Kurdīniya kore
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 24 ÓČŹćČŃ 2008
Mijar: gotar



Mecîd Heso

Muxaleft, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kevrên bingehîn yên avakirina rasteqîne û pêžvebirina her welatekiye, parastina van nirxan yek ji erkên sereke yên deselatê ye, gelek deselat hene bi taybet li welatên pêžketî ji boy ku karê wan bažtir bê mažandin muxalif, rexnegir û kesên wêrek çêdikin, diparêzin û destek dikin, lê Mixabin li piraniya welatên rojhelata navîn, muxalif bi wateya xayîn, rexnegir bi wateya kirêgirtî û rastgo jî bi ajan û ziman dirêjiyê tên li qelemdan, mixabin yek ji wan jî welatê me ye.


Di deriyaya bi gemar ya rojhelata navîn de Kurdistana mezin gemiyek kevnare žilo pilo û xiloleye, berjewendiya dawîn ya gel li çar aliyên welat li ser pižta vê gemiyê ye, hêviya her kesiye gemî bi silamet bigehe armanca xwe. Niqobûna her aliyekî bi wateya serûbinkirina gemiyê tê zanîn, ji ber vê yekê parastina gižt gemiyê erkê ser milê teva ne, ango ne ziman dirêjiye belkî mafê her kurdekî ye, xwe bi xwediyê gižt kurdistanê bizane, erê .. heke em rastiya van sînûrên destkird nasbikin gereke wisa be, çima na?

Îro li bažûrê welatê me çirayek gež helbûye, parastin û gežmayîna vî çirayî erkê ser milê her kurdekî ye, pêwîste kurdê/a sor, yê/a zer, yê/a kesik, yê/a sipî û heya bi yê/a bê reng jî ji boy parastina prosesa azadiya bažûrê Kurdistanê hewil bidin, mîna bazinê keskesorê rengên xwe li hev badin û vê destkeftiya dîrokî biparêzin. Dema em basê van erkan dikîn gereke em qebûl jî bikin ku mafê her kurdekî heye ji boy gežepêdana kar rexnê li xebatên rêvebir û rêvebiriyê bigire. Ger na, gelo ma emê çi ji welatekî yek rengî û yek dengî bikin, ku tê de azadiya bîrûrayan qedexe be, tawana welatparêzan derbirîna daxa dilan be?, emê çi ji welatekî bikin muxalifet tê de neyê parastin, jin lê bên kujtin, mela hakim be, serok caž rêber be û kilîl û mifte bi dest gendelan be?

Her žorežek li cîhanê serîhiladayi û serketin bi dest ve anî, ewe ya ku general û serležkerên wê mil bi milê siyasetmedar û rewženbîran dayî mežandin, wate žoreža bê siyasetmedar û bê rewženbîr tenê di çarçoveya serhildanek çekdarî de dimîne û serketin û xelasiya milet li bendê bi xwe re nayîne. Çend berxwedana çekdarî dom bike li dawiya dawî maseya giftûgoyan heye û li ser wê maseyê aliyên bi žerçûyîn tên ba hev û gifûgo tê kirin, ne çekdar pêwîste siyasetmedar li dora vê maseyê bên cem hev, di heman dem de parsengiya giftûgoyan jî girêdayî hêza ležkerî, helwesta rewženbîran û žarezaya dîroknasa ne..

A li ser maseya gitûgoyan timî kurdan dorandî ye û žikestin xwariye, serencamên ked, xwîn, xebat, girtîgeh, malwêranî, derbederî, enfal û hilkêžana bihna jehrê pûç derketine, ango diwarê siyasî û diblomasî de em bê rêber û bê heval bûne, bila em yek car dijiyanê de li xwe mukir bên û vê rastiyê bidin rû.
Kerem bikin vaye rastiya bažûrê Kurdistanê li ber çava ye.
Va ye ji sala 1991 û vir de nîvek axa bažûrê Kurdistanê azade û ji sala 2003 û vir de nîva dî jî ber bi azadiyê  ve ye, çi bû, çi encam jê derket?
bereyê Kurdistanê ku ji 8 partiyan pêk dihat, di nav lepên du partiyan de vetisî, bi mirina bereyi re hêdî hêdî muxalifet, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kiz bû û ber bi neman ve çûn.
Nakokiyên partayetî, civakî û olî bi žerê deselatê re kûrbûn.
Herêma min û ya wî bû realîteyek, cardin Kurdistan hat parçekirin, mixabin vê carê bi destê Kurdan bû.
Hestên neteweyî ji sifrê ber bi jêr kirin.
Jin ku nîva civakê ye ji xwe re kirin armanc, li jêr dirûžme ya namûs li cem jinê ye, xilasbûn ji jinan wate xilasbûne ji koletiyê û jêr destiyê ye.
Gendeliya rêveberiyê, milet ji beždarbûyîna prosesa rizgariya neteweyî dûrxistin, ev gendeliya heyî bêhêvîbûnek li cem xelkê Kurdistanê dirust kir û milet tar û mar kir.
Partiyên deselatdar ji ber nakokiyên xwe yên hundirîn û berjewendiyên xwe yên kesayetî, serok caž, sîxur û dijminên gel ku hîna jî xwîna kurdan bi destan ve ye, li xwe komkirin û kirin, rêberiya gel û welat di destan kirin.
Berjewendiyên kesayetî beriztir bûn ji yên neteweyî.
Li žûna prosesa rewženbîriyê pêž de bibin, bi rewženbîran belîn, wijdanê rewženbîran bi pere û malê dinê kirîn û firotin.
Dizîker zêde bûn gotin zengînî li kurdistanê heye, xwinmij û bazirganên žer li ser xwîna žehîdan burc û telar danîn gotin Kurdistan avedan bûye, gendelî hat normalîze kirin gotin eve berê xebat û mandûbûyînê ye, bila bixwin!!.
Li bažûr hêz bû yasa, 17 sal borîn hîna jî yasa yê cîyê xwe negirtiye, li žûna dadgehê axayek dikare navbirîkariyê bike û bi hêceta çaksaziya civakî bikujan ji hukmê edaletê dûrbixin.
Li ser xatira xatiran her kar tê mažandin û her kar jî tê xerabkirin.
Walî li gora dilê xwe dikare perçe zeviyan parve bike, li gorî nasbûn û wasteyîyê harîkarî bi xelkê re tê kirin
 Ji 80% budceya hikûmeta herêmê bo meaža ye û 20% bu avakirinê ye, dibêjin bê karî heye û bi vê yekê gel ji belingaziyê rizgar dibe..
Ketina astê xwendin û perwerdeyê bi rengekî metirsîdar, astê xwendinê berî 17 salan bilintir bû ji ya niha.
Pishtî 17 salan ji rizgariyê, kolan û cade yên bashûrê Kurdistanê rengê cade û kolanên erebistana Sûdî wergirtiye, berî 17 salan hev re jiyana hemwelatiyan, bi ol û bîrûbawerên xwe yên cida ve bashtir bû ji niha.
Mela li ser menberan dawaza fetwayan li beshekî civatê derdixe (nimûne mele Ferzende li Akirê), û ser mehê meashê xwe ji wezareta Ewqaf û karûbarên dînî werdigre, kas nabêje çima?!!.

Dîroka me gižt dûbare ye û ger iro jî  Kurd ji nû ve dest bi žorežê bikin dê heman žažiyan kin, ji ber ku bingehê žorež li ser tê avakirin bingehek zeyîv û lawaz e. Em Kurd di germin bo hin meseleyên neteweyî bêyi ku žûn pê yê xwe bibînîin lingê xwe tavêjîn, hem zû baweriyê bi hevalê/a xwe tînîn, hem jî zû wî/ê bi xayîn li qelem didin.
Siyaset zaniste û ji bilî bashûrê Kurdistanê, li gižt cîhanê ev zanist bi žêweyek berfireh tê xwendin û her neteweyek yan her welatek li gorî pêwîstiya xwe giringiyê pê dide, pêwîste karê siyasî û siyasetvaniyê di çarçove ya žengest û pransîpên zanistê siyasetê de werin nirxandin, dema em bêjin filan kes yan bêvan kes siyasetmedare gereke bêjîn ka wî çend siyaset wek zanist xwendiye, di çi biwarî de žareza ye, bi bînin her hemwelatiyek Kurdistanê di heman dem de xwe bi mamoste, dixtor, endaziyar, cotkar, siyasetmedar, hosta, bazirgan û htd. Hisab dike, taybetmendiya kar tine be wê halê me ev hal be û rewža me wê xeraptir lê were.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1262