Şevbuhêrkên kurdî li şamê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



B . Şiyar

 Di  29 – 8 – 2008  Hate li darxistin şeva 73an  ji şevbuhêrkên kurdî yê ku mehane li dar dikevin li taxa kurdan li bajarê şamê  
Di destpêkê de endamê komîta şevbuhêrkan ( bavê şiyar) bixêrhatina beşdaran û mêvanê şevê mamûste ( Elî şêxo ) kir


Û piştî ku simîner bi dawî bû derî ji bo geft û goyê vebû  û her wiha ev  Şevbuhêrk bi nêrînan û pirsên  ji aliyê kesên tevlî vê axaftinê bûn zengîn bû
Û mamûstên ku pirs û nêrînên xwe dan ev bûn
Bavê osman – luqman – zelîxe – hoşeng – fewaz – ciwanê evdal – sobar – elî  
Simînara  mamûste  Elî şêxo li ser( dîroka beraza) bû
Di mijarê de hatiye nasîn beraz ji êlên kurdî ne û di dîrokek kurdî de dijîn
Êla beraza hatiye ji 300 salê berê li bajarê sirocê û gundên li dora wê
Gotina berazan ji ku hatiye ? beraz  xenzîre  gelo ev gotin çilo hatiye?
Li wîlayeta  kolpê  rojavaya derya wanê devera bîngolê de geliyek heye navê wê geliya berazan e ji ber ku beraz  lê pirbûn lê berazê kermenşahê ji wan re dibêjin barzînî ji ber di devereke berz û bilind dijîn û ji bajarên wan re di gotin berz  li gorî gotina nasir xwesro
Di dîroka islamî de navê vê êlê hate naskirin berî  1300 salî û ev êl bi navê beraza hate nasîn û her çû cihê xwe fireh kirin ta gihiştin kermenşahê ji aliyê rojhilatê de ji aliyê dî de ji erozromê ta sirocê di bin destê wan de bûn û yekîtiya êlî ji van çê dibe şêxan – kêtikan- pîjar – şedadan – zîrweran – asiyan – dîdan – oxyan -  dînan – eladîna – mecfan û hijmara va êlan nêzîkî 5 milyonan bû
Careke dî dibêje êlên kurdan navê xwe ji cî û warê  xwe  birine û gelek navê cî û waran li ser navê wane wekî berwarî  ji berwar hatiye  çiyayê gabarê ji nav êla gabaryan hatiye û hin êlên kurdî navê xwe ji meznê xwe dibirin
Dibêje li gorî  jêderên dîrokê yên islamî û erebî  berazan di sala 750 mîladî de hatin nasîn dema ku merwan  bin mihemed di şerê çemê zab de şikest ji ber leşkerên ebasiyan yê ku di bin destê ebû mislim el xuresanî de bû reviya û xwe avête orfayê  wê demê orfa di bin kargeriya herranê de bû
Jimara êlên berazan di 1800  z  de
Şêxan 4000 mal li betlîs- diyarbekir- orfa- mardîn
Kêtikan 2700 mal li orfa – kobanê- cerablus – bîraçik
Pîjar 800 mal li eleşkert – hekarî – orfa
Aladîn 200 mal li orfa – siroc- kobanê
Dîdan 200 mal orfa – siroc - kobanê
Dînan 200 mal li  orfa – siroc – kobanê
Berazî 13000 mal li  silêmanî – diyadîn – eleşkert – orfa- hekarî – mûş – melaz kurd – erizrom – diyarbekir

Navdarên berazan:
 
1 – holo paşa û ehmedê paşa
2 – şêx seîdê pîran
3- hem û kerî
4 – husênê qenço
5- boza û hirço
6- elî goran seydo
7- mihsin berazî
8- reşad bermeda
9- husnî berazî


Berhemên mamûste elî şêxo( 1963 z):
 
Di warê wênevaniyê de
 
1- Pêşengehek li beyrûtê 2000 z
2- Pêşengehek li reqayê 2002  z
3- Pêşengehek li orfayê 2003  z

  Di warê çandê de:

1 – موت الياسمين ( شعر )
2- طبول الضياع ( شعر )
3- (xec û siyamend( riste çîrok

Yê nehatî çapkirin evin:

1- Ferat (helbest)
2-gulçînê ji dil (helbest)
3-dîwana folklor
4- dewrêşê evdê
5- dîroka berezan











 
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1231