsa Anter (1918-1992)
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 24 ÓČŹćČŃ 2008
Mijar: gotar



  Konê Rež

   Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, žorežgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, žêxê nivîskarên Kurd, apê me Mûsa Anter: Žêxo, Žeyhmus Almas, hate kužtin bi destê dijminê gelê Kurd, di ževa(20-21/9/1992)an de, di bajarê Diyarbekir  de, li taxa (Seyran Tepe).


   Helbet rola pênûsa bihižtî ne kêmî rola tivinga žorežgerên serê çiya bû, ji ber ku camêr bi pênûsa xwe li rex žorežgeran di sekinî û žerê dijminê gelê Kurd dikir, lê xuyaye ku ew mêraniya pir bi dijmin re tune bû, ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje:
 (Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin rûyê dinyayê..)/1/.
   Di (22 Sibatê de 1992), dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev sê dadgeh(mehkeme) ji mamoste Mûsa Anter re danîn û bi sê nîqan(gunehan) bar lê kirin:
-Yek jê jêre gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend bajarên rojhilatê(Kurdistanê) geriyaye, û tu li ser daxwazêên gelê Kurd axiviye?!!.
-Ya dudiyan, jêre gotin: Çima te gotarek di rojnameya(Yeni Ulke) de nivîsandîye li ser êž, derd û nexwežiyên (Rojhilatê:Kurdistanê)..?!!.
-Ya sisyan, ew dan bersivdan li ser pirtûka ku wî nivîsî bû bi Tirkî, bi nave Bîranînên min, hingê wî ev pirtûk li Stanbolê çap û belav kiribû di sala 1990 î de, li ser vê pirtûkê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
(..Hakimo!  salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giž bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê, heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewže..)/2/.
   Xuyaye ku dijmin ji berî nihade, li sere wî digeriyan, ji sala 1948 an de, dema ku wî yekemîn rojnameya Kurdî bi nave (Dicle Kaynaši)/(Çavkaniya Dicle) pižtî rojnameya Agiri 1929-1930, li Stanbolê çap û belav dikir ji kîsê xwe, ji hingî de mamoste M.Anter li gor zanebûna xwe li ser doza Rojhilatê:Kurdistanê di sekinî û têkožîneke ramanî dikir.
   Di sala 1950 î de jî, kovareke civakî, konevanî, û serbixwe li Stanbolê derdixist ji kîsê xwe tenê, bi nave Žark Macmuasi/ kovara Rojhilatê/ amanca wî ji vê kovarê ku welatê wî Kurdistan yê pažketî pêžde here û ku dewleta Tirkî lê guhdar bibe, di sala 1958 an de, careke din, bihižtî û çend hevalên xwe wek: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane li Diyarbekirê derxistin bi nave Ilerî Yurt/Welatê Pêžketî/, hingê armanca wan ji vê rojnamê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belavbikin da ku serwxtî rewža Kurdistanê bibin, lê ji bo gotareke Apê Mûsa bi nave Kimil, Mûsa Anter û herdû hevalên xwe hatin girtin, hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû evin çend malik ji wê stiranê:
Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh seridîn lo apo, genim hûrbûn rebeno
Kimil hatê lo apo, bi refaye rebeno
Xwar genime lo apo, hižte kaye rebeno
   Bi wežandina Kimil re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan sekinandin û ew û hevalên wî girtin, lê di roja 11/12/1959 an de, ew berdan belê pižtî berdana wan bi žež rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê...
   Wiha di zindanê de man, ta sala 1963 an, hingê ji nû biryara dadgehê hate dan, bi darvekirina Mûsa Anter û Dr. Živan(Saît  Kirmizi toprak), Saît  Alçi, Yažar     Kaya, Canip Yildirim, wiha di gel 20 kesên din.
   Li  ser girtin û berdanên  mamoste Mûsa Anter, Newafê Qaso ji gundê Zorava, ev serpêhatiya Mûsa Anter û dadgehvan ji min re got: Apê Mûsa carekê ji mere got: Carekê hakim ji min pirsî tu çi karî dikî..? Min lê vegerand û got: Ez ji hepsê derdikevim û diçim malê karê xwe û hepsê dikim! Hakim matmayî ji min re got: Çawa ?!!
   Min lê vegerand û got: Dema ez ji hepsê diçim malê, di derd û kulê gelê xwe de diponijim û wiha ji neçarî ez li ser êž û birînên wî di nivîsim, dewlet jî wê bê min bigre û bixe  hepsê, ma ez ne karê xwe û hepsê dikim??!!
   Mûsa Anter bêtirî 10 caran hatiye girtin, û her cara ku diçû hepsê, heps sipî dikir û digot: Mala me ye dive em lê miqate bin.. û bêtirî carekê nave wî hatiye xwendin bi darvekirinê, û di tev girtinên Kurdên Tirkiyê de, Mûsa Anter hatiye girtin, ma di sala 1964 an de, ne hat girtin bi /51/ kesên Kurd re ! an di sala 1966 an de, ne hat girtin bi /244/ kesên Kurd re !! an di sala1977 an de, ne hat girtin bi doza/nîqa/ ku wî û çend hevalên xwe (Komela kulturiya rojhilata žorežger) sazkirine..wiha ta girtina wî ya dawîn di sala 1990 î de, hingê belavbû ku Mûsa Anter di bin lêdanê de hatiye kužtin.
   Mûsa Anter di piraniya rojname û kovarên Kurdî de, dinivîsand û alîkariya xwediyê wan dikir, bigire ji rojnameya (Bariž Dunyasi)/dinya ažitiyê/ ta Dicle- Ferat-Deng û Dengê Serekên û di tevan de jî, bi bi Kurdî yan yan jî li ser gelê Kurd bi Tirkî dinivîsand. Ji bilî ku ew xwediyê sê-çar rojname û kovaran bû, lê di wan herdû salên dawî de, Apê Mûsa rojnameyek an kovarek ne hižt û tê de ne nivîsand, nemaze di rojnameya bi nav û deng de Welat, hingê wî di quncika bi nave " Tîr " de, tîr berdidan dijmin û neyarên Kurdan, û birengekî zanistî ramanên xwe ji xwendevanan re, žirove dikir û qet wî Kurd di ser Tirkan re,  ne girtin, lê bi tenê bêtir rewža wan û zor û stema wan dida xuyakirin, û ji wan re digot: Ku hûn me ne êžînin, mafê me bidin me, emê hiz we bikin, û ku hûn wekheviyê bi xwazin, emê biratiya we bixwazin gava di got:
(Hevalên Tirkan, pirsek we heye hûn dibêjin(Dil miqabilê dile) willeh hûn ji xwedê yeqîn bikin heta ku karê we ev kar be, em hez ji we nakin û hûn jî zanin ku di ilmê sosyalê de, qayideye ku tižtê mirov jê bi tirse, mirov hez jê nake, belkî hûn di dilê xwe de, dibên qey hûnê Kurdan bitirsînin wê bi vî awayî bibin kolê we!! Lê ez nizanim bê îro Îdara Tirkiyê dawa çi li me Kurdan dike, ma lawo  li ser bextê we be hûn hez me dikin, ku em jî hez we bi kin? Ne min ji were got: Heywan jî dijminê xwe bi bêhnê û û bi dîtinê fem dikin, ma hûn herroj bên bavê me bi žewitînin, zarokên me bi kujin, namûsa me li ber lingan bidin, xaniyê ku bi hižkeberê, bi ser me de bi hedimînin ma dê çawa emê ji we hez bikin..? Ma em Kurd wek heywanan jî nayên ku em hez kumê we yê žîn bikin..?)/3.
   Tevî ku temenê apo Mûsa Anter giha bû di ser /80/ salî re lê Žêxê nivîskarên Kurd ji nû ketibû bihara xwe û nivîsandinê. Divê sala dawîn de, di van rojname û kovaran de di nivîsand: Welat-Tewlo-Deng-Yeni Ulke-özgür Gündem-Rojname-Medya Güneži/4...lê mixabin pênûsa wî žikandin.
   Mûsa Anter di sala 1918 an de ji diya xwe re çêbûye li gundê Zivingê ku di keve navbera wilayeya Mêrdînê û navçeya Nuseybînê de, nêzîkî tixûbê Sûriyê. Ew bi koka xwe ji malbata  Miho Taze ye, ji žaxê Anter e niha mirovên vê malbatê li binya xetê pirin, jina wî keça Abdurehman Rohimî ye ji Hekarê (Camêr ji kesên pêžîn bû, ku kurte çîroka Kurdî di gel helbestan de, di kovara Jîn de dinivîsand )     Lê diya jina wî neviya Mîr Bedirxanê mezin bû, sê zarok ji Apê Mûsa mane, hersê tev diya xwe li Ewropa dijîn nave wan: Dicle-Anter û Režê/Reža ye.
   Ji bilî giranmêriya Mûsa Anter di kovar, rojname, pirtûk û welatparêziyê de, camêr giranmêriya xwe li dijî polîtîka Kemalîstan da xuyakirin, gava tev berhemên xwe binavê Mûsa Anter di wežandin tevî ku nave Mûsa Anter qedexe bû, û qet wî pîž bi wî pažnavê ku Kemalîstan lê kirbûn nekir/ Almas/.
Apê Mûsa xwendina xwe di avokatiyê de kuta kirbû li Stanbolê, lê wî qet pîž pê ne kir bi tenê kar û xebatên ku pê rehet dibû nivîsandin bû, di salên dawî de, dewleta Tirkan ji girtin û berdanên wî betilîn, vêca ew kirin bin rûnižtina zorê de, li gundê wî Stililê, ku dikeve rojavayî Nusybînê de, bi dor /15/K.M , wiha wî salên dawîn li gundê xwe burandin, û dibin dara xwe a Çinarê de, bîranînên xwe danîn. Û çendî di xwest ku di bin siya wê de bê vežartin, lê mixabin zordarên Tirkan ta di mirinê de jî, nexwestin daxwazên wî bi serî bibin!! Di sala1990 î de, hikûmetê rê danê bi çûna Stanbolê, hingê wî ew pirtûka bi navê Bîranînên min bi zimanê Tirkî çapkir, ji berî vê pirtûkê jî çar pirtûkên din wî çapkiribûn wek:
 Kimil/Reqik/1962
Yara Salar1964
Birîna rež1965
Ferhenga Kurdî Tirkî-1967.
   Dawî hêjaye em çêtirîn gotin sehkin li ser zimanê nivîskar û rojnamevanê Kurd(Huseyn Deniz) yê ku Žehîd ket berî xalê xwe Mûsa Anter, bi kêmî heyvekê.   Hingê wî gotarek ser hovîtî û ne demokratiya Tirkan, dijî nivîskar û rojnamevanan yên pêžverû nivîsandibû di rojnameya Welat de: (ji ber ku dewleta Tirk zilm û zorê li miletê xwe, li li miletê Tirk dike, gelek mirovên pêžverû  û welatparêz bê sûc û bê heqî di kuje û winda dike, ne demokrate û guhnade heqê mirovan, li cem ti dewletê rûmeta wî tuneye….)/5.
   Gava bihižtî Huseyn Deniz wiha li ser nivîskarê Tirk yên pêžverû  û hale wan dinivîse, ma gelo wê çi hale nivîskarên Kurd be, ji destê vê dewletê..??!!.
   Em rewža nivîskarên Kurd di dewleta Tirkî de, datînin ber çavên serokên deletên Ažtîxwaz û demokrat, ewên ku li ser mafên mirovan di sekinin û di xeyidin, ka wê çi ji mere bikin..? û wê çi doze li dewleta Tirkiyê ya demokrat bikin…?
Sed rehmet li giyanê Žêxê nivîkarên Kurd Mûsa Anter bibare, bihižt cîwarê wî be, û sed rehmet li tev Žehîdên Kurdan be.
                     ---------------------------------
1-Mûsa Anter tîr ! Welat j:13 Gulan1992
2- Mûsa Anter mehkema xortê 77 salê, Welat j:3 Adar 1992.
3- Mûsa Anter, tîr, Welat  j:14 Gulan1992.
4-temenê Mûsa Anter gihabû 80 ê, salî, belê di pasporta wî de 74 sal hatibû nivîsîn.
5-Huseyn Deniz, welat, j:14 Gulan1992.


Di sala 1992 an de, pižtî žehîdbûna Apê Musa, min ev gotar nivîsandiye.Dikim diyarî ji bîranîna wî a 16  an re.
Konê Rež
Qamižlo








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1263