Di sala 1973 yan de, ji palo ji ber zehmetkêþya jiyanê dakitiye binxetê, û li gundê xizna rûniþtiye, li cem þêxên xeznewî feqetî kiriye ta bûye Mele û xwedî ilm. Û ji wê çaxê de û ta çûye ser dilovanya xwe, xwe kiriye xizmeta wêje û zimanê kurdî de, û Berhemên wî yên bi kurdî jî evin:
1- Bîna Niþtmanî
2- Civîna Nemira
3- civîna nemira û þoreþên kurdî
4- Bîr û bawerî
5- Belewê civîndarî
6- Baxê evînî
7- Baxê niþtimanî
Û Dîwana dewr û gera kurdistanê.
Û pirtûkek zimanê kurdî, û du ferhengên kurdî- turkî.
Palo jiyana xwe hemû di netewperestiyê de derbaskiriye, û ji sirûdên wî herdem dengê qêrîn û nalîn û cengê difûre, dengê wan mîna defa wewarê li ber guhê mirov dixe. Hem bi bûyera welat ve mirov agadardikin, û hem hêrz û hestên mirov bêhawe tevradikin. Bi kurtî Palo di sirûda xwe ya binavê: (Bersiva welat) weha dibêje:
Ez dibînim dar û ber tev * * ser nixûn ser bi jêr
Bê ziman û zar ê bê dev * * bê hejîn hêre hêr
qêre qêr û zare zara * * pîr û kal û hûr û gir
rê nenas û bê civatin * * dûv û destin bo neyar
gel dihiþtî tengezarî * * bê dibistan û sera
Ku em bi çavê mirovekî xwedî ezmûne li van malkan binêrin, wê ji meve bêxuyakirin, ku Palo mîna çavdêr û pêwanekî welêt bêxuyakirin, û di rengê þanoyeke tiracîdî de van malkên hestiyar organîze dike, ku bi dengê peyva/Ez/ hestên xwe û yê din, bi lûbelûb û keser û hesret tevlihevdike, û bi vê peyva kesîn û teqzekar dîtina xwe teqze û isbat dike, û li vê tiracîdya dîroka welatê xwe temaþe dike, û dibîne ku hertiþt li vî welatê hêja dernexûm û berovajî û nesaxe.
Ta bi dar û berê vî welatî bi awakî melûl ser nixûm û ser birjêrin. Dê meke ew jî rengê kovan û dilþkestyê û bêmicalyêye ji vî welatî re. Lê helbestvanê mey dil bi kul û keder, sedema vê dernexûm bûnê û kovanyê dide diyarkirin û dibêje: Miletê min hê bê dev û zar û zimane, ango zimanê wî li dinê qedexeye û devê wî lexabkirye, û herdem jî dengê qîre qîr û hewar û zarezara wî tê guhê min. Ku evna jî nîþanên stem û zordaryêye, ku dijmin þerm û pîvan vê stemê bi ser vî miletê wî de dirjîne.
Lê welat li helbestvanê zik êþ vedigerîne û dibêje: Ne weha bi tenê helbestvanê delal, lê miletê min bi piranî nezanin riya xwe hê nasnekirine, û þaxê wan hê ne biþkivîne, û hê ji neyar re suxte û rêberin.
Bêgûman ev wêneyên helbestî, tabloyeke rengîne ji helwêsta Kurda re îro xuyadibe, ango di van malkan de, sê wêneyên kilasîk ji rewþa Kurda re didenasîn, ku ew jî evin – rênenas – bê civat – dûv û destê neyarin - lê ew jî wêneyin kevin û kilasîkin di wêjeya kurdî de bikartên, lê wêneyên tiracîdîk di virde, pir bi wate û di cihê xwede wezîfedarbûne.
Palo careke din bi hest û bi þewat, û bi þêweya navtêdanê, bang li welatparêzên bindest dike, û wî ji temara xewê ya dûvdirêj þiyardike, ku serê xwe rake û çavê xwe veqelêþe, lihawîrdora xwe binêre û rewþa xwe nasbike. Lê divirde xewa wî jî xweke siyasiye, ku ji vî welatparîzê kurd re weha dibêje:
Welat parêzê bin dest û stembar * * belngazê ne yar û bê ked û kar
Ji xwe rabe serî rake bibîne * * bi mîna te dinê kes tunîne
Divirde jî, wêneyeke pir bi wate ji helwêsta mirovê kurd re tê xuyakirin, û Palo dide zanîn, ku ew jî helbestvanekî xwedî rûmete, ji ber ku karîbû di dû malikan de, neh rewþan ji mirovê kurd re bipesinîne, ku ew jî evin: - Welatparêz – bindest – stembar – belengaz – bê ked – bê kar – razayî – nehiþyar – dora xwe nedîtî -
Weha ev gotinên germ ji kelecada hinava Palo dertên, û neynikê li ber jiyana mirovê kurd datîne, û jêre weha dibêje: Tû li vê dinê evî kurdo, ev rewþên me hejmartin li bejin û balate bûne, de heydê rabe serxwe ma qey tû vê rewþa xirab li ser xwe dipejirîne û qebûldikî…?. Weha jî mîna derhînerê diramatîkeke tiracîdî helbestvanê me, jiyana kurda li ber çavê wan datîne, û wan radike serxwe û doza tekoþîn û raperînê li wan dike.
Dîsanê kelecada dilê Palo tucaran sarnebûye, ji ber ku welatê wî bindeste, û herdem pesnê vî welatê dide, ku welatekî gelek navdar û þêrîne, nazik û þepal û rengîne, bi maden û kibrît û zîv û zêre, û bi welatê xwe serbilinde. Hovîtiya neyaran jî dide xuyakirin bê çawa ev neyarên bêbext û bêinsaf, vê bihuþta kurda li hev pardikin, û ji kurdare dibêjin derkevin hûn ne xwedyên vî cihîne, û vir ne cihê bav û kalê weye, van neyaran jî mîna dewara û ne insana dibîne û dibêje:
Welat tu ketî destê neyar * * li te firyad û qîrîn û hewar
Gelek navdar û þîrîn û bi denge * * þepal û nazik, rengîn û þenge
Tijî lal û dirav û zêr û gewher * * tijî kibrît û pilade sera ser
Ne insanin dibê qey ew dewarin * * ji bo barê ziyanê kar û barin
Li ser baxê buhiþtê hatine hev * * dibêjin ey kurê ristem tu derkev
Palo di sirûda bi navnîþana /kurê welêt/ de xwe davêje ber têhna dîroka kurdî, û sembolên vê dîrokê tîne ziman mîna – Ristemê Zal – û bang li kurên welêt dike ku rabin herin þer û cengê, û binêrin bê çawa dijmin bi riya dîn û olan em jihevxistine.
Divir de Plo cudabûnê di nav kurda de li gur olê nabîne, û kurda hemyan çi dînî wî be mîna hev û weke hev dibîne, û xweþ dibîne jî bê çawa dijmin bi riya olê re, herdem karîbû kurda ji hev belavbike, û dibêje: Êdî bese ku em dibin vê rokê de mane bê cih û war, û pêwîste ku em di war û welatê Ristemî Zal de, mîna hemû kesan serbest û serviraz bin. Ûdibêje:
Welê hatî Ristemê Zal * * kirî destê xwe þûr û gurz û mertal
Bi mêranî dibûne Qizilbaþ * * eger çi ol û çi kokê da ewin baþ
Eve ku ew ji me dane qetandin * * bi vê tevdîr û nêçîrê tewandin
Divê ku em ji bê waran hilînin * * bi serbestî di warê xwe bi mînin
Ji me rabî lehî dijmin ziyabî * * ji warê me kerê bê cî betabî
Dîsanê Palo di sirûda xwey bi navê /meletî/ de, welatê xwe bernadî û pir xemgîn û kovan û bi keder û dil bikule, lêxistine êþ û derdên vî welatê Zradeþt pêxemberî, ev welatê avista lê hatiye nivîsandin, û ji herêmên vî welatî bajarê /Meletî/ tîne ziman, û wê bi cihê komirê didenasîn, ango Palo dibêje: Gelî kurdan welatê we tev xêr û bêre, wargehê komir û zîv ûzêre, lê neyarên zar diz û biyanyan, hûn xapandine û lingên we xistine nav tore û davkan. Û bi peyveke herî xweþ di virde ewe, ya ku Palo karîbû pê komirê mîna mirovan, bi zar û jiyan bike û bi pirsek bê bersiv dibêje:
Çilo komir dibêje cihê minî meletî-
Gelek dewrê cîhanî * * li ser te çûne ava
Zar diz û biyanî * * tu xistî tor û dava
Zarê ku zend avista * * pey hatiye nûsandin
Zarê zer deþt û hosta * * jê hatî ye neqandin
Gelo ne dîn û gêjî * * ne hala vî welatî
Çilo komir dibêjî * * cihê minî Melatî
Pyv û hevok û wêneyên nû livir helbestvan di afirîne, hest û made tevlihev dibin mîna dibêje: Zar diz- komir dibêje- Û Palo xwe bera nav rûpelên dîroka kurdî dide, û dibêje: Ey welato gelek dem û dewranên dijwar di ser tere çûne û derbasbûne, lê hemî bindestî û derd û êþ û sergêjîne.
Dîsanê bi pirsek bi heyr û bela û heyînî(وجودي)li hal û hewalê welatê bindest, û miletê bêmecal dipirse, lê birsiva wê xweþik nabîne, û di cihê xwede radiweste, li doraxwe difitile û nema zane ev çi hal û hewala vî welatîye..?. nerihetyeke ebedîn bi peyvên – çilo – gelo- dîn – gêj- li ezmanê xem û xeyalên xwe dirêse, û bixopanî û hêlemêl Palo xwe bera nav hinav û canê xwe dide, û dilê xwey bi êþ û jan qelemteraþ dike, û bi sosret û derd vê dîroka tarî di vî dilê bi kul de dixwîne, û rûpelên wê bi ahîn û hesret û kedrên xwe ve dirêse, û li ber çavên bi hêsir û kul datîne.