Kanya rondika
Drok: 07 2006
Mijar: Helbest


Seyid Feysel Moctevî / Senendec

Xemê dinê,
Dina sar
Wekî qapûsa eva re
Û tarî
Çavê mi tirsand


Rengê jiyanê
Di jiyana mi de
Wekî befra
Sîpanê
Qerisî


Çavê minî gevr û gol
Li ser rêkekî sipîro
Diziqite


Dengê min
Bê cihab
Wekî malê qelp
Ser mi de
Tê zivirandin


Tinê me
Bêkes û kar
Bê xweyî
Bê ser
Bê mal û der


Dipîvim
Rêyê bê rê
Dikevim
opê befrê


Ba
Baran
Bahoz
Sir û serma
Jîna min dike aloz


Dixazim
Biom çavê toz girtî
Bi ava kanyê
Kanya rondika
Mij bîr kir
Roja doho
Kanya mezin
Kanya çavê min
Ji ber
Zarûkê pêxas
Bê der û mal
Tênî , birsî
Bê reng û hal
Êtîm ji dê û bab
Rijya û ji deta sûmetê mide
Wekî çemê zer ji xola vê detê de hate xar


Rêvîngo
Eksekê bigre
Ji kendalê lêmita sûmetê min
Û rengê axa dora çem


Bifroe
Bifeoe devlemndê bê derd
Tesvîra derd,gul,xem
Rondka ikstî
Ber çavê
Êtîm
Bêxudan
Bêkes…

---------------

 2006-07-05

Helbest :Nû







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=123