xerîbim ez
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 15 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: Helbest



  lawkê hacî
di himbêza teda dijîm
li jêr siha serwerya te
mixabin xerîbim ez
ji nalîna dilê min ev diyare
ger dayikên þehîdan bizanîbyan
çarenûsa pêþeroje wisabe
tu car ne dizan
da nebana derya jan û kulan
welat parêz mijûl nedbûn 
bi raperînê rokê bi tenê
wê rewþ bisparta nervînê


mixabin dayê        
ew xewn û hêvî û dil xweþkirin
di malçûkêde hate kuþtin
rê nedan bi roja te þabibin
rêk û xaçirêk bê ser û berkirin
pirsek li holê tête ziman
bo çi bextê te wihaye
gelo ev kurdin ji hinavê te hatne jînê
yan biyanîne ji sed salan ew û tu ji hev bêrîne 
ji karên wan ev dibare
ku bi navê te
û xwîna þehîdan sûdeyên diparêzin
ya te divêt li ber bayê kur didêrin 

mixabin dayê
jar û mestim dil þikestî sergeþtim
di nav sêng û berên teda 
mat nemîne dema dibêjim
xerîbim ez 
 
 
Duhok – 10/ 8 / 2008    








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1209