Mihemed Þêxo Û Hilbijartina Gotinan
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Konê Reþ

   Kêfxweþ dibim, ku ez jî dewla xwe di bîra hunermendiya Mihemed Þêxo de dakim û dilê evîndarên deng, awaz û gotinên wî, bi çend gotinan þad û xweþ bikim.
   Mihemed Þêxo; ew jî mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, qet hayê wî ji malê dinyê tune bû.


Wî tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..
   Wek guhdarekî stranên wî, ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Þêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor eþ û janên gelê kurd ji xwe dibijartin, bi hevre dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul, xem, kef û þahî de dûr – dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî  akam û bandoreka mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiþtan ve dehif dide; Welat û evîn..
   Mezinbûna navê Mihemed Þêxo ji vê yekê tê; ku dikare du celebên guhdaran peyda bike, yek jê; Ewên bi kul û jan in, a din ewên  bi kêf û þahî ne. Ango Mihemed Þêxo di stranên xwe de, þîn û þadiyê bi hev re kom dike.. Dikare bihêle ku mirovên þîn-þad li yek stranê guhdarî bikin. Di baweriya min de ev yek jî vedigere ser bijartina wî ji gotinên stranên wî re. Wî, bi zanebûn gotinên stranên xwe dibijartin û razî nedibû ku her helbestê bistirîne. Li gor ku ez yek ji kesên nêzîkî wî bûm, gelek helbest jêre dihatin ku bike stran, lê ew razî nedibû… Helbestên ku dibijartin, bi piranî li dor zilana welat, bûyerên welat û evînê digeriyan. Ta ku wî evîn jî, bi welat ve girêdida, ango li tembûra kul û êþên welatiya dida, xwe ji welatiyên xwe dûr nedikir, bi reþahiya welatiyan re bû û bi wan re dijiya.. Weha wî helbestên stranên xwe bi zanebûn bijartin û helbestên van helbestvanan gotin, ewên ku welat ji wan re, evin bû, hebûn bû û bi bûyerên welatê xwe girêdayîbûn û bi wan bûyeran re dihejiyan û dixiliyan.
De ka werin emê mêzebikin bê Mihemed Þêxo helbestên kê kiriye stran:
Cegerxwîn: (1903-1984)
1-   Bilinde bejin û bala te
2-   Di baxan de
3-   Pêjna te nayê
4-   Nalînek tê guhê min
5-   Agirê derdê te îro
6-   Bexçê gula
7-   Ey felek ka ew sera, birc û qunaxed dimin
8-   Dil kujtiyê awirên çavê te me
9-   Þêrînê nû gihayê.
Tîrêj: (1923 – 2002 )
1-   Feryad û sed ax û eman
2-   Erê þoxê
3-   Dîsa li min awir kiþand
4-   Em hemî pêþmergan e
5-   Wa keça Tora banî
Yûsif Berazî( Bêbihar), li Serê Kaniyê a suriyê dimine
1-    Hebis û zindan
2-    Di xwed e
3-    Rabe ji xewê
4-    Çibikim bi can
5-    Koçê me barkir
6-    Di zindanê dinalim ez
7-    Ez bûm ferar
8-    Welat
9-    Derdan çi ez dil jarkirim
10- Þêrîn tu cirana minî
11- Rabe pismam
12- Eman ez bûm warê xeman
13- Þeva tarî
14- Ez jî bi cî bim
15- Yarê þehkir porê siyah
16- Perwîn keça nû gihiþtî
Mele Ehmed Namî (1906 – 1975)   
1-   Pêþkevin em serfiraz in miletê kurdî
Omerê lelê: niha li Zaxo jiyana xwe derbas dike
1-   Xem û xeyalê te ez revandim
2-   Ay lê gulê gula min ê
3-   Qedera min çendî ciwan e
4-   Yarek min heye bi navê jin
5-   Peymana min þêrîn yare
Sebrî Botanî (1925 – 1998)   
1-    Tu wî bihuþta rengîn
2-    Pîrê xemcivîn
3-    Mixabin bi navê jîn
4-    Vê yarkujê tîrek weþand
Xelefê Zîbarî: Niha di dengê Emerîka de li washington kar dike
1-   Dema min tu dîtî Nesrîn
2-   Kewê xortê serê çiya me
Dr. Bedirxan Sindî: li kurdistana baþûr dimîne
1-   Ey felek bo te dinalim
2-   Þermîne dil
Ehmedê Þêx Salih: li Eyndîwerê ye, rex Cizîra Botan
1-   Çûm nav baxê evînê
2-   Azad e, ciwan e
3-   Cana min !
4-   Xortên me lêne bê jimar
Kemal Þanbaz: Di sala 1975 an de li Beyrûtê hat kujtin
1-   Gewrê
2-   Min bihîstî tu nexweþe
3-   Yadê rebenê
Mustefa Atrûþî: Ji kurdên Baþûr e
1-   Min canê dît
2-   Sê zerî hatin ber derî
Dr. Feydellah Xiznewî: Niha li Parîsê diji
1-   Bilbilo
2-   Xalxaloka çema
 Ferhad îçmo: niha li Qamiþlo dijî
1-   Destê min bigire
Mihemed Elî Þakir: Niha li Serê Kaniyê dijî
1-   Eman dilo
Adil Seyfeddîn:
1-   Azade þêrîn
Beþîr Çaçan(Þêrên): Niha li emarata erebî dijî
1-   tu ji min dûr ket þêrîn yarê

   Her weha Mihemed Þêxo di dor 20 salan de, dor 114 stranan gotiye, ew stran di gelek kasêtên têvel de belav bûne..
 Hem jî, wê stranek bi erebî gotiye bi navê (Zûro libnan), ango herin libnanê…
   Belê gelek stranên wî yên din jî hene, ez tênegihiþtim bê ji gotinên kêne..Lê ji stranên wî yên navdar wek ku li jor min niþan kiriye ji gotinên wan camêran e.

Konê Reþ
Qamiþlo

Çavkanî: Kowara W, hejmara 22







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1246